Zekî Bedran
Hevdîtinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî de dewam dikin. Qonaxa yeke ya hevdîtinan qediya û di hedefên siyasî de lihevkirin çêbû. Digel tevlîbûna nûnerê Emerîka, ev lihevkirin bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji rayagiştî re hat ragihandin. Ev nûçe ji aliyê gelê Kurd ve erênî hatin pêşwazîkirin. Demeke dirêj e di nava gel de daxwaziya yekîtiyê hebû. Li tevayiya parçeyên Kurdistanê gel bênavber ji bo yekîtiyê dide ber qîran. Di gel de ev zanebûn çêbûye. Eger heta niha Kurd bûbûna yek, wê dagîrkeran nikaribûya Kurdistanê wiha di destê xwe de bigirin û wê nikaribûyan evqas zererê bidinê.
Di navbera ENKS û YPGê de, di navbera partiyên din de şerekî giran yê navxweyî çênebûye. Emerîka jî di navê de li gelek welatan şerê navxweyî çêbûye. Li başûrê Kurdistanê jî di navbera partiyan de şer û bihevçûnên giran çêbûn. Digel van tevan Emerîka û hêzên Başûr bi rengekî yekîtiya xwe çêkirin. Çawa ku wê ti caran bi partiyên Rojava re lihevkirin çênebe, ENKSê her tim nakokî derxistin pêş. Eger di navbera partiyan de pirsgirêk derneketibûna helbet wê baştir buya. Lê li şûna ku pirsgirêk werin çareserkirin û berjewendiyên hevbeş derînin pêş, her tim gotûbêjkirina pirsgirêkan zererê pirtir dide yekîtiyê.
ENKS diyar dike ku ji bo Rojava federasyonê dixwaze. Lê hêzeke wê ya ku têkoşîna vê bide û pêk bîne nîne. Di ser de hêzên bi wan re lihevhatin kirî bûne leşkerên Tirkiyê yên bipere. Bi Tirkan re tevlî êrîşa dibin û Rojava dagîr dikin. Ciyê dagîr kirîn Kurdan jê derdixin û qirkirina neteweyî dikin. Bernameyeke van hêzan ya demokratîk nîne. Ji bo Kurdan peyva federasayonê naynin ser zimanê xwe jî. Li aliyê din, Tirkiye qezencên Kurdan tev ji bo xwe kirine hedef. Ji bo Başûr jî dibêjin me sala 2001ê şaşîtî kir. Ango statûya Başûr qebûl nekirine. ENKS nabîne ku çavkaniya xerabiyan tevan dagîrkeriyê nabîne. Ji bo wan çavkaniya xerabiyan tevan polîtîkayên PKK û YPGê ne. Sala 2016an di referandûma Başûr de PKK tinebû. Navbera Barzanî û Tirkan pir xweş bû. Lê Erdogan bilezûbez bi Tehran û Bexdayê re yekîtî çêkir û digel Kerkûkê herêmeke mezin ji destê Kurdan derxist. Ji bo Barzanî û rêveberiya Başûr tişta hatî ber devê wî got.
ENKSê li her derê YPG û PYD sûcdar kirin. Li gorî wan eger ne ji PKKê bûye wê Tirkan êrîşî Rojava nekiribûya. Di rûyê PKKê de dewleta Tirk Rojava dagîr dike. Bala xwe bidinê dagîrkeran û polîtîkaya wan berpirsiyar nabînin. Ev bêhişbûn û korbûna polîtîk e. Dewleta Tirk li bakkurê Kurdistanê nêzîkî çar hezar gundî roxandin û şewitandin. Bi milyonan mirov avêtin kolanan. Li bajaran bi hezaran Kurd bûn goriyên kuştina kiryar nediyar. Ev gund tev ne PKKyî bûn. Li aliye din dema PDK û YNKê li ber xwe didan Seddam êrîşî Başûr dikir. Operasayonên Enfalê dikirin, komkujî dikirin û bi sedhezaran mirov neçarî koçberiyê dikirin. Di komkujiya Şêx Seîd û Dêrsimê de PKK tinebû. Vê dewletê biryar dabû ku Kurdan bike Tirk û ji dîrokê paqij bike. Ev polîtîka heta weke îro jî neguheriye. Niha Erdogan dixwaze tişta kêm mayî temam bike. ENKS li şûna ku dagîrkeran berpirs bibîne, rêxistinên Kurdan yên weke wê nahizirin sûcdar dike.
Di navbera ENKSê û partiyên din de nêrînên cuda hebin. Dikarin hev rexne bikin, lê ku yek ya din bike dijmin û her tim zindî bihêle faydeyê nade ti kesî. Eger gelê Kurd qezenc bike wê partî tev qezenc bikin. Lê eger gel winda bike, yek partî tenê jî qezenc nake. Divê berjewendiyên siyasî yên rojane û nakokî zanebûna me ya dîrokê şêlo neke. Dibe ku ENKS ji dewleta Tirk bitirse. Dibe ku hêzê bi xwe re nebine ku were hemberî dewleta Tirk. Lê eger partiyên Kurdan yên li ber xwe didin tesfiye bibin, ji ENKSê re tiştek namîne. Ji bo ku li Rojava Kurd ti statûyan bi dest nexin, bi Emerîka û Rûsya re peymanan çêdike. Ku ji ENKSê li Cinêvê çend kes tevlî komisyonê bibin nayê wateya ku wê statüyê bi xwe re bîne. ENKS ne xwediya wê hêza leşkerî û civakî ye ku statûyeke wisa bi dest bixe. Eger di bernameya xwe de cidî be dikare bi partiyên din û gelê Kurd re bibe yek û maf bixwaze. Her kes pir baş dizane ku li devereke weke Rojhilata Navî kesên hêza wan tinebe tişteke ku bi dîplomasiyê bi dest bixin nîne. Emerîka bi Kurdan re li hemberî DAIŞê şer dikir. Qada hewayî ya bakur-rojhilatê Sûriyê di destê Emerîka de bû. Di dawiyê de Trum ji bo ku Tirk êrîş bikin destûr da. Bi destûra Emerîka û temaşekirinê Kurd hatin kuştin. Rûsya jî li Efrînê heman tişt kir.
Dema Tirkiye tengav dibe dibêje, ez ne dijminê Kurdan im, pirsgirêka min bi PKKê re ye. Lê piştî ku ENKS ji bo yekîtiya neteweyî bi partiyên din yên Rojava re hevdîtin kir, dewleta Tirk ew jî kirin hedef. Diyar e ku pirsgirêk ne Kurdên baş, yan yên xerab in. Pirsgirêk tinekirina Kurdan e. Lê heta ku Kurdên li ber xwe didin tine bike pêwîstiya wê bi hin Kurdên ji bo xwe bi kar bîne heye.
Divê ENKS xwe bispêre Rojava û gel. Bi xwespartina hêzên dagîrker federasyon li aliyekî, nikarin xwe jî rizgar bikin. Pirsgirêk ne Kurd, partiyên wan û şaşîtiyên wan in. Çavkaniya pirsgirêkan dagîrkerî û dijminiya wan ya gelê Kurd e. Divê gel rast bê agahdarkirin û derbarê hêviyên wan yên yekîtiyê de hêviyên wan neşkîne. Ne hesasiyeta hêzên derve divê hesasiyeta gel derkeve pêş.






