Zekî BEDRAN
23yê Hezîranê dewleta Tirk gundê Helincê yê girêdayî Kobanê bi balafiran bombebaran kir û sê jin kuştin. Baş tê zanîn ku dewleta Tirk dijminiya Kurdan dike û dixwaze wan qir bike. Efrîn û Serê Kaniyê jî di navê de dagîrkerên Tirk çûbin kû Kurd ji wir derxistine. Ango qirkirina neteweyî kiriye. Yek ji hêzên ku polîtîkaya Tirkan ya tinekirina Kurdan dizanin Rûsya ye. Kobanê jî di navê de Rûsya parastina sînorê Sûriye girtiye ser xwe. Di vê çarçoveyê de bi Tirkan re peymanek imze kiriye û ev ji hêzê bakur-rojhilatê Sûriyê re jî ragihandiye. Ji wan xwestiye ew jî qebûl bikin. Li ser vê lihevkirinê yekîneyên Rûsya û Sûriyê sînor girtine. Ji Kobanê heta Efrînê qada hewayî jî li ser Rûsya ye. Piştî dagîrkirina Serê Kaniyê qada hewayî ji nû ve hatiye serastkirin. Ji Dirbêsiyê wir ve para Rûsya, rojhilatê wê jî para Emerîka ye.
Çawa ku tê dîtin Helincê ya dewleta Tirk êrîş kirî di binê berpirsiyariya Tirkiyê de ye. Li herêmeke di binê berpirsiyariya Rûsya de dagîrkerên Tirk tên mirovan dikujin. Li hemberî vê komkujiyê ka helwesta Rûsya çi ye, nayê zanîn. Wezareta karê derve ya Emerîka qet nebe daxuyaniyeke şermezarkirinê da. Lê ji Rûsya dengek jî derneket. Ev bêdengî mirov dide fikirandin. Gelo di lihevkirina Rûs û Tirkan de ji bo kuştina Kurdan Rûsya destûr daye? Li gorî hiqûqa navdewletî derbasbûna sînorê welatekî sûc e. Binpêkirina serweriyê ye. Rûsya vê baş dizane.
Rûsya li Efrînê pêşiya Tirkan vekir. Li wir dît ka çi felaket hatine sere Kurdan. Niha jî li Efrînê li kêleka hêzên Rûsya qirkirina neteweyî, kuştin û destdirêjî dibin. Rûsya herî kêm dikare li hemberî sûcên dijmirovî û sûcên şer dengê xwe bilind bike. Mixabin tişteke wisa nekir. Wisa tê fêmkirin ku Efrîn bi her tiştê xwe ve bi hêviya wijdana dagîrkerên Tirk ve hatiye hiştin.
Rûsya her tim ji Kurdan re ev digot; baweriyê bi Emerîka neynin, wê Emerîka we bifiroşe. Lê ew jî baweriyê nade Kurdan. Tişta li Efrînê kirî ji ya Emerîka ne cuda ye. Komkujiya jinan ya li Kobanê vê dide piştrastkirin. Eger Rûsya dixwaze baweriya Kurdan û gelên Sûriyê pê were, divê li hemberî kuştin û dagîrkeriyê bibe xwedîhelwest. Ji bo vê bike ne şert e bi Tirkiyê re şer bike. Eger ji bo yekîtiya erdê Sûriyê û sînorê wê berpirsiyariya xwe pêk bîne, Tirkiye nikare pêş ve biçe. Eger Tirkiye bi Rûsya re li hev nehatibûya nikariya Efrînê û eger bi Emerîka re li hev nehatibûya nikariya Serê Kaniyê dagîr bike.
Rûsya di daxuyaniyên xwe de dibêje em ne dijminên Kurdan in, têkiliyên me yên dîrokî û dostayiya me heye. Ya ku ne dijminên Kurdan in, rast e. Em nikarin bêjin niyeta wan jî neyînî ye. Lê berjewendîperestiyeke wan ya ku nikarin jê rizgar bibin heye. Ji bo domandina berjewendiyên xwe yên bi Tirkan re dikare Kurdan jî û civakên din jî feda bike. Demeke dirêj Tirk gurr û geş kirin; got, Emerîka dixwaze ji Kurdan re dewletekê bide avakirin. Halbiku ti deman daxwaziyeke Kurdan ya dewletê çênebûye. Nêrîna xwe, ji bo çareseriyê nexşeriya xwe her tim pêşkêşî Rûsya kirine. Her tim xwestine ji bo yekîtiya Sûriyê û çareseriya pirsgirêkan berpirsiyariyê bigire ser xwe. Ji bo civîna Rûsya li Soçî çêke ji Kurdan û herêmên xweser delegasyoneke qelebalix xwestibûn. Lîsteya navan dabûn rayedarên Rûsya. Lê di roja dawî de Rûs bi Tirkan re li hev hatin û Kurd û herêmên xweser li derveyî civînê hiştin û ti daxuyanî nedan. Pişt re pêvajoya Soçî û Astana bûn platformên bê Kurd. Komisyonên ji bo destûrê hatîn amadekirin Kurd tevlî nekirin. Lîsteya navan wisa pêşkêşî Cinêvê kirin.
Wê Rûsya di navbera Şamê û herêmên xweser de navcîtî bikira û ji bo çareseriyê bixebitiya. Nûnerên Kurdan û yên herêmên xweser qebûl kirin ku di hevdîtinan de Rûsya bibe garantor. Rûsya daxuyanî dan ku wê ji bo çareseriyê Şamê iqna bike û ji bo yekîtiya Sûriyê bixebite. Lê heta niha ti pêşketin çênebûne. Komisyonên hevdîtinê yên hatîn diyarkirin li ciyê xwe sekinîne.
Rast e, Emerîka naxwaze bi rejimê re hevdîtin û çareserî çêbin. Lê Rûsya dikariya insiyatîfê bigire destê xwe û pêvajoyê pêş ve bibe. Kurd û herêmên xweser ji bo hevdîtinan amade ne û û ji bo çareseriyê di lêgerînê de ne. Ev ji bo Sûriyê şanseke mezin e. Li aliyê din ku dixwazin vê bi Rûsya re bikin wê pozisyona Rûsya li Sûriyê xurttir bike. Lê Rûsya her tim li cem Tirkan sikinî. Gava ku Tirk nexwazin neavêt. Ji bo komkujiya dawî ya li Kobanê vê cesaret da Tirkan. Wê sibê ji bo dagîrkirinê berê xwe bidin herêmên din. Wisa hesab dikin ku wê van planên xwe bi Rûsya bidin qebûlkirin. Lewre bi awayekî veşartî din ava gelek hevdîtin û bazaran de ne.






