Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ŞER Û AŞTÎ

22/06/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HEFTEYA LEHENGIYÊ Û SADÎZMA FAŞÎZMA DEWŞIRME
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Şer û aştî navê romana Dostoyevskî ye, lehengê romanê Raskalnikov e û nexweşê derûnî ye.

Raskalnîkov, ji sedema kuştina mirovekî, bi xwe re şer dike. Dostoyewskî, bi gotina ”Te ne tenê li hemberî civakê, li hemberî axê jî suc kir, kab berde erdê û axê maç bike”, , diktatoriya çar û bêdengiya civakê rexne dike.

Roman şer e û di hunandina romanê de, çalekî û êtkoşîn esas e!..

Şîrovekarên cîhanê Raskalnîkov, bi gotina ”angoiise”, bi nav dikin. Gotinek frensî ye, tê wateya fetisandin, tirsê û  nexweşiya psîkolojîk. Lê mijara me ne roman û  lehengê Dostoyewski ye; navê romanê û nexweşiya lehengê wî, me alaqadar dike.

Şer û aştî tiştekî nabêjin hev…

Mînaka şerê li Kurdistanê di dîroka cîhanê de nînin, hebin jî min ne dîtiye. Li hemberî vî şerî, saziyên mêjiyê mirov radiwestin,  mixabin cîhan, kor û kerr bûye. Vekirî dibêjim, korîtî xeşîmî ye, kerr bûn jî tirs e!…

Dubare dikim; Serkêşên dewleta Tirk, ji Raskalnikov bêhtir nexweş in, hêzên global, yan, wan bikar tînin, yan jî ji wan tirsin. Her du merc jî, cihê şermê û hetikberiyê ne!…

Nexweşiya pêşengên dweleta Tirk giran e, ne tenê nexweşiya “angoiise”, nexweşiya teoriya Napolyon, “Napolyon-ûbermenschî” jî bi wan re heye. Di xwede dîtina kuştina mirovan!… Di kesayeta pêşengên Tirk de, sextekarî, kalpazanî, derew û teşqele hene.

Di vê serdemê de Kurd, di nava SOSê de ne.

Erdogan, Dewlet Bahçelî û Suleyman Soylu!… Kesayetên ku di nava vijdan de dipelixin in… Du rûyên wan hene, yek gur e, yek berxik e!.. Dema gur e, vîjdan, di “muhakemata” xwe de dibin Napolyon û hukmê kuştin û tunekirina di xwe de dibînin. Teoriya “Napolyon-ûbermenschî”, xeta zirav, yan jî tayê xaf ya di navbera mirov û heywan de ye.

Dema dibine berxik, qala demokrasî, edalet, nirxên olî û mirovaniyê dikin. Dema berxikin, eger behsa Kurdan bê kirin, maskeya wan dikeve, bi hastên “newrozîk”, “çete-kontra” û şamanên mogolan ku xwîna mirovan dialîstin, ji xeta vijdan û ademiyetê derdikevin.

Baş tê bîra min û min du sê nivîs jî li ser heman mijarê nivîsin: Psîkolgên Tirkiyê, (bi rêxistiniyek ne fermî)  raporek weşandubûn û Erdogan weke “mirovekî nexweş “ragihandibûn. Piştî vê ragihandinê, mijara dîplomeya (sertifîqa) Erdogan, “ya nine” û ew nikare bibe serokkomar ketibû rojevê. Niha jî akademîsyenên ku ber şibaqa  bloka faşîst ketine, dibêjin; “Em vegeriyane sedsala navîn, me însaniyet winda kiriye.”   Heyhaaat!…

Em bi gotina “heyhat” dewam dikin: Sê tîp…Erdogan, di navbera “aqil” û “wahî” de diçe û tê, qala xelîfetiyê dike. Ew, misilmênî ye, yanî bavfile ye û  ji devşirmeyan xelîfe çênabin… Tîpê duyemîn Bahçelî; wek gurê pîr, di xeyalên “başbûx” û bermayiyê Teşkîlatî Mahsusiye de, bi  “rutbeyek zabitê biçûk” haraket dike. Tîpê sêyemîn,  S. S. e, di nava teorema Darwîn de, lê bi kesayeta qesabê Pragê yê Hitler Haydriîch û serçeteyê serdema Seyfo Genûşkê,  ku di cênîka mirovan de bizmar dikutan haraket dike.

