Ahmet AKTAŞ
Bu cara duduyan ku ez li ser vê mijarê dinivîsim. Bêguman ji ber girîngiya mijarê ye, eger pêdivî hebe mirov dikare gelek caran jî binivîse.
Ez bawer dikim, mirov dikare bêje; afrênerê vê gotina YEKRÊZÎ, Rojava ye. Dibe ku li hinek cihên din jî hatibe bikaranîn lê bi piranî li Rojava tê bikaranîn.
Bi xwe kêfa min gelekî ji vê gotinê re hat. Ne bi tenê ji vê peyvê re, belê ji peyvên SÛRÎ-SÛRÎ re, her wiha ji peyva KURDÎ-KURDÎ re jî tê, ev jî pir hêja ne û cihê kêfxweşiyê ne.
Ez bawer dikim afrênerê van peyvan jî Rojava ye.
Bêguman ji peyvan bêhtir tijekirina naveroka van gotinan giring e. Va ye me agahî û daxwiyaniya duduyan jî bihist û dît ku ji bo Yekrêziya Kurdî li Rojava, gava duduya jî bi erênî hatiye avêtin.
Hilbet ev cihê kêfxweşî û heta cihê mizgîniyê ye. Le divê neyê jibîrkirin, li ser dika “Rojava-Sûriye” gelek gur û rovî hene! Min di nivîsa xwe ya yekemin de jî, hişyarî li ser vê mijarê kiribû û min daxwaziya xwe jî aşkere gotibû.
Dîtin û daxwaziya min bi kurtiya û cewherî ev bû: Xwezî em tevgêrên Kurdi-Kurdistanî, xwe bi xwe li hev runiştina û me pirsgrêkên navbêna xwe çareser kiriban. Bi gotinek din; derdên xwe, birinên xwe, me xwe bi xwe derman kiriban. Ya jî bi gotina we ya delal û watedar ku we afirandiye bibejim; ma em KURDÎ-KURDÎ li hev runiştiban û me bi zimanê xwe yê şêrîn li hev gohdar kiriba û ez hîn jî lê zêde bikim, me li bejn û bala hevdu ya Kurdistanî jî temaşa kiriba û derdên xwe bi dermanê Kurdistanî derman bikira gelo ew ê ne baştir ba?
Bila ji van gotinan an dîtinan kes xelit û çewt û şaş tênegihên, an jî her kes bi kêfa xwe ye û azad e; bi çi awayî têdikigên ew zanin. Ya giring ew e ku em rast û cewherî têbigihên û naveroka van peyvên hêja rast bixin jiyanê!
Em dikarin careke din wê mijarê jî şîrove bikin. Ew hêz an dewletên ketine navbênê an dixwazin ev YEKRÊZÎ pêkbê, mirov weke zimanê dîplomatî bi tenê bêje; em pir spas dikin û mala wan ava be û hwd.
Li goreyî min, ev şîrove an spasname bi tenê bimîne, bi kêr ti tiştî nayê û ji xwe kesek û ti alî ji vêna bawer jî nakin. Ev gotinên glover, bi tenê dilxweşiyek li ser linga û wê gava kurt e.
Lê eger em ji bo dema dirêj li mijarê binêren, divê herkes rast e rast û bi cewherê xwe were ser masa siyasî û bazara xwe jî, wisa zelal ji hev re bidin diyarkirin. Wê gavê, ji ber ku bingeha wê xurt û rast dibe, ew hewldana ji bo YEKRÊZIYÊ jî watedartir dibe. Wê wextê ev kar û xebat û hewldan, ew ê nebe ya gavekê, nebe demkî, ew ê bibe demdirêj û encamgir.
Em dikarin bi nav jî bikin, ne eyb e û ne jî şer me. Ne Rûs, ne Emrika, ne Fransa û ne jî filan dewlet-bêvan dewlet, eger berjewendên wan têde nebe qet/hiç nêzîkî mijarek wisa nabin. Ez bi vê gotinê, tenê armanca wan a hevpar dibêjim. Lê bêgûman her yek li goreyî xwe, siyaset û têkilî û radeya berjewendên wan cihêreng e, cuda cuda ye. Divê ev jî were zanîn. Hilbet li ser Kurdan jî dîtinên wan cihêreng e û her wiha têkiliyên wan jî ew ê cuda be.
Bi taybetî jî sicîlên herdu dewletên giregir; weke kesek hebû digot “Axayê Cîhanê”, Emerîka û Rûsya ne gelekî pak in. Çarenûsa Efrînê û Serêkaniyê û Girêsipî û hwd.li ber çava ne. Ev birînên me hîn dinalin û li hêviya dermankirinê ne. Gef û gur û êrîşên qirkirinê yên Dewleta Faşîst aTirkan, li dijî gelê Kurdistanê, her roj ji roja din zêdetir dewam dikin.
Em jî, ew jî û her kes jî baş zanin, ev dewleta faşist dost-hevalbend ê van her du dewletên giregir(DYE û RÛS) in! Eger yek ji van giregiran, ji Reîs Receb-Bahçelî re bibejin “rawest e”, ew her du faşist, nikarin yek leşker an yek çeteyê xwe bişînin ser gele Kurd an xaka pîroz a Kurdistanê!
Wate, van serokfaşîstan, bêyî agahdariya “Axayên” xwe êrîşî ser xaka Kurdistanê nakin. Bila ji kerema xwe re Putin û Tramp, nebêjin “wele em hewldidin ku Receb û Bahçelî razî bikin”, na xêr ev ne rast e! Ya rast me li jor got.
Bi cewherî divê em van mijaran hemuyan bidin ber çavên xwe û bi vê hişmendiyê û bi vê viyana xwe ya xurt a azad, li gel van giregiran û dewletan danişin, bi peyivin, bi axivin, diplomasiyê bikin an jî bi gotinek din a zelaltir(li goreyî min û bi zimanê gelîrî) em bazarê bikin!
Eger wisa be, di dawiyê de çi derkeve holê, kes nikare glî û gazinda li kesî bike an hevdu “xayin” îlan bike.
Mijarek din jî giring ev e ku; divê ew nerîn û ramana stratejîk a netewa demokratî neye jibîr kirin. Ewqas sal in bi pêkhateyên(Asûrî, Ermenî, Ereb, Tirkmen, Elewî, Êzdî, Xiristiyan û hwd.) Rojava-Sûriyeyê re, Rêveberiyek Xweseriya Demokratî ya bi rûmet hatiye damazrandin û bi serberzî hatiye birêvebirin û di raya giştî cihanî de jî, weke modelek modern a rêvebirina civakî hatiye pejirandin, zerar û ziyanê ji vê Yekrêziyê nebîne. Berovajî, divê ev Yekrêzî vê rêveriya heye hîn bêhtir xurt bike, herdu jî hevdu xurt bikin.
Di vê çerçovê de, eger em karibin yekrêziya xwe ava bikin û em li ser vê bingehê û vê hişmendiyê bi xwe bawer bin, wê wexte em dikarin bê tirs, bi her kesî, bi her hêzê û bi her dewletê re danstandina piralî û bazara diplomatî jî bikin û bidin meşandin.






