Mihemed ŞAHÎN
Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide bi qirkirinên xwe yên siyasî û bi provokasyonên civakî têkçûyina xwe ya aborî, siyasî û exlaqî binixumîne û temenê desthilatdariya xwe ya têkçûyî dirêj bike.
Di pêvajoya referandûma serok dewletî ya di 16’ê Nîsana 2017’an de digotin pergala serokdewletiyê dê hemû pirsgirêkan çareser bike û dê Tirkiyeyê bifirîne. Bi ser pêkhatina referandûmê re 3 sal derbas bûn. Di van 3 salande di pêşengiya desthilatdariya yek kesî de makezagon bê wate bûye, meclîs bêwate bûye, heq, hiqûq, edalet tine bûne. Sazîyên dewletê hemû li devê yek kesî dinêrin û li gorî daxwaza wî yek kesî tevdigerin. Kêm demokrasiya ku hebû ew jî di darbestê de ye. Aligirên wî yek kesî tu pîvan, nirx, hiqûq nas nakin û ji hesabdayinê natirsin. Dikarin li her kesî gefan bixwin û di bernameyên TV yan de qala amadekirina listeyên ku dê bikujin bikin.
Qeyrana aboriyê ku beriya pandemiya Covîd-19 dest pêkiribû roj bi roj kûrtir dibe. Bi milyonan kes di nava xizaniyeke dijwar de dijîn. Lê hikumeta AKP-MHP’ê û rantxwirên wan di nava dewlemendiyê de û di nava bêsexbêriyê de dijîn. Bi kurtahî di van 3 salan de Tirkiye di her warî de têk çû û paşve çû. Di her warî de rizîbûneke mezin heye û roj bi roj nefes li civakê diçike lê yekane xema hikumetê parastina saltanata xwe ye. Lê wisa xwiya dike ku parastina saltanatê êdî nehêsane.
Di pêşengiya qadroyên AKP’ê yen serekeyên berê Ahmet Davutoglu û Ali Babacan de du partiyên nû ava bûne. Her du partî jî ji nava AKP’ê derketine. Birêxistinbûyin û xurtbûyina wan partiyan tê wateya parçebûn û têkçûyina AKP’ê. Ev her du kes ji qadroyên sereke yên AKP’ê bûn, di astên herî jor de erkdar bûne û bi salan di hikumetên AKP’ê de wezîrî kirine. Şahed û şirîkên guneh û kirêtiyên hikumetên AKP’ê yên 16 salan in. Bêguman li xwe mikûrhatinên wan dê desthilatdariya AKP’ê gelek bide zorê. Heke hindik demokrasî, hindik hiqûq, muxalafeteke rast û dirust û çapemeniyeke bi wijdan û bi exlaq hebûya gotinên Davûtoglu ên di bernameya TV de “ Haya MÎT’ê ji darbeya hebû û hinekan tasfiyekirina generalên derbekar asteng kir” têrî serûbino bûna desthilatdariya AKP’ê dikir.
Erdogan û Şirikê xwe yê biçûk Bahçelî dizanin ku di şert û mercên heyî de nikarin demeke dirêj saltanata xwe berdewam bikin. Û dizanin ku çiqasî dem derbas bibe dê ewqasî bi têkçûneke mezin re rû bi rû bimînin. Ji bo bi têkçûneke mezin re rû bi rû nemînin dixwazin hilbijartineke pêşwext pêk bînin. Lê tirs û fikarên wan ên têkçûyinê hene. Heke karibin tirs û fikarên xwe yên têkçûnê ji holê rabikin dê demildest biryara hilbijartinê bidin.