Em dewam dikin: Di hemû şeran de du enî hene, ji bo aborî û hukumraniyê şer dikin. Di şerê li Kurdistanê de yek enî heye; Artêşa Dewleta Tirk e…  Ne tenê dagirkeriyê dike, ne tenê  li serdestî û hukumraniyê digere, ne tenê li kontrola çavkaniyên xwazayî digere… Bi armanca ku gelê Kurd, ji hemû aliyan ve tune bike êrîşan dike.

Mînak; Di hemû berxwedanên li Kurdistanê de, piştî ku berxwedan dişike, dewleta Tirk, “havkarên xwe yên menfur, hevkarên xwe yên bi stratejiyên biçûk xayin kirine” teva kuştine. Ev hişmendiya dûrî xwezayî û ademî ye!… Li hembêrî vê eniya “muxlacî- çete û kalpazan”ên ku bazirganiya xwînê û jinan dikin,  Haraketa Azadiya Kurd û gel heye. Haraketa Azadiya Kurd û gel,  di çarçoveya demokrasî de mafên gelê Kurd de têkoşînê dikin.

“Sahih” e, parastinê dikin!… Ji bo jiyanê, parastina nasname û nirxên civakê têkoşîn heye. Lewma Ocalan, vê têkoşînê wek “evina mezin” bi nav dike. Lewma her şehadeta Gerilla  pêşketinekê, disîplînekê, nirxandinek teorîk û helbesteke nû di dîrokê de bi cih dike.  Ev “kamilbûn e” !…

Em gotina xwe dubare bikin: Di şerê li Kurdistanê de, yek enî heye, dibin pêşengiya 3 tîpên “angoîîse”, sîstema dewşirmetiyê bi komên çeteyên wek, “40 haramî”, “haramzadeyên mogolî” û  “lejyonên romî-roma” şer dikin pêşdixin. Cîhan, jî ne tenê kerr û korr e, lîstika 3 meymunan dilîze, ev jî şerm û hetikberî ye!…

Dibêjin “şer ewlekarî ye”, gotinek “zûl” e û pêşengên Tirk jî, her dem vê gotinê bikartînin. Gelo Şingal, kîjan herêm û kîjan berjewendiyên dewleta Tirk tehdîd kirine?  Gelo hêzên Rojava, PYD, YPJ, QSDe êrîşî kîjan sînorên Tirkiyê kirine? Lê em zanin ku Erdogan, bahçelî û S.S. ji bo şer, “neşîdeyên şer”, bi hemdû-sena dixwînin.

Sêbare: Şerê li Kurdistanê ne normal şer e!… Hemû şerên li cîhanê, di aborî û hukumraniyê de motive dibin û îro di şerê cîhanê yê 3mîn de jî,heman rewş heye,  cûdatiyên etno-polîtîk û cûdatiya olî hedef digirin. Tunekirina kişûmat nakin, gelan jî ji her alî ve înkar nakin.

Lê dewleta Tirk, dixwaze  kişûmat  gelê Kurd, ji her alî ve, kulturî, dîrok,  cografya, di  cografya de hebûna gelê Kurd, di gorîstanan de jî  tune bike.

Balkêş e, di her kuştina Kurdekî de, ya Gerillayekî de, nexweşiya “angoîîse2 û teorema Napolyon “zuhur” dike, “taqên serketinê” ava dikin.

Bloka faşîst ya AKP/MHP/Ergenekon, “îfrîtek”e, bi gotina Ocalan dînazorek e. Hiquqê, ku dikare êrîşî miriyan, goran dike ava kirine, ev trajediya mirovaniyê ye û yek rê li ber Kurdan heye;  Di nava yekîtiyek xurt de têkoşîn û raperîna gelên li welat û derveyî welat….

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.