Faruk SAKİK
Her tişt piştî şerê cîhanê yê yekem destpêkir. Şer dawî bûbû, hemû netew ji bin serwêriya dewleta Osmanî rizgar bûbûn û dabûn dû qedera xwe ya nû. Axa Osmanî ji nû ve dihat dabeşkirin û ji bo vê yekê jî navnîşanek hatibû destnîşankirin; Konferansa Parîs a aştiyê. Diviya kîjan netew çi dixwazin serî li vêderê bidana. Li ser nave kurdan Şerîf Paşa, li Parîs bû û hin heyet jî ji Kurdistanê ber bi Parîsê ve derketiûn rê. Ji bo ev heyet negihijîn Parîsê çi ji destê wan dihat pêkdianîn.
Ji bo desteya li aliyê bakurê Kurdistan were îkna kirin, di 19ê Gulana 1919’an de Mistefa Kemal şandibûn Samsûn û ji wêderê jî derbasî Erzirûmê kiribûn. Konferansek bi serekeşîr û pêşengên Kurdan re pêkanî. Soz û peyamên welatek ku ji 2 netewan pêk tên wê were avakirin da. Wekî taluke jî têkiliyên di navbera Ermeniyan û Îngilîstanê de nîşan didan. Kurdan îkna kirin û heyetên ku hewl didan herin Parîs vegeriyan.
Tirkan çareseriya netewa xwe li ser qirkirina gelên heremê ava kiribûn. Diviya ev gelên li Anatoliya, ku ne tirk û ne jî mislimanin bihatina qirkirin; wisa jî kirin. Kurdan jî ji bo paşîvê hiştibûn. Dema hemû netew û kom hatin qirkirin, dor hat kurdan. Soz û peyamên li Erzeromê dabûn Kurdan hatin jibîrkirin. Siyaseta înkar, îmha û pişavtinê destpêkir. Ji bo tevgerek û pêşengek ku gelên bindest bîne cemhev tunebû û hemû aliyan winda kir.
Di roja me de jî hewldanên dewleta Tirk ya talanker nehatiye guhertin. Dixwazin kiryarên bapîrên xwe teqlîd bikin. Lê evcar bi nave Abdullah Ocalan kesek derket qada dîrokê. Rêber Apo, di destpêkê de xwest di navbera gelên li Tirkiyê dijîn de yekitiyek avabike.
Bi avakirina Kongra gelan a demokratîk-HDK dest bi vî karî kir. Nerînên wî yên Komara Demokratîk wê di vê tevgerê de derbasî pratîkê bibûya.
HDK piştî demekê xwe wek partiyek îlan kir û bi nave Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ava kir. HDP, di demeke kin de li her deverê Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê birêxistin bu. Di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015’an de patenta yekîtiya gelan girt.
Îttihat Teraki ya serdemê AKP ji vê yekê aciz bû. Dixwest hemû beşên civakê û netewên li Tirkiyê dijîn parçe û tune bikin. Lê HDP li dijî vê yekê bûbû mertal. Li dijî HDPê darbe da destpêkirin. Girtin, zîndankirin û sirgunkirin bû parçeek ji siyaseta wan.
Dema ku dest bi vê siyasetê kir hemû partî, mixalefet û civak da pişt xwe. Li dijî Kurdan û gelên heremê şerek giştî dan destpêkirin.
Diviya li hember vî şerê topyekun Kurdan jî berxwedan û têkoşînek topyekun bidana destpêkirin. Tirkiyeke Demokratîk û Kurdistanek azad esas bihata girtin.
Hin kes û hin alî dibêjin “ahaa bi diqqet bin PKK û HDPê neynîn cem hev. Dijminê te (kesek bixwaze te tune bike ew dijminê te ye. Dewleta Tirk a dagirker vê yekê dixwaze) dibêje HDP û PKK yekin. HDP,PKK,KNK,hemû rêxistin, kesayet, rewşenbîr, hunermend, ez û tu azadiya Kurdistan dixwazin. Di vê têkoşînê de herkes hevdu temam dike. Dijmin hewldide HDPê ji wan qût bike û wek bapîrên xwe yê Ittîhatî parçe parçe tunebikin.
Lê HDP di têkoşîna xwe de bi israre. Bi nexwşereyek nû bi duruşmeya “berxwedan jiyane” meşek berbi Enqerê birêdixe. Dengê tirsa dilê Enqerê ji niha ve tê bihîstin.






