Sîpan ŞÎNDA
Her çend civaka Kurd ne civakeke xwenda ye û di warê zanist, wêje, teknolojî, polîtîka, dewletbûyîn, sazîbûn û hwd. De ne pêşketî ye ji, bes çanda Kurdî çandeke gelekî xurt û qedîm e. Ji ber wê ye ku bi sedan salan kariye li hemberî mêtîngerî û pişaftinê xwe li ser piyan bigire. Heke rayên çanda Kurdî ewqas ne kûr û stûr bûna, niha ji zû ve Kurd ji qadan hatibûn maliştin û tovê Kurdayetiyê jî hatibû qelandin. Ev xwe li ser piya girtin, ji zanebûn û têgihiştina Kurdan pirtir, ya qedîmiya çanda Kurdî ye. Polîtîkayên dagîrkeran di serî de cudatir bûn. Wan pirtir giranî didan ku Kurdan bi darê zorê bînin rayê. Ji ber wê ji polîtîkayên wan pirtir li ser cahilhêlana Kurdan bû. Li Kurdistanê dibistan bi awayekî hindik li bajaran tên vekirin. Paşê dest bi vekirina dibistanên YIBO, ango dibistanên dibin wargehên pişaftinê vedikin (1939). Piştî projeya van dibistanan dest pê dike, êdî zarokên Kurdan ji gund û bajaran kom dikin û dibin di wan dibistanan de bi mejiyê tirkîtiyê perwerde dikin. Ev bû polîtîkaya pergala mêtînger ya bingehî. Lê belê piştî salên 1960’î êdî rewşa Kurdan û hişmendiya wan tê guhertin. Gelek xortên Kurdan berê xwe didin xwedinê; lê weke berê jî me gotî, ew her çend bi awayekî polîtîk tovê niştimanperweriya Kurdî geş dikin, bes di warê çand, ziman û hunerî de ji Kurdî dûr dikevin.
Gelek kes hene ku mirov dikare weke mînak bide. Ji xeynî Kurdên tevlî polîtîkayê bûyîn û parlamenterî yan jî serokbajarvanî kirîn, gelek zaroyên Kurdan bi jîrbûna xwe di warê nivîs, stiran, şano, sînemayê de derdikevin pêş. Ew Kurdê ketîn nava qada mûzîka tirkî, dest pê kirin û stiranên Kurdî weke yên tirkî tomar kirin û di radyoyên pergalê de hatin weşandin. Yê serkêşiya vî karî kirî hê di salên 1930’an de Mihemed Celadîn ê ku ji Amedê bû. Ew ji weke Ziya Gokalpî bi emir û piştgiriya pergalê hê di salên destpêka avakirina komara tirk de dest bi xebatên talankirina çanda Kurdî dike. Ew ji bo vê piştgiriyeke bê hempa ji pergala mêtînger distîne. Heta wî dibin Enqerê li cem Atatûrkî û ew jî tevayiya derfetan pêşkêşî wî dike. Heta Atatûrk navê wî dike Celal Guzelses. Bi emrê Atatûrk plakên wî bi navê “Bilbilê Şerqê” derdikevin. Ew jî li hemberî vê “qedirgirtina” wan, heta jê tê karê xwe baş dike û dibe serkêşekî bişaftin û talankirina storana Kurdî. Bi sedan stiran û meqamên Kurdî bi gotinên tirkî tomar dike. Li hemberî vê “xizmeta” wî jî pergal wî bi memûriyetê “perû” dike. Ew jî li Amedê bi riya mûzikê pêşkêşiya bişaftina Kurdan dike. Hem jî bi keyf û şahî dike. Ew rojekê Hesen Cizirî vedihewîne mêvandariya xwe. Rehmetiyê Hesen Cizîrî jî ji Başûrê Kurdistanê dide rê û tê çend rojan dibe mêvanê wî Celalî. Ew çend rojan bi hev re stiranan dibêjin û keyfê dikin. Rehmetiyê Hesen Cizîrî dibêje di dema xatir xwestinê de min ji wî pirsî û got: “Gelo tuyê kengê bi kurdî stiranan bêjî?” Dibêje ew pêşiyê kenî û paşê jî serê xwe di ber xwe de şor kir û qet deng nekir. Belê mixabin sernizim û serşor di nava Kurdan de hê jî pir in.






