Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedan rûmetdar dike

26/06/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedan rûmetdar dike
Share on FacebookShare on Twitter

 Mihemed Şahîn

Di destpêka sedsala 19. de dewleta Osmanî biryara tinekirina xweseriya Kurdan da û mudaxaleya  mîrekiyên kurdan kir.

Bi tinekirina xweserî û mîrekiyan dixwestin civaka Kurd bê serok û rêber bihêlin û hêza xweparastinê ya civaka Kurd tine bikin. Civaka bê serok û bê rêber û ji hêza xweparastinê mehrûm mayî wê bi hêsanî bihata çewisidan û tinekirin.

Civaka Kurd bi hezarê salan li ser erdnîgariya xwe, bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi serok û rêveberên xwe bi awayekî xweser û serbilind jiyaye. Li dijî siyaseta Osmaniyan ya qirker serîdanîn û teslîmbûn dihat wateya qebûlkirina jiyaneke bêrûmet. Jiyaneke bêrûmet jî dihat wateya mirina civakî. Bêguman wê bersiva civaka Kurd serhildan û berxwedan bûya.

Serhildana yekê bi pêşengiya Mîr Evdirehmanê Babanî sala 1806’ an li bajarê Silêmaniyê çêbû. Ji serhildana Babanî vir ve 214 sal in operasyonên desthilatdarên Tirk li Kurdistanê dewam dikin û Kurd ji bo parastina hebûna xwe û welatê xwe, ji bo parastina nasname, çand û rûmeta xwe li dijî operasyonên wan ên qirker, wêranker û talanker li ber xwe didin.

Armanca van operasyonan hemûyan qirkirin û tinekirina civaka Kurd e. Armanc, bêserok, bêrêber, bêrêxistin û bêvînhiştina civaka Kurd e. Kîjan hêz, kîjan hizb, kîjan sazî û rêxistin, kîjan serok û rêber vîna Kurdê azad temsîl bike, nasname, hebûn û rûmeta civaka Kurd biparêze û ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têbikoşe û li dijî dagîrkerî û talankeriya wan li ber xwe bide ew dibin hedefên operasyonên desthilatdarên Tirk.

Di 40 salên dawî de rêxistina yekane ya ku van taybetmendiyan dixwede dihewîne û derba mezin li plansaziya wan ya qirker, talanker û wêranker xistiye bîrdoziya Birêz Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd e. Ji ber wê  40 sal in armanca dewleta Tirk ya tasfiyekirina Birêz Ocalan û tinekirina Tevgera Azadiya Kurd e. Dizanin ku heta Tevgera Azadiya Kurd tasfiye nekin wê nikaribin plansaziya xwe ya tinekirina Kurdan û tirkistankirina Kurdistanê ya sed salan pêk bînin.

Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO û hêzên navneteweyî 40 sal in ji bo têkbirin û tinekirina Tevgera Azadiya Kurd şerekî bêpîvan dimeşîne. Di vî şerî de tevayiya hêz û derfetên xwe seferber kirin lê bi ser neketin. Di 36 salên dawî de 29 operasyên dagîrkirinê li ser Başûr kirin. Lê di van operasyonan de ti encam bi dest nexistin. Her carê bi berxwedana gerîlayan re rûbirû ma û têk çûn. Jixwe her operasyoneke nû tê wateya têkçûn û bêencammayîna operasyona berê.

Piştî bêencammayîna 29 operasyonan dewleta Tirk 15’ê hezîrana 2020’an li dijî vîna Kurdê azad operasyona 30. ya bi navê “Pençe – Piling” daye destpêkirin. Careke din her rê û rêbaza xwe ya kirêt diceribînin. Dixwazin PDK û YNK’ê weke salên 1990’an careke din bikişînin xeta xiyanerê û bira bi destê bira bidin tasfiyekirin. Dixwazin careke din Kurdan bi Kurd bidin kuştin. Dixwazin Tevgera Azadiya Kurd bi destê Kurdan bidin tasfiyekirin, vîna Kurdê azad bi destê Kurdan tine bikin.

Dewleta Tirk ji bo ku aqûbeta bi dehan serhildanên berê di serhildana Tevgera Azadiyê de jî bi ser Kurdan bide sepandin û têkçûyînê wek qeder careke din li ser Kurdan bide sepandin ti sosret û bobelat nemana ku neanîbin serê Kurdan. Ti operasyonên bi navên qerase û tirtire neman ku li Kurdistanê pêk neanîbin. Ti sond û peyman û gefên qetlîaman neman ku li Kurdan nexwaribin. Tevayiya serokwezîran, serfermandaran, wezîrên şerê taybet peyamên xwe yên herî dijwar, gefên xwe yên herî dijwar li Kurdan dixwarin. Hemûyan jî çend roj an çend meh temen didan berxwedana Kurdan. Hemûyan serkeftina xwe û pê ve girêdayî dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe di têkçûna Kurdan de didît.

Ji ber wê her sal bi dehan operasyonên ku her yek ji deh hezaran leşker pêk dihatin hatin lidarxistin. Tenê ne Bakûr, Başûr û piştî Şoreşê Rojavayê Kurdistanê jî hema hema her sal di hedefa operasyonên wan ên qirker û talanker de ne.

Di destpêka her operasyonê de hemûyan weke wezirê parastinê yê îro digot “komandoyên me destana serkeftinê dinivîsin” lê di encam de her car neçar man destana revê û têkçûyinê binivîsin.

Li gel bi hezaran operasyonên eşkere û yên veşartî, li gel kiryarên xwe yên hovane û bêpîvan dewleta Tirk ne di şer de ne jî ji hêla siyasî ve bi ser neket. Digel hewldanên xwe yên dijmirovî dewleta Tirk nikarî qedera têkçûyinê careke din bi ser Kurdan bide sepandin û bi Kurdan çok bide danîn.

Rayedarên AKP’jî weke yên beriya xwe ketine xefleteke mezin. Hesabên wan yên şaş wê careke din ji çiyayên Kurdistanê vegerin. Dîrok û pratîka 214 salî, bi taybetî jî ya 40 salên dawî ku me çavdêrî jê re kiriye nîşan dide ku li Kurdistanê operasyon pêkan in lê serkeftin ne pêkan e. Bi operasyonan Kurd têk naçin û teslîm nayên girtin. Heke AKP di vî şerî de israrker be bêguman wê aqûbeta wê jî ji yên beriya wê cudatir nebe.

Bi awayekî gelek eşkere diyar e ku armanca operasyonên dewleta Tirk dagîrkirina erdnîgariya Kurdistanê ye, qirkirina civaka Kurd e, tinekirina nasnameya Kurd e, talan û wêrankirina erdnîgariya Kurdistanê ye, bi kurtayî tirkistankirina Kurdistanê ye. Ji ber wê li dijî operasyonan derketin erkê ser milê her Kurdî ye.

Kurdên ku îro bi bêdengmayîna xwe piştgiriya dagîrkeriya dewleta Tirk dikin û yên ku bi awayekî eşkere di xeta xiyaneta dîrokî de li dijî gelê xwe hevalbendiya dewleta Tirk dikin hewce ye bizanin ku, êrîşa zalim nikare rûmeta mirov bişkîne, lê hevalbendiya zalim rûmeta mirov dişkîne.

Berxwedana li dijî zalim rûmetdar dike, di refa zalim de cihgirtin bêrûmet dike.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.