Sîpan Şînda
Dîroka mêtîngeriyê hemî qirêjî ye, talan e, qirkirin e, wêrankirin e, pişaftin e, qetl û xwîn e… Her çend pergala dewleta Osmaniyan ji ya xelefê wê Tirkiyê cudatir be ji, lê belê xelefê wê ji li ser şopa wê polîtîkayên xwe yên mêtîngeriyê domandiye. Di vê sed sala Komara Tirkiyê de, pişaftin û ji holê rakirin ewqas hovane û bêhempa li ser Kurd û Kurdiyatiyê hatiye kirin, nayê hesabê. Êrîşkirina li ser çand û zimanê Kurdî li aliyekê, bi pisporî û şanazî ketine di nava kûrahiya hişmendiya kes û civakê, hetanî rayê herî zirav yê giyan û hişmendiya Kurdî jî ji aliyê mêtîngeran ve hatiye dagirkirin. Ev yek di destpêka komara tirk de bi awayê zordarî, kuştin, sergumkirin, girtin, hepiskirin û hwd hatiye kirin. Her ku dem derbas bûye pisporiya wan ya di derheqê pişaftinê de zêde bûye û pergalê ji roj bi roj fêkiyê van polîtîkayên xwe xwariye. Bi vî hawî zarên Kurdan yên xwendîn, xistine di bin xizmeta xwe de. Gelek ji wan kesan bi awayekî “polîtîk” di hişmendiya Kurdbînîya xwe de bûne. Lê bi awayekî çandî, wêjeyî, perwerdehî, “rewşenbîrî!” xizmetkarên pergalê yên herî baş ew bûne. Gelik ji wan bûne nivîskar û helbestvanên gelik jîr û nav û deng yê zimanê Tirkî. Hinek ji wan di riya sergumê de xwidê dane, hinek hêj zarok bi malbata xwe re çûne sergumê, hinek ji bi awayekî din ji Kurdayetiya xwe hatine dûrxistin. Cemal Sureya, helbestvanekî Tirk(î) yê navdar e. Ehmed Arif, helbestvanê Tirk(î) yê navdarditirîn e. Yaşar Kemal, roman nivîsê Tirk(î) yê navdartirîn e. Cahît Sikqî Tarancî, Ziya Gokalp, Ehmed Kaya, Ibrahîm Tatlises….
Emê di vê rêzenivîsê de hewl bidin ku hinekî bi kûrahî li ser pişaftinê bisekinin. Bi kite kit û bi mînakan emê hewl bidin ku rastiya pişaftinê û encamên wê danin li ser guhê merşikê. Jiber wê emê ji destpêka avakirina Komara Tirkiyê destpê bikin. Emê bibînin ku ka pergalê Kurd çawe ji xwe re kirine paleyên pişaftinê. Ango çawe Kurd bi destê Kurdî pişaftiye.
Ziya Gokalp, ew bi xwe ji Amedê ye. Di ciwaniya xwe de li gel welatperwerê Kurd Abdullah Cewdet dimîne. Paşê ji wî vediqetê û xwe dide niştimanperwerên Tirk re. Ziya Gokalp weke Kurdekî, rêgezên niştimanperweriya Tirkîtiyê nivîsiye. Ew weke yekemîn civaknasê Tirk tê qebûlkirin. Ewî him di demên dawî yê Osmaniyan de û him ji di destpêka komara Tirkiyê de xizmeteke mezin ya niştimanperweryeriyê û ya fikrî ji tirkan re kiriye. Atatûrk dibêje babê fikra min yê niştimanperweriya tirkîtiyê Ziya Gokalp e.
Ehmed Arif, ew jî ji Amedê ye. Ez welê bawerim ku helbestvanê navdartirîn yê zimanê Tirkî ye. Ew helbestvanekî hêl e. Hostayê peyvê ye. Ewî helbesta tirkî derxistiye lûtkeyê. Lê pirrê amûrên wî ji civaka Kurd e. Jiber ku zarokatiya wî li Amdê bûriye, ewî civaka Kurd baş naskiriye. Her çend bi awayekî “polîtîk” di hişmendiya Kurdîtiya xwe de bî ji, bes bi awayê “rewşenbîrî” ew ji Tirk bû.
Cemal Sureya, Kurdekî Erzinganê ye. Piştî qetilîama Dêrsimê di 1938’ê de malbata wî ji Dêrsimê têne sergum kirin. Ew wê demê zarokekî 7 salî bû. Ew ji helbestvanekî Tirk(î) yê navdar e. Li gorî jina wî dibêje, Kurdîtiya wî tenê dema nav li kurê xwe kirî hatiye bîra wî û piştî wê ji qet behsa Kurdîtiya xwe nekiriye. Ew ji aşiqekî qatilê xwe bûye.






