Idrîs HENAN
Zihniyeta berjewendîperest ku veguheriye girêkeke kor a danûstandinan bandorek neyînî li şiklê civakbûyîna îroyîn kiriye. Her bizav û teşegirtineke civakî li dora xwe kom kiriye ku mirovahî ji nirxên xwe bê par hiştiye. Ango; mirovahiyek li gorî asta qezenc û ziyanê daye avakirinê. Vê dualîteya çelûxwar a qezenc-ziyanê rê li ber hovîtiyeke bê hempa a sîstemên destpot vekiriye û laperên bê jimar ên koletiya nûjen ava kiriye. Her çendî metodên zanistê pêşketibin jî bi qasî wê zanyariyên qirkirin û jinavbirinê yên sermayeyê bi pêş ketine. Wer lê hatiye ku jiyana gelan ezbere û sextebaz bûye.
Gelên ku hewl dane rastiya xwe ji vê xefka fêlbazan rizgar bikin, di bin navê “berjewendiya sîstemê” de rastî her cureyek qirkirin û cînosîdê tên. Name jî ew e ku; nabe tu ji derveyî sînorên berjewendiyên me yên teng ku pala xwe dane qezenca zêde hebûneke dîtir ava bikî. Yan jî; her teşegirtineke derveyî vîna tixûbên desthilatdariyê, heyînek dermirovî ye û tunekirina wê mafekî esîl ê pergala serdest e!
Ji lew re kêlî bi kêlî nexşeyên ceostratejîk li gorî prensîbên totalîtar ên sîstemê û siyasetên wê yên hundir û derve têne guhertin. Ji bona wê jî navên fena ‘kûrahiya stratejîk, ewlehiya neteweyî, berjewendiya bilind û ….. hwd’ li kiryarên xwe bar dikin. Qey mafê parastina hebûnê tenê mafekî wan a mutleq e?. Ji bo tekûzkirina wê jî her cureyên kirinên hov meşrû in!
Ta ku em dûr nerin û xwe nexin nava vê girêka kor a berjewendîperest, em tenê çavekî li dîroka nêz a faşîzma Erdogan û nêzîkatiyên derdorê bixin, em ê baş têbighêjin vê şiklê qule yê maf û hiqûqan. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên ji pêkhateyên Sûrî û gelek hemfikrên wê, di 24 Tebaxa 2016’an de bi awayekî rasterast destwerdana axa Sûriyê kir û herêma di navbera Cerablus-Ezaz de dagir kir. Piştî du salan di 20 Çileya 2018’an de bi teknîkeke hê hovtir û kîneke nijadperest berê xwe da Efrînê û piştî du mehan ji êrişan ew jî dagir kir. Di Cotmeha 2019’an de jî bi itîfaqa global a bi Trump û hevalbendên wî re êrişî herêmên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirin. Parelelî van destwerdanan li parêzgeha Idlibê rojane sewqiyat û bi awayekî berbiçav hebûna xwe ya leşkerî bi deh hezaran li beramberî Rûsya û rejîma Sûriyê zêde dike. Heman senaryo li Başûrê Kurdistanê, Lîbya, bakurê Deryayê Spî û Afrîqyayê, Yemen, Qibris, Yonanîstan, Somal û Misrê pêk tîne. Di hemû êrişên xwe de pankartên mîna ‘Mertala Firatê, Şaxa Zeytûnê, Kaniya Aşîtiyê û … hwd’ hil dide. Ji bo heyîna xwe ya li ser esasê qirkirina gelan misoger bike van hemû destwerdanan pêk tîne ku qaşo mafekî wê yê rewa ye! Ji bo wê heyîna çelûxwar mayînde bike bi hevalbendên xwe yên NATO’yê re ‘Fransa, Italya, Yûnanîstan û … hwd’ ketiye nava gengeşeyên kûr û xeber û dijûnên pîs ji wan re dike.
Vê pozisyona nû ya faşîzma Tirk bê tebatiyek ceosiyasî li herêmê ava kiriye. Vê bedreftariya Tirkiyê bala hevalbendên wê kişandiye ku berpirsekî wezareta parastinê yê Fransayê got: Pêwîste NATO li hemberî van reftarên Tirkiyê weke stûdirêjan serê xwe nenixumîna qûmê. Em nikarin bibêjin ku pirsgirêka NATO bi Tirkiyê re nîne. Pêwîste em bibînin, bibêjin û pê re mijûl bibin.
Diyare zihniyeta berjewendîperest a hegemoniyê heya radeyekê rê daye dîktatoriyek nola ya Erdogan zindî bibe, lê dîrok tivî dike ku têkoşîna gelên birêxistinkirî wê zihniyetê mecbûrî têkçûnê dike. Dê heman dualîteya qezenc-ziyanê rê li ber van dijminatiyên Tirkiyên ji gelan re bigire û wê bi guhertina rêgez û pozisyonên berjewendîperest re faşîzm têk biçe.






