Zekî BEDRAN
Beşar Esed halê hazir hevdîtina bi Kurdan re sekinandiye. Jixwe di hevdîtinan de ti pêşketin çênebûbûn. Wê Rûsya navcîtî bikira û ji bo hevdîtinan Sûriye iqna bikira. Ji bo hevdîtinan xwestibû komisyon bên amadekirin. Wisa xuya dike ku Rûsya jî helwesta Şamê ya sekinandina hevdîtinan qebûl kiriye.
Şam di binê xeter û dorpêçeke mezin de ye. Dibe ku têkiliya sekinandina hevdîtina bi hêzên Bakur-Rojhilatê Sûriyê re bi vê xeterê re hebe. Dibe ku niha xetera pêşî û giran Tirkiye bê dîtin. Tirkiyê çiqas hêzên çekdar heyîn yên weke DAIŞ, û El Nusra yên dinyayê tevê ji dergehê xwe avêtîn û naxwazin bên dîtin ku têkiliya wan heye, li dora xwe kom kirine. Çawa ku ev çete li Sûriyê dane şerkirin, niha jî dişîne Libya. Di binê navê “Artêşa Sûriyê ya Milî” de li hemberî Şamê wan birêxistin dike. Hêzeke mezin ya leşkerî şandiya Idlibê. Ji bo ku Rûsya û Şam li Idlibê bi ser nekevin, Emerîka diyar kir ku li cem Tirkiyê ye. Ev xeterê mezintir dike.
Digel vê dorpêçê Emerîka li hemberî rêveberiya Şamê ambargoyê girantir dike. Bi biryarên nû ku wê vê mehê pêk werin, dixwaze rêveberiya Şamê biroxîne. Hedefa wan ya bingehî jî ev e. Emerîka dixwaze Îranê li Sûriyê tesfiye bike. Israîl bênavber êrîşî hêzên Îranê dike. Li hemberî van êrîşan Rûsya bêdeng dimîne. Çaw me berî niha jî diyar kirî, tê fêmkirin ku di vê mijarê de Emerîka, Israîl û Rûsya li hev kirine. Emerîka dixwaze rêveberiya Esed di warê aborî de biroxîne û biguherîne. Di vê mijarê de ew û Tirkiye weke hev difikirin. Di nirxandinê li ser Idlibê de nûnerê Emerîka J. Jeffrey bi gotinên xweş behsa El Nusra kiribû. Ji bo ku Tirkiyê bikişîne aliyê xwe, Emerka li Sûriyê wê her alîkariyê bidiyê.
Rêveberiya Şamê ku di binê dorpêç û xetereke evqas mezin de ye, ji lihevhatina bi hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tiştekî nake. Halbiku ji bo ku Sûriyê bi ser hev ve bide diviya bil ez û bez bi nûnerên rêveberiya xweser re hevdîtinê bike û li hev werin. Ev hêz demokrasiye û yekîtiya Sûriyê dixwazin. Nabêjin em bi Şamê re li hev nayên, yan divê Esed biçe. Eger bi van hêzan re ku beşke mezina ji erdê Sûriyê di destê wan de ye, li hev bike, hêza dagîrker ya yekane dewleta Tirk dimîne. Di warê civakî û leşkerî de wê Şam xurt bibe û rewabûna wê pirtir bibe. Wê karê Tirkan zehmet bibe. Jixwe halê hazir Sûriya bûye sê parçe. Wisa xuya dike ku Sûriya dixwaze ev rewş kûrtir û mayînde bibe.
Eger Sûriya parçe bibe zehmet e ku Esed li ciyê xwe bimîne. Di binê rêveberiya wî de şerê navxweyî derket. Welat bû sê parçe. Bi milyonan mirov bûn koçber, bi sedhezaran mirin. Çawa ku ev tinebin bi alîkariya Rûsya û Îranê wê Sûriya bibe weke bere û rejima Beesê li ser desthilatdariyê bimîne! Ev ne karekî beraqil e. Û wisa xuya dike ku wê destûrê nedin ku di binê rêveberiya Esed de Sûriye bibe yek û aştiya navxweyî çêbe. Rûsya jî eger berjewendiyên xwe bi riyên cuda biparêze derbarê Esed de wê israr neke. Ji bo Esed lihevkirina bi hêzên bakur û rojhilatê Sûriyê re ya herî baş bû. Lê wisa xuya dike ku Eser wisa nanirxîne. Dibe ku wiha bifikire: Çaw be wê Emerîka ji Sûriyê derkeve û bi alîkariya Rûsya ezê bikevim bakur rojhilatê Sûriyê. Teşegirtina desthilatdaran her dem li ser ka wê çawa li ser hikum bimînin ava bûye. Hizirîna wan ya wisa ne xerîb e. Lê niyet û teşegirtina zêhnî li hemberî rastiyan têra serkeftinê nakin. Rewşa îro Sûriyê tê de êdî derfeta desthilatdariya Beesê nade. Hêzên mezin yên dinyayê li Sûriyê ne. Weke din dewleteke weke Tirkiyê ku hişmendiya wê û ya DAIŞ û Ixwanan weke hev e beşeke girîng ya Sûriyê dagîr kiriye.
Rêveberiya Esed yan bi xwesteka xwe, berî ku bibe sedema roxîneke zêde û berî dayîna berdêleke mezin wê dev ji desthilatdariyê berde biçe, yan wê wî bibin. Ihtimalin din xuya nakin. Eger Emerîka û Rûsya li ser mayîna Esed li hev bikin, wê demê ihtimala mayîna wî heye. Lê di hedefa ambargoya Emerîka de Esed heye. Emerîka lihevhatina bi hêzên bakur û rojhilatê Sûryê re jî naxwaze. Divê Esed ferq bike ka çi firset ji deste xwe derxistine. Bê Kurdan û bê herêmên xweser Esed nikare yekîtiya Sûriyê pêk bîne. Ji bo ku ev herêm serî li rêbazên din nedin, bi Esed ve girêdayî ye.






