Sîpan Şînda
Mêtîngerî, ango pergala tinekirin û qirkirina rengan, cudahiyan, çandan, neteweyan. Dîroka mêtîngeriyê ji rûpelên reş bi xwîna sor ya feqîr û jaran, ji qirkirin û talankirinê hatiye nivîsandin. Her kevirekî qesrên wan şahidekî xwînmiştina hejar û belengaze ye. Ji bû mêtîngeran cih û war û dem ne pirsgirêk e. Ew li kûderê ji xwe re bikaribin cihekê bibînin, ewê êrîşî wêderê bikin û dest bi talan û qirkirinê bikin. Pergala mêtînger ya komara Tirk eve sed sal in li ser Kurdan hemî rêbazên pişaftinê bikar tîne. Rêbaza herî xirab ji ewe ku Kurd anîne asteke welê, êdî wana bi destê wan asîmîle dike. Îro ne hewceye ku ew bixwe ji bû pişaftinê êdî hewldanan bike. Otoasîmîlasyon di nava Kurdan re weke çerxa dinê bêkêmasî dizivire. Yek ji zarokên Kurdan yê bûyî didanek yê vê çerxê jê Yaşar Kemal e. Kurdê ku di nava wêjeya tirkî de herî zêde tê naskirin û serkeftî Yaşar Kemal e. Ew ji navça Wanê Erdîş ê ye. Malbata wî jiber Serhildana Şêx Seîd, di 1926’ê de ber bi Edenê ve tê sergumkirin û ew ji di riya sergumê de xwidê dide. Ew li Edenê mezin dibe. Diyare ku malbata wî tam Kurdewarin. Lê ew bû xizmetkarekî mezin ji bo pergala ew ji rayên wî qetandî. Ez bawerim Kurdê herî zêde xizmeta zimanê Tirkî kirî Yaşar Kemal e. Yan ji yê herî zêde xiyanet li ziman û çanda Kurdî kirî ew e. Ewî mesele, biwêj, serhatî, serborî, metelok, gotinên pêşiyan û hwd yên Kurdî, weke yên Tirkî dayîne xwiyakirin û di romanên xwe de welê vehûnandine. Ewî di romanên xwe de hema her û her jiyan, çand, çîrok û metelokên Kurdan, vegotine; lê ewî bi awayê hecko ew amûr hemî yên civaka Tirkin vegotine. Dema mirov pirtûkên wî dixwîne, mirov dizane ku hevîrê wan çîrokan ji Kurdî hatiye strandin. Lê bi awayekî hostayî kiriye Tirkî. Ji xwe ew bi xwe ji dibêje min bi Kurdî difikirî û bi Tirkî dinivîsî. Dema Kurdan romanên wî dixwendin xwe di nava wan çîrokan de didîtin. Eyn weke helbestên Ehmed Arifî. Jiber wê Kurdan hema her û her pirtûkên wan dixwendin. Her çend ewan ji ev ji bû xwe weke serbilindî û serkeftinekê didîtin, lê belê ew bibûn alavên pergalê û bi xwendina pirtûkên wan Kurdan hayî ji helbestvan û nivîskarên Kurd nemabûn. Mirov dikare bêje belgî hetanî salên 1980’yê di medresan de pirtûkên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Melayê Batê dihatin xwendin. Lê piştî vê demê êdî ew ji neman. Kurdên “çepgir-şoreşger” bi temamî berê xwe dan tirkî, çanda tirkî û çepgirên tirk ji xwe re kirin model. Hingî roja paştir ew pitir ji Kurdî û Kurdewariyê dûrketin. Bi saya serê van nivîskarên binyat Kurd lê kesayetî Tirk, Kurdên ku çûyîn zanîngehan û metropolan, her çend bi awayekî polîtîk ew Kurperwerbûn ji, lê di warê hizr û giyanî de pirrê wan ji çand û jiyana Kurdî dûrketin. Çanda Kurdî, zimanê Kurdî ji jiyana xwe derxistin û bi vêre ji xwe weke “şoreşger” û “rewşenbîr” didîtin. Pirtûkên Ehmed Arifî her tim di destê wan de bî û qala Kurdîtiyê dikirin. Lê belê li mal bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivîn, Kurd paşvero didîtin, zimanê Kurdî kêm didîtin. Êdî bi saya serê wan nivşên zarokên Kurdan yên Kurdî nezan mezin dibûn. Ango yên dibêjin “ez Kurdî fêm dikim lê ez nikarim biaxivim” derketin.






