Zaxo HİSÊN
Jineolojî weke têgeh ji du peyvan pêk tê (Jin+Lojî). Peyva Jin di zimanê Aryenîk de tê wateya jiyanê, peyva Lojî jî tê wateya zanistê. Bi kurtasî ev têgeha tê wateya zanista jiyanê. Bi awayê zanista peyvan ango (Etîmolojî), ev mijar dê ji peyva jin dest pê bike, her wiha bi awayê zanista hebûnê (Antolojî) wateya xwezaya jinê, bi lêkolîneke hûr û kûr pêwîst dike. Girîng e ku mirov di her zimanî de zanibe peyva jinê ji kîjan kokê hatiye dariştin, ji ber têgehkirin nîşaneya fêmkirina jiyanê ye.
Jinoelojî di cewher de zanista jinê, civakê, jiyanê û hevjiyana azad e. Herwiha zanista jinê ya nûjentiya demokratîk e. Gelek armancên zanista Jineolojiyê hene, ku hem erka vê zanistê xuya dikin hem jî girîngiya wê nîşan didin, armanca herî zelal jî dermankirin, paqijkirin û sazkirina her tiştên ku jiyana civakî qirêj dikin û dibirin e.
Çima Jineolojî ?
Tê zanîn ku di encama serweriya sîstema sermayedar û desthilatdar de seqetî û parçebûyîn bi pêş ketiye, herwiha di jiyanê de her tişt ji cewherê xwe qut bûye û îfadeyên ne ji rêzê ji gelek mijaran re hatine saz kirin. Ya herî zêde jî para xwe ji vê windabûn girtiye jin e. Dema ku em li dîrokê vegerin, em dibînin ku ji destpêka mirovahiyê de jiyaneke tijî ewle, aştî, hezkirin û ya herî girîng li dora jinê kombûyîn hebû. Lê bi demê re û bi pêşketina aqilê serwer yê desthilatdar û bi darê zorê ev firsend ji dest jinê hat standin û jin hat kolekirin. Tê texmînkirin ku wê demê, yekem şikestin li ser jin û jinbûyînê pêk hatiye. Ev yek ji bo jinê ji destpêkirina jiyana koletiyê re bûye gava pêşîn.
Gerdûn tevahî li ser bingeha Tez û Antî-Tez’ê tê berdewamkirin, jiyan jî li ser bingeha jin û mêr tê jiyîn. Jiyaneke tê de jin paşguhkirî be tu carî nabe jiyaneke rast, ji bo ku em jinê vegerînin qada jiyanê pêdiviya me bi naskirina vê zayendê heye. Di vê mijarê de jî zanista jin dikare ji me re bibe bersiv.
Jineolojî û zanistên civakî
Mirov bi zanîna zanistan digihêje hişmendiya civakî ya giştî û hevbeş, ev hişmendî bi mirovan re guhertin û veguhertinê çê dike. Ji bo vê, mirov çiqas zanistan zanibe, ewqas bi pêş dikeve û hêz digire û civakî dibe.
Zanista ku li dora jinê jî were pêşdebirin, dê bibe gava pêşîn a ku ber bi civaknasiya rast ve were avêtin. Pêşxistina Jineolojî li ser zanistên civakî rexneyek û destlêwerdanek e. Heger Jineolojî xwe rast birêxistin bike û civakî bibe, em dikarin bibêjin ku di derbaskirina aloziyên ku îro zanistên civakî dijîn de, dê bibe hêza çareyê.
Jineolojî dixwaze xwe di gelek qadên jiyanê de bi rêxistin bike, weke; Ekolojî, Aborî, Tendirustî, Etîk û Estetîk, Demografya, Perwerde, Dîrok, Polîtîka û hemû qadên ku weke qadên Jineolojî tên ravekirin jiyanî ne. Êdî li cîhanê tevahî lîstokên desthilatdariyê û çarenûsên civakan di ser van qadan de tên diyarkirin, weke zanista jin û jiyanê, Jineolojî jî wê van qadan bi lênêrîna jinê bigire dest. Bêyî ku zanistperestiyê ango pozîtîvîzim bikeve mijarê, dikare zanistê weke aqil, ked û wijdanê hevbeş ê civakê pêş bixe.
Jineolojî ji bo rast avakirina hevjiyana azad, ji bo avakirina ronakbûna jinê, ji bo pêşxistina rêbaza lêkolîneke li gorî rastiya jinê, her wiha ji bo xwe parastinê zanista herî guncaw e. Ev erkên Jineolojiyê nîşan didin ku divê destpêkê jin û piştre jî mêr li xwe, hizrandina xwe û şêweyê jiyana xwe vegerin û guhertin, veguhertinê pêk bînin. Encex bi zanistike wisa, em dikarin pêş de biçin û dê Jineolojî ji tevahî pirsgirêk û aloziyên civakan re bibe çare.






