Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qanûna Sezar ya Emerîka û herêmên xweser

15/06/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Ambargoya Emerîka li ser Sûriyê pêk tîne dikeve pêvajoyeke nû. Dixwaze bi qanûna Qeyser rejima Esed biroxîne. Hêzên rejimê li ser piyan dihêlin û piştgiriyê didinê wê wan jî bixin nava ambargoyê. Bi pêkanîna ambargoya nû re wê qîmetê lîreya Sûriyê pirtir bikeve û li bazarê wê bawerî pê nemîne. Lîreya Sûriyê li derveyî welat ti qîmetê wê nîne û ti kar pê nayê kirin. Li nava Sûriyê tene mirov dikarin bi kar bînin.
Lîreya Sûriyê li hundir jî ti qîmetê wê nîne. Pêwîstiyên ji derve tên tev bi dolaran tên standin. Dema wisa dibe welatî jî berê xwe didin dolar. Dolar li gorî par li hemberî lêreya Sûryê çend qatan biqîmet bûye. Piştî niha ti kes nikare pêşiya dolar bigire. Ji bo destwerdana li bazarê di destê rejimê de ti çavkanî jî nînin. Ji bo wê rewşa gel ya aborî her ku biçe wê pirtir bibandor bibe. Berî niha kesekî li hemberî sed dolarî mûçe distand, wê de destê wî de deh, pazdeh dolar bimînin. Hêza welatiyan ya kirînê bilez dikeve. Ev jî dibe sedem ku li bazarê bihayê pêwîstiyan serûbin bibe. Her ku biha bilind bibe wê ewqas bandorê li gel bike.
Halê hazir Emerîka bi awayekî fermî da xuyakirin ku wê bakur-rojhilatê Sûriyê li derveyî ambargoyê bimîne. Ji bo wê herêmên rêveberiyên xweser awantaja wan pirtir e. Lê ev nayê wê wateyê ku wê ev herêm ji ambargoyê bibandor nebin. Lewre ev herêm pereyên Sûriyê bi kar tînin. Kesên derfetên wan hebin wê li bazarê dolaran kom bikin. Wê ev jî bandorê li gera mal bike. Ji bo ku pirtir zererê nebinin dezgehên piçûk cihê karên xwe digirin. Kesê qezenca wan kêm bibe diyar e ku wê hêza wan ya kirînê jî kêm bibe. Wê ev jî zererê bide bazarê. Bêkarî û xizanî wê pirtir bibe. Her ku bakarî û xizanî pir bibe wê hêza kirînê jî kêm bibe. Bi kurtayî her ku biçe wê krîza aborî kûrtir bibe. Wê ev bandorê li qadên civakî û siyasî jî bike.
Rêveberiya xweser divê geşedanên civakî û siyasî jî li ber çavan bigire û li gorî wê tedbîrên xwe di ber çavan re derbas bike. Wê rewş xizanî, karê tiryakê, bêxlaqî, sûcûn dizî û şelandinê pir bike. Wê nerihetiya gel bibe sedema pertek û bêaramiyê. Niha rewşa bakur-rojhilatê Sûriyê ya siyasî û aborî li gorî dewletên li derdora wê baştir e. Başûr nikare mûçeyê karmendan bide. Li Sûriyê herêmên di binê dagîrkeriya Tirkiyê de zor li gel tê kirin ku pererê Tirkan bi kar bîne. Rêveberiya Şamê her ku diçe tengavtir dibe. Li Tirkiyê krîza aborî kûr dibe. Halê hazir herêma hinekî biawantaj dîsa bakur-rojhilatê Sûriyê ye. Di destê herêma xwser de çavkaniyên heyîn dixe xizmeta gel. Dixebite ku pêwîstiyên gel yên mecbûrî pêk bîne û kêm neke.
Rêxistinên istixbaratî yên hêzên dijber û çapemeniya wan zehmetiya ji ber ambargoyê derketî û tengayiya aborî dixebitin serê gel tevlîhev bikin û provakasyonan birêxistin bikin. Hin komên berjewendîperest jî piştgiriya wan dikin. Pir girîng e ku gel rewşa em tê re derbas dibin fêm bike. Sûriye jixwe di nava şerekî navxweyî de ye. Aboriya wê roxiya. Weke din hê ne aştî pêk hatiye ne pirsgirêk çareser bûne. Dagîrkeriya Tirkiyê û amadekariya wê ya ji bo şer dewam dike. Li milê rejimê jî hewldaneke ji bo demokrasiyê û bernameyeke reforman nîne. Dewletên dest li Sûriyê werdayîn jî bernameyeke wan ya demokratîk û berjewendiya gel biparêze nayê dîtin.
Divê gelên tevlî rêveberiya xwser bûyîn bizanin ku welatê lê dijîn ne welatekî normal e û ne di rewşeke normal de dijîn. Ji aliyê dijmin ve hatine dorpêçkirin. Herêmên hatîn rizgarkirin yên weke Efrîn û Serê Kaniyê hatine dagîrkirin. Bi sedhezaran mirov careke din neçarî koçberiyê bûne û amûrên jiyanê tev ji destê wan hatine derxistin.
Divê rêveberiya xweser bikare pirsgirêkên ji ber ambargoyê derketîn çareser bike. Lê ev bê desteka gel ne pêkan e. Divê gel jî bizane ku ne li welatekî norml dijî. Divê bi zanebûna ku wê xizanî û zehmetî hebin fedakariyê bike. Divê bi derfetên di destê xwe de debara xwe bike. Divê nebêje di binê vê dorpêç û krîza aborî de bila jiyan û derfetên min normal bin. Eger bibûya baş bû. Jixwe rêveberî dixebite vê pêk bîne. Lê çavkaniyên rêveberiyê yên dowîzan nînin. Banka nînin û nikare ji saziyên navneteweyî alîkariyê bistîne. Tişta ku dimîne ew e ku gel qabiliyeta xwe ya afrêner nîşan bide. Weke din divê meydan ji keysbazan re nemîne vala. Bi kurtayî rojên zor li pêşiya gel in. Ji ber wê erkê her kesî ew e ku li gorî rewşa heyî berxwedanê xurt bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.