Idrîs HENAN
Di pêvajoya aloziya Sûriyê û Rojhilata Navîn de navenda şerê hegemonîk li gorî hewceyan cih guhartiye û bi berfirehiya cografyaya pêşbirka serweriyê re, dane, itîfaq û lihevkirinên nû hatine peydakirin. Yek ji xisletên dema aloziya serdema nûjen ew e ku qet û jêderên alozî û kirîzan dikarin bi hêsanî mewziyên xwe biguherin û hemû peyman û cihgirtinên berê paşguh bikin. Di vê çarçoveyê de em bûne şahidê gelek lihevkirin û itîfaqan ku qet nedihat bala tu kesî pêk werin. Ango; bi şêweyê nû yê lihevhatinan re hesabên gelan jî şiklekî nû digirin. Ji lew re hemû alî mecbûr bûn ku vîna xwe ya razber bikin hêzeke şênber ku di vê gola qirêj a berjewendîperest de heyîna xwe ji noqandinê biparêzin.
Yek ji itîfaqên herî balkêş lihevkirina Rûsya-Tirkiyê bû. Tevî ku aliyê dîrokî ve ne gengaz bû herdu alî stratejîk rastî hev werin, lê mercên şerê cîhanê yê sêyemîn ferz dikirin ku lihevhatineke wisa çelûxwar pêk were. Şiklê projeyên nûjen ên hegemoniyê rê dida dewletek fena Tirkiyê ku li ser dubeniya NATO-WARSO hilpeke. Lê bi dawiya qonaxa destpêkê ‘ şerê wekîlan’ yê vî şerî ‘şerê cîhanê yê sêyemîn’ re, tayên werîsa veguheriye girêka kor ji hev derketin. Ji lew re pêwîste bû ku dewletek nola Tirkiyê di zûtirîn dem de aliyê xwe diyar bike. Tevî ku heya vê kêliyê di siyaseta xwe ya dubenî de bi israre, lê wê di rojên pêş me de vê şansê xwe ji dest bide. Dane û pêşketinên li ser erdê vê yekê dibêjin.
Tirkiyê ji bo faydê ji tevliheviya li herêmê qewimiye bigire, rê da rêbaza destwerdana bi rêya wekîlan. Ji ber vê jî hemû dînamîkên li Sûriyê ku li ser esasê azadî, demokrasî û edaletê rabibûn ser piyan desteser kirin û naveroka bizava gelên Sûriyê vala derxist. Gelek girîng bû ku teşeyê bizavê li gorî daxwaz û azweriyên kolonyal ên neo-osmanî biçim bigirin. Beramberî wê jî dewleta melalî ya Îranê hebû. Ew jî xwedî heman projeya rêol bû. Ji bona ku kirîzên xwe yên hundirîn derbas bikin, destwerdanên xwe yên dersînorî berfirehtir kirin. Di şexsê Sûriyê de jî gihan lûtkeyê.
Rêgezeke serweriya hegemon dibêje; kî li herêma Rojhilata Navîn hakim be, dunyayê bi rê ve dibe. Ji lew re ne îmkan û ne jî bawerî bi wekîlên netew dewlet hebû ku ev qada girîng û hestiyar ji wan re vale bimîne. Rêbaza mudexeleya yekser baştirîn gerantiya serweriyê bû. Ji bona vê jî koalisyon û platformên cuda cuda ku bi xwe re şiklê pevçûnê digihurin hatin avakirin. Vê yekê teşeya siyaseta têya meşandin jî hûnand ku tevgerbûna dubenî ya aliyan tu acîziya cemseran çê nekir.
Di qonaxa duyem a şerê cîhanê yê sêyemîn ‘şerê esîlan’ de, him navend û him cografya jî rastî guherînên bi kok hatin. Aloziya ku Tunis, Lîbya, Misir, Bahrên û Yemenê dabû ber xwe li Sûriyê navendî bû. Li Sûriyê jî, piştî ku naveroka tevgera gelan vala hate derxistin, qet qet geriya. Di encamê de gelek cilên dagirkeriyan hatin guhertin û di dawiya dawî de bi cilûbergên herî kirêt ên kurtêlxwarî û kolonyalîzmê tacîdar bû. Îro jî navenda şer û pevçûnê bi heman hêmanan berê xwe daye rojhilatî behra Spî û di tonelên gaz-enerjiyê de li ber peravên Lîbyayê li deriyên Afrîqyayê dixe. Ji lew re em dibînin ku mutefîqên li Sûriyê, dijberên li Lîbyayê ne. Hesabên ku li ser xaka Sûriyê safî nebûne, li Lîbyayê têne safîkirin.
Bê guman bi navenda nû re çesbandina hêzan jî nûtir dibe. Ev yek wê bi xwe re him çarçoveya pevçûnê û him aktorên sereke bîne. Dibe ku dost û hevpeymanên li Sûriyê bibin dijminên li Lîbyayê. Nîşane û daneyên li ser erdê têkîliya Rûsya-Tirkiyê carek din radixe ber çavan. Ev yek dê rûyê bayê li herêmê ber ku ve bade, nayê zanîn!. Lê ya girîng ew e ku; kesê ku xwe li dorî navendên şer û pevçûnan birêxistin kiriye, tevî kirîzên hebûn û nebûnê, misoger dê bibe aliyê sûdgir ê her serkeftî be.






