Hozan û helbestvanekî xizan û hejar, jiyanek perîşan û belengaz, bûrandina zarokatiyek sêwîtî, şivanî, bêçîvanî, gavanî… Lê di gel van hemiyan mirovek rûken û rûgeş, zilamekî devilken û serbilind. Navê hozanê me Abdûllah Işnaç e. Lê hemî kes wî bi navê Evdiyê Gozelê nasdike. Gozel, navê pîrika wî ya bavê ye. Navê bavê wî Hacî bûye, lêbelê ew hêj kiçik diya wî diçe li ser dilovaniya xwe. Pîrika wî ewî xwedî dike û ew ji bi vî navî tê naskirin. Ew bi xwe ji gundê Biryan yê li ser Sirnexê ye. 8 zarokên wî hene, 5 kur, 3 keç. Her çend çi dibistan ne xwendibe ji, ew kesekî zekî bû. Bes weke gelik kesan mixabin ew ji di nava civakê de weke “keledînekê” dihate bi nav kirin. Ji ber ku ew gelkî henekker û keyfîn bî, di nava civakê de pirr dihate hez kirin ji. Ya rast ger ew bi xwedî bûya yan ji derfetên wî hebîna, ewê bibûya ‘komedyenekî’ navdar. Ew kesekî gotinên wî di devê wî de bûn. Gelik dizanî gotinan li hev bîne û mirov dikarî bi seetan bê veder û bi kêf guhdarî gotinên wî, tinaz û yariyên wî bike. Kesekî gelik dilovan û nevs biçûk bû. Ji ber wê dilovanî û nevs kiçikiya wî her tim zarok li dora wî kom dibûn û ewî ji wan re henek dikirin, li tembûrê dida, helbest digotin. Ew hozan û helbestvanekî ji nava civakê bû. Helbestên wî gotîn û nivîsandîn, hemî ji li ser jiyana civaka ew di nêvde di jiya bû. Helbestên wî bi awayekî tinazî, li ser pirsgirên civakî bûn. Ewî birînên civakê baş dizanî û her tim ji wî tanîn ziman. Ew hozanekî di nava gel de bû. Ewî her tim helbestên xwe li qehwan, li parqan, li civat û dîwanan, li dawetan, li şîn û şahiyan ji gel re digotin. Civata ku ew lê rûniştiya gotin ya wî bû. Civat her tim bi henegên xwe geş û şa dikir. Carna bi tembûra xwe û pirrê caran ji bê tembûr helbestên xwe digotin. Di helbestên xwe de gelik caran rûspiyên civakê yan ji rêber û serokên dinyayê rexne dikir. Bes bi awayekî henekî û kes pê ne êşe digot. Mînak, li ser Tansû (çiller)-Clinton, Obama, Erdogan û çend rûspiyên Sirnexê gotine. Ne tenê li ser wan her weha li ser halê xwe, feqîriya xwe ji helbest gotine. Me got her çend ewî dibistan ne xwendî bû jî, bes ji ber ku ew mirovekî gelik fêhma ye, hînî zimanê Tirkî bûye û demekî kurt mamostetî ji kiriye. Lê ji ber ewî daniye zarokên gundiyan, gundiyan ji gelik li wî dane û ewî êdî mamostetî nekiriye. Ew di salên 1990 an de çend salan cerdevaniyê ji dike. Lê dema ew cerdevan tê girtin û bi alikarî kirina PKK ê tê tewanbar kirin û 3 sal 6 mehan dikeve zindanê de. Dema cerdevanî dikir rojekê ketiye kemîna gerîlla, lê bi saya serê hozanî û fêhmaya xwe helbestekê li ser bêtêlê ji wan re dibêje û ji kemînê xilas dibe. Ev helbest ji eve:Raste, vê Biryanê wa bi zikake Têde di meşê cehşê pake
Jêre bîne cehûrek ka û pape
Gundigî, Biryanî, Kirûnî hevre bîne tifaqeMa hûn nizanî ji ber şehîdê Kêlga RizaqeBi rastî min di dixwest ez berfirehî li ser hunera û helbesta wî bisekiniyam, lê mixabin cih nîne. Evdiyê Gozelê hêj ciwan, di 56 saliya xwe de çare ji nexweşiya penceşêrê nekir û di 8/06/2017 an de çû li ser dilovaniya xwe.
Sîpan ŞÎNDA