Idrîs HENAN
Di welatekî de kîjan beşên pêkhateyan li hev bikin qezenc û hêza wî welatî ye. Eger lihevkirin giştî be hê deha baştir û qewîmtir dibe. Berovajî lihevkirinan dijminatî û parçekirin e. Ji ber ku aliyê fîtne û fesadiyê di cewherê xwe de teyisandina lawaziyê ye, her çendî lihevker kêm bin jî, hêza wan ji ya cudaxwazan xortir e. Di binyada lihevkirinê de asoyên pêşerojên azad têne dîtin. Bi aşît û dedeqodiyê re aso nînin. Lê binkeftin, tunebûn û wendabûn misoger in.
Di çarçoveya parastina axa Sûriyê de neh salin têkoşîna gelan li dar e. Di wê heyamê de hevpeymana gelan bi xwînê hatiye mohrkirin. Di wê oxirê de him pekhate di nav hev de û him jî di nav heman pêkhateyan de mijarên yekîtî û lihevkirinê têne guftûgokirin. Ji xwe di bingeha aloziya welêt de, jidestdayîna vê mekanîzmê heye. Ji lew re; bi qasî ku rêbaza têkoşîna lihevkirin û yekîtiyê tekûztir bibe, dê ewqas jî çareserî guncaw be. Heyanî ku ev welat tayên vîna xwe ji nav destên mudexelekeran bifiltîne, pêwîste wê mekanîzma danûstandinê zîndî bihêle ku rê li ber ecîndeyên derve bêne girtin. Şerê ku îro li vî welatî rû dide rêgirtina li hemberî vîna gelan a lihevker e. Ango li hember terzê jiyana xwezayî ya hevbeş êriş têne kirin.
Li her derê ku behsa yekîtî û lihevkirinê were kirin êrişên dirinde hene. Rejîma serdest a Şamê, tevî ku vîna xwe li beramberî hêzên mudexeleyê wenda kiriye, di vê oxirê de neh salin welêt kavil dike ku nabe tu behsa itîfaq û lihevhatina gelan bikî. Heman tişt hêzên destwerdanê kirine. Tenê gelên di nav xwe de li hev kirine li ser lingan mane. Ji ber vê jî îro cîhan navê nandoz û kurtêxwaran li kesayetên Sûrî yên li derveyî itîfaqa gelan mane dike. Xem nake ka tu çi beşa rewşenbîr, akademisyen, xwendevan û karmendan bî, bi xisleta xwe ya deritîfaq û pêkûtiyê ku xwe di ser lihevkirinan re digire tu xwe mehkûmî wê nefreta civakî dikî.
Tabloya Sûriyê li hemberî her kesî ye. Li cihê ku itîfaq û lihevkirina gelan heya, vîn, berxwedan û hêza siyasî, borî, civakî û kesayeta azad hene. Berovajî; li cihê ku ew taybetmendî ji dest hatiye dayîn, mirin, talanî, dûvikbûn, dagirkerî û ajantiya di lûtkeyê de hene. Ji ber vê jî sosret nîne ku îro em dibînin ciwanên Sûriyê yên ku xwe li dûrî lihevkirin û lihevhatina gelên welêt hiştine, bi destê hêzên destwerdanê li derveyî axa Sûriyê, Lîbya, Yemen, Afganîstan û xwedê dizane li kuderê jî, têne kuştin. Kîjan kêliyê be jî ji bona berjewendiyên patronan li dijî gelên xwe daxuyanî û helwestên dijber nîşan didin. Fena kesê ku di xewê de bimeşe. Nizane li kîjan çalê diqelibe. Daxuyaniya 600 kesên li dijî itîfaqa mala Kurdan vê dawiyê, baş diyar dike ka ev alî û kesayetên bi nasnameya Sûrî tevdigerin di kîjan çopxaneya neyar û dagirkeran de dijîn. Her wiha nîşan dike ku encamên nandozî û kurtêxwariyê ajantiya mutleq e. Ferq nake tu advokat, professor, doctor, serok êl an akademisyen bî. Ya girîng enerjiya te di kîjan tunela berjewendiyan de diherike?. Bê guman tişta herî girîng bête zanîn ew e ku; dijberên lihevhatin û lihevkirinên gelan bi qasî ku wefedarê xizmeta celadên xwe ne, tu carî xizmeta welêt û netewa xwe nakin. Mîna ava ku êdî di coka xwefiroşiyê de herikîne tu carî nafitilin. Dê bi bayê itîfaqa gelan re jî tevî patronên xwe, li hemberî vîna gelan a itîfaq û lihevkirinê badilhewa biçin.






