Idrîs HENAN
Li cihê ku dagîrkerî hebe bêguman zihniyeta serdest a baviksalarî jî serdest e. Ew zihniyeta ku li ser nêçîr, fêlbazî, dek, dolab û cinsiyetperestiyê hatiye tîmarkirin, ta ku pozisyona xwe ya xwedatiya li ser erdê biparêze, êrişî maka nirxên mirovahiyê dike. Dixwaze tova jêdera nirxan ku heya roja me ya îro sixletên mirovahiya rasteqîn parastiye, di hêlînê de ziwa bike û rehên wê biqelîne. Ji lewre bi sîstema ku nav lê kiriye dewlet re van êrişên xwe bi rêkûpêk kiriye û bi navê hiqûq û qanûnê hovîtî û qirkirinên xwe rewa dike.
Dayîk di serê pêşîn de ku li hemberî vê êrîşa zihniyeta zilamperest xwedî serkeftinên mezin in, di qirnên nûjen de, weke domahiya xeta asîmîleker ji nû ve bûye armanca heman zihniyeta dijminane. Hewl dide bi tunekirina vîna jinê re xwe bi kok bike û civakeke ku li ber xwe nede hatibe kedîkirin têde mêrê desthilatdar serdest be bide avakirin. Ancax ev yek jî bi tunekirina vê îradeya jina berxwedêr a ku veguheriye pêşenga têkoşîna gelan û mirovayê ya azadî û serxwebûnê pêkan be. Ji ber vê jî li kuderê firsendekê bi qasî pozê derziyê be jî bibîne derbên xedar lê dixe ku ji damaran ve biqelîne.
Çawa ku ji bo nirxên azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê pêşengên xwebexşane hene, ji bo xeta dijber a dermirovî jî pêşengên kirêt ên zihniyeta zilamê serdest hene. Îro jî li her çar beşên Kurdistanê jinên Kurd û hevalbendên wan li ser destê vê xeta çelûxwar têne qetilkirin û rastî komkujiyên bêbext tên. Ji bo pêkanîna vê armancê jî plansazî, hevpeyman û lihevkirinan îmze dikin. Yek ji wan hevpeyman û lihevkirinan itîfaqa Lozanê ya 1923’an bû ku hemû danûstandinên îro yên di navbera hêzên serdest de “Rûsya, Amerîka, Tirkiyê, Îran,… hwd” di çarçoveya pêkanîna vê armancê de ne. Li ser wê bingehê bi salane jinên Kurd li ber rûyê cîhanê û li her dera cîhanê bi destê van celadan têne qetilkirin. Ji qetilkirina jinên berxwedêr ên Bakurê Kurdistanê “Kurd, Ereb, Asûr, Sûryan û Ermen” bigire û heya roja me îro were heman xet li çar beşên Kurdistanê û cîhanê dewam e. Ji hezaran jinên Şengalê bigire û heya Efrîn, Koban û tavahî Sûriyê were heman dijminê jinan e. Ji darvekirina jinên berxwedêr ên xwedî zanist û zanyarî li hebisgehên faşîzma Îranê bigire û heya hebisgehên rejîma Sûriyê were, hemû jî ji bo tek armancê ne.
Îroj li kudera cîhanê jinek bête kuştin, zanibe ku çirûskeke azadiyê li wê derê vêketiye. Dixwaze li Afrîqya, Amerîka û dixwaze li kîjan koşeya cîhanê be. Armanc vemirandina wê çirûska azadiyê ku bi pêşengtiya jinê ye. Ji lew re li her dera cîhanê ji bo her buyer, rûdan û kirinekê rêjeyek sabît heye. Dikare di ser re di bin re hinekî bizivire. Lê tenê rêjeya kuştin û tadeya li ser jinê bê sînor e. Bi qasî ku ev sûc ji aliyê serdestan ve normalîze bûye û veguheriye şêwazekî domandine desthilatdariya mutleq, rêjeyên qetilkirinên jinê jî ji sedî hezar derbas kirine. Li cihê ku jin serî hilde, êriş, komkujî û hovîtiya qirêj a sîstema zilamperest hene.
Ji bo rê li ber van kiryarên faşîzane yên di derheqê maka nirxên mirovî de tên kirin de bête girtin, têkoşîna hevpar a jinên cîhanê pêwîst dike. Têkoşîna bi pêşengtiya jinê ya ku îro çirûska wê li Rojavayê Kurdistanê vêketiye, her tarîtiya zilmdaran afirandiye vedimirîne, ronahî û hêviyên azadiyeke bi rûmet belav kiriye. Ji lew re têkoşîna jinên Kurd li her dera cîhanê bûya armanca yekemîn a faşîzmê ku finda xeta azadîxwaz a avakirina netewa demokratîk bête vemirandin. Berxwedana jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya birêxistinkirî, bi saya pîtoleya jiyanê ya Rêber APO her serkeftinê misoger dike. Tu carî li hemberî van cureyên êrişên bê exlaq serî natewîne. Hedefgirtina jinên pêşeng jî wê tirs û xofa faşîzmê ji vê têkoşînê diyar dike.






