Medenî FERHO
Şoreş şer e, şoreşgerî paratîk e.
Gotina “şoreş şer”e, manîdar nebînin. Şoreş, guhertineke pirralî ye, di sîstemekê de guhertinek bingehîn e. Restorasyon jî guhertinên biçûk in û bi hêzkirina şoreşê ye. Lewma, şoreş, tenê bi hêza çek çênabe.
Di tevahiya şoreşên cîhanê de, mixabin, hêviyên gelan hatine şikandin, civak mûr şikestî bûye. Lehengên şoreşan yan hatine kuştin, yan jî bi “hevkariyên menfûr” ji riya şoreşgerî dûrketine.
Şoreş “aşq” e!.. Têgihiştina sirr û razên vê “aşq”ê jî, herî baş li Kurdistanê tê dîtin.
Li Kûbayê hinekî xuya kir, lê ji cîhanê re nebû mal. Sîstema kapîtalîst şoreşa Kûba dorpêç kir. Dorpêç û tecrîda sîstema kapîtlîst, wek li Imralî û Bakurê Kurdistanê tê dîtin, dijwar e. Navê wê, despotîzma emperyal e!…
Şoreşa Kurdistanê, cûda ye, hem çek e, hem gotin e, di rengîniya bedena Şahmaran de, di dil û cigerên Promethaus de, ku her roj ji nû dikê de, di hêlîna Teyrê Sîmûr ku Zalî Zer û agirê Kawa de xwe ava dike.
Ev sirr û raz di Zagrosan de veşartî ne û em vê rastiyê di jiyana Kasim Engîn û lehengên azadiyê de dibînin.
Skenderê Mekedonî jî di nav de, tu kesî, bi taybetî hêzên dagirker, ev sirr û razê ku wek “eşq”ê, ji nifşan radestî nifşan dibe, fêhm nekirine. Lîderên şoreşên cîhanê jî, (em şagirtên Îsa hesab nekin), ev “eşq”a mezin, ku senteza hemû hişmendî û huneran e nasnekirine. Ji xisleta 4×4 kêm mane.
Lewma di şoreşên mezin yên cîhanê de encam ne hatiye bidestxistin. Gelo sedem çiye?Pirs ev e û bersiv jî di zemtkirina zimanê diyalektîka serdemê de ye. Şoreşa Fransa bi gotina “mezin” tê bi navkirin, bûye çavkaniya mafên mirovan, hiquqê hemdemî û guhertina komarê. Lê, serkêşên Şoreşa Frana, zimanê serdemê zemt nekirin, çûne ber giyotînê û ligel serê wan, zimanê şoreşê jî hate jêkirin.
Şoreşa Fransa xwe ji “jakobenên bi cizme” rizgar nekir.
Şoreşa Kurd cûda ye, lê dijminê gelê Kurd û jî cûda ne. Dewşirmeyên “Turk-î Îslam”, di xesandinda rewşenbîr û siyasetmedaran de, di pêkanîna “hevkariyên menfur” de hosta ne. Mussolînî hinekî xwe şibandiye Îttîhadiyên dewşîrme, lê mêjiyê Musolînî, du-rayî (bêbav) nîne, nav li faşîzma xwe kiriye, lê ji revîzyonek berfireh û wêde neçûye.
Îttîhadiyên deweşîrme, bêyî ku nav li sîstema xwe bikin, newî has mogolî û çetewarî kar dikin. Dîse jî li hemberî Şoreşa Kurd, bêmecal dimîne. Du sedemên vê hene; yek paradgimeya Ocalan e ku ji şoreşên cîhanê cûda sentezek cîhanşimûlî pêkanî ye. Du: Şagirtê, Ocalan, di paradigmeyê de zimanê serdemê zemt kirine. Lewma di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de, hêzên kapîtalîst jî di nav de, cîhanê li bilûra şoreşa kurdî dan, pesnê dengê bilûr û strana azadiya li Kurdistanê dan.
Dengê bilûr û şoreşa Kurdî, di du awazan de xuya kiriye: yek azadiya jinê û lîlandina li hemberî dewletên heydut û çeteyan e; dengê din jî dengê lehengên destanî û “gotin”a pêşengên weke Kasim Engîn û kamera Xelîl Dax e!…
Em ji Daniyel Pêxember jî dikarin mînakan bidin û bêjin:Daniyel Pêxember, ji “upenîşadên” Zerdeşt, zimanê Tewratê afirand, “kulliye”ya hawarkêşiya teolojîk derxiste holê, bu çavkaniya nasnameyek cîhanşimûlî.
Ziman, vekirina kilîda şoreşê ye û em dibînin ku lehengên weke Kasim Engîn û Halîl Dag, ew kilîda pirrengî û çeka bu huner û cewherê estetîkî dagirtî ye.
Şoreş guhertin e, lê têkoşîna berdewam ya civakan e. Ziman jî xwedî kirina vê berdewamiyê ye. Berdewamî di firçeya Pîcaso de, di helbestên Neruda de, di nivîsên kasim Engînd e, romana “DemaTûreşkan” de tê dîtin. Eger ev nebê, wê nikaribe potansiyal faşîzma zincîrên
Bi gotina sosyologan, “mirvo bi tevgera xwe û çalekiyên xwe mirov e!…” Kasim Engîn mînak e!… Li hemberî “nekbet-felaket”a nokerî û “hevkariyên menfur” navê şoreşê ye.
Şoreş, eger nebin dibistana civakan, nikarin fanatîzmê berteref bikin; wekî li Sowyetîstanê, dikare bibe çavkaniya “Oblomov”an, weke li Emerîka hate dîtin, dikare bibe çavkaniya selefkarên weke “Hecî Pepe”.
Em dirêj nakin, şoreş şer e !.. Divê zimanê Şoreşa Kurdî, wek lehengiya têkoşeran bi hêz û “îffet” be, dikaribe silmê berteref bike, zindan Îtîhadiyên Turk-î îslam bihêrivîne. Ev wê israr û berdewama aqîl ya şerê berdewamî ya şoreşê bi hêz bike.