Ji ber ku Erdogan û Bahçelî dizanin di hilbijartineke bi rêk û pêk û adilanede serkeftina wan nepêkane serî li dek û dolaban û provokasyonan didin. Dixwazin bi dek û dolab û bi provokasyonan hestên nîjadsperestiyê û olperestiyê bilind bikin. Dubendiya di nava civakê de kûrtir bikin û temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin. Darbeya li meclîsê ya li dijî vîna kurd, li bajarê Îzmîrê di mizgeftê de xwendina sirûda Çawbela, li Stenbolê êrîşa li dijê Dêran, piştî desthilatdariya xwe ya18 salan nîqaşên li ser dêra dîrokî Ayesofya, ji hêla Erdogan ve hedef nîşandan û girtina serokê ciwanên CHP’ê yê bajarê Edenê, bi biryara meclîsê efûkirin û berdana qatilên dest bixwîn hewldanên wan ên provokatîfin.
Li gel hewldanên xwe yên provokatîf qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên kurd û ya li dijî muxalîfan roj bi roj kûrtir û dijwartir dikin. Bi kûrkirina qirkirinên xwe yên siyasî yên li dijî civaka kurd û HDP’ê dixwazin têkçûyina xwe ya li dijî berxwedana kurd a 5 salên dawîn binixumînin û bi çîroka serkeftineke derewîn civakên Tirkiyeyê bixapînin.
Ya din jî HDP li ser xeta sêyemîn roj bi roj xurtir dibe û weke alternatîfeke herî xurt derdikeve pêş, ew jî wan ditirsîne. Lewre beriya hilbijartineke pêşwext dixwazin HDP’ê qels û lewaz bikin.
Armanca Erdogan a din jî beriya hilbijartinek pêşwext têkbirina eniya “Tifaqa Miletê” ye. Tifaqa Milet bi pêşengiya Kiliçdaroglu pêk hatibû û di hibijartinên heremî yên 31’ê Adara 2019’an de bi piştgiriya HDP’ê Stenbol jî di navde gelek şaredariyên bajarên mezin ên sereke yên Tirkiyeyê piştî 25 salan ji destê AKP-MHP derxistibû û ew bi têkçûyineke mezin re rû bi rû hiştibû.
Armanca darbeya meclîsê ya sereke têkbirina Tifaqa Miletê bû. Bi saya helwesta Kiliçdaroglu ya ji nedîtîve hatina wekîlên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisoguları û tenê bilêvkirina navê wekîlê xwe Enîs Berberoglu Erdogan di vê hemleya xwe de biserket. Kiliçdaroglu bi helwesta xwe ya tirsonek û kambax derbeyeke mezin li Tfaqa Miletê xist. Hat fêmkirin ku di pêşengiya Kiliçdaroglu de tifaqa gelan û tifaqa eniya muxalîf ne pêkane.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê dibîne ku ev kiryarên wan ên kirêt hemû têrî serkeftina wan nakin. Lewre li gel van kiryarên xwe yên der hiqûqî û bê pîvan hewl didin bi guhertina zagona hilbijartinan rê û rêbazên serkeftinê biafirînin û serkeftina xwe mîsoger bikin. Bi hesabên xwe yên kirêt dixwazin muxalefetê bikin defikê û di bin navê kêmkirina benda hilbjartinan a ku ji sedî 10’e di bin navê avakirina heremên teng de derxin ji sedî 20’an û pêşî li serkeftina partiyên biçûk hemûyan bigirin. Bi wî awayî dixwazin Tirkiyeyê neçarê pergala du partîtiyê bikin û serkeftina HDP’ê ya metropolên Tirkiyeyê asteng bikin û HDP’ê tenê bi bajarên Kurdistanê ve sînor bikin.
Bêguman yê ku hikumeta AKP-MHP’ê di her warî de ber bi têkçûyinê ve biriye û xistiye vî halê kambax têkçûyina wê ya di şerê topyekunê dijî kurd e. Şerê topyekunê ku ji 2015’an vir ve dewam dike dewleta tirk di her warî de bi rûxîneke mezin re rû bi rû hiştiye. Yê ku dewleta tirk ji vê rewşa kambax û têkçûyî rizgar bike rawestandina vî şerî ye.
Ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê du vebjêrk hene. An çareserî, an çûna sergoya dîrokê.






