Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di Rêveberiya Xweser De Hevserokatî

12/06/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di Rêveberiya Xweser De Hevserokatî
Share on FacebookShare on Twitter

Nûrşan HISÊN

Bêguman, di şoreşa hişmendiyê ya Rojavayê Kurdistanê de ku bi şoreşa jinê hatiye binavkirin, yek ji destkeftiyên hêjayî nirxandinê, sîstema hevserokatî ye. Ev sîstem di nava Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de weke xaleke bingehîn li gel xalên misogerkirina mafên jinan hatiye bicihkirin, û ev bû pênc sal in di hemû komîte, meclîs, sazî û dezgehan de ketiye pratîkê.
Hevserokatî weke pênasekirin tê wateya rêveberiya ji du zayendan bi hev re û li kêlek hev in, ku serê pîramîda desthilatê tê şikandin û têgeha rêveberiyê dikeve dewsa desthilatdariyê. Hevsrokatî, bi gotineke din tê wateya şikandina sîstema olîgarşîk ya ku weke sîstema serdestiya yek zilamî hatiye naskirin û di împeratorî û dewletên cîhanê de pêk hatiye.
Ger mirov li welatên Rojhilata Navîn binêre, wê bibîne ku di dîroka nivîskî ya fermî de, jin bi temamî ji qadên siyaset, aborî, tendirustî û çapemeniyê hatine dûrxistin û ger jinê di hin qadan de cih girtibe jî, bi awayekî ferdî bêyî ku wekheviya misoger bibe pêk hatiye. Lê belê ger mirov bi çavên fîlosof, zanyar û arkolokan li dîroka ne nivîskî ya nixumandî binêre, wê bibîne ku serdestiya yek zilamî ne qedera mirovahiyê ye, û di carekê de derneketiye holê. Dîrokeke dirêj ya rêveberiya xwezayî ya wekhev hatiye jiyankirin û gelek pêvajoyên trajedîk derbas bûne ta ku civaka seretayî ya wekhev û aştiyane veguheriye civaka çînî ku diyalektîka kole-koledar tê de bûye rastiyeke bi êş. Weke mînak, di serdema mîtolojîk de, xwedawendên jin rêveberên civakan in û bi giştî jin sembola berhemdayîn û pîroziyê tên pejirandin. Mînaka wê jî Nînhorsag, ku rêveberiya serdema dayîksalariyê dike û çanda çendiniyê û parvekirina bi edalet dimeşîne. Piştî hezarê salan, di encama zêdebûna berhemê û binkeftina rêgezên parvekirina dadmend û pêşketina ferasetên nêrtiyê, mêr derdikevin ser dika rêveberiyê û li gel xwedawendên jin, xwedawendên mêr jî cih digrin. Mînaka vê jî di mîtolojiyên yewnanî û misrî de navên hev-xwedawendên weke Îştar-Tammuz, Kîbala-Atîs, Îsîs-Osîrîs û Hepat-Hîpatya hene. Mirov dikare bibêje, sîstema hevserokatiyê ji wan serdemên dêrîn ve destpêkiriye, heta demeke dirêj jî ajotiye, lê mixabin piştre di encama pêşketina şaristaniya bajarvaniyê û pê re serdestiya bazirganiyê û têkçûna nirxên civaka çandiniyê, xwedawendên jin rastî tundiyê hatine û bi şêweyên xirab ji aliyê hevserokên xwe ve hatine kuştin. Mînaka wê ya berbiçav, dema Enkî komployê tîne serê Înana û nirxên wê yên pîroz didize û bi tena serê xwe sîstema olîgarşîk bi rêve dibe.
Piştî wan serdeman û bi derketina olên yekxwedayî re, jin-xwedawend ji kokê ve têk diçin û li ser gelek pêvajoyan, xwedayên nêr bi riya pêxemberên nêr weke rastiyeke ku qedexe ye bikeve nîqaşê dibin serwerên civakan. Bi vî awayî dîroka 5000-6000 salî ya serdema baviksalariyê tê jiyankirin û heya roja îro zayendperestiyê bi xwe re tîne. Cîhan bi temamî dibe cîhana mêran û jin carinan di asta duyemîn de tê dîtin, carinan jî weke mirov nayê hesibandin. Ev mentiqê çewt jî, hem bi riya olan, hem bi riya felesefeya ku diyalektîka subje-obje ango kirde-bireser dane pejirandin dibe mentiqê serdest. Bi kurtasî, mirov dikare bibêje, mêr navenda jiyanê tê dîtin û jin weke alîkara mêr ya berdewamiya jiyanê tê hesibandin.
Ji bo ku ev mafxwariya mezin ji holê rabe û jin careke din nefesa ku jê hatiye birrîn bistînin û mafê derketina ser dika rêveberî û siyasetê werbigrin, hertim berxwedaniya bêhempa ya jinan dom kiriye. Carinan serkeftî û gelek caran binkeftî bûye. Di dîroka nêzîk de ya sedsala 20. li Brîtanya, da ku jin mafê dengdayîna li parlemantoyê werbigrin, serhildanên jinên çîna navîn çêbûne, mînaka ‘Emily Davison’ jina ku xwe avêtiye bin lingên hespê şahê Brîtanya û di çalakiya balkişandinê de xwe kiriye feda, hêjayî bibîrxistinê ye.
Di roja îroyîn de, jinên Rojava ku li ser mîrateya jinên kurd ên şoreşger yên bi salane li çiyayên Kurdistanê li hember hovîtiya faşîzmê û zilamperestiyê şer dikin, di cîhanê de bi şahidiya fîlosofên hêja weke Murray Bookchin, Angela Davis, Naom Chomsky û gelek navdarên derveyî sîstema kapîtalîst, weke pêşengên azadiya jinê tên dîtin. Niha li Rojavayê Kurdistanê, jin di qadên siyasî, dîplomasî, aborî û civakî de bi rêjeya 50% hene û pêşengiya herikbariya xebatên şoreşê bi giranî para jinan e. Sîstema hevserokatî di hemû qadan de pêk hatiye. Lê hîna jî şaştî û kêmasiyên zihniyeta rêvebirinê nehatine desbaskirin û zehmetiyên cewherî tên kişandin. Sedema wê jî, heya niha jin û mêran xwe negihandine wê baweriyê ku jina niha ne Hewaya ji parsiwê Adem derketiye û mêr jî ne zayendê bijartî ye, jin ne alîkara mêr e lê hevpara biryarê ye, mêr jî ji jinê ne zanatir e û aqilê wî ne girantir e. Jin û mêr wek hev in û hevdu temam dikin. Divê têkoşîneke bêdawî di vê çarçoveyê de bê kirin, da ku ferasetên şaş bi demê re werin rastikirin. Herî girîng jî, divê nifşên nû li ser zihniyeta hevjiyana azad û wekheviya zayendî werin perwerdekirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.