Idrîs Henan
Yekîtiya Jinên Êzîdî li Şehbayê di derbarê destdirêjî, zilm û tadeya li ser jinên Efrînê bi Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê re li ber navenda xwe daxuyaniyek bi raya giştî re parve kirin. Jinên êzîdî bal kişandin ser kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê û tekez kirin ku; tişta li Efrînê têye kirin sûcên şer ên her hov in.
Jİ ŞENGAL TA EFRÎNÊ HEMAN TABLO
Di vê derbarê de Endama Rêveberiya Çand û Huner di Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê de Medya Çawîş ji rojnameya me re axivî û ev tişt anî ziman: “Ji xwe kiryarên li dijî sivîl û nirxên Efrînê bi dagirkeriyê re dest pê kirin. Faşîzma Tirk rê da çeteyan ku dest bavêjin çi nirxekî Efrînê û bi taybet jin û pîroziyên Efrînê bûn hedefa êrişan”.
Medya destdirêjiya li ser jinên Şengalê û yên Efrînê rûbirûyî hev dike û wiha dibêje: “Tişta îro li Efrînê diqewime heman tabloya ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk hatiye. Herdu jî bi piştgiriya faşîzma Tirk in. Li Şengalê bi hezaran jinên me hatin revandin, firotin û tecawizkirin. Li Efrînê jî heman kiryar xwe dubare dikin”.
Lİ CİHÊ DAGİRKERÎ HEBE DESTDİRÊJÎ HEYE
Medya Çawîş behsa bêdengiya navneteweyî li hemberî destdirêjiya li ser jinên Efrînê kir û bi bîr xist ku; her kes û aliyên ku çavên xwe li ser hovîtiya dagirkeriya faşîzm Tirk û çeteyên wê girtiye şirîkê sûc e. Medya wiha bi dawî dike: “Li cihê ku dagirkeriya Tirk heye, destdirêjî, tade, hovîtî û qirkirin hene. Ji ber ku jinan keleha çeteyên DAIŞ’ê hilweşandin, faşîzm intîqam dike û jinê dixe armanca êrişên bê exlaqî. Dixwaze di şexsê jina Efrînê de kesayeta jina têkoşer a berxwedêr têk bibe û terora xwe ji nû ve zindî bike. Ji lew re pêwîste aliyên têkildar, sazî û rêxistinên mirovî piştgiriya berxwedana jinê ya li hemberî zilm û zordariya faşîzma Tirk bikin û di zûtirîn dem de rê li ber van kiryarên dermirovî bê girtin”.
ARMANC TÊKBİRİNA VÎNA CİVAKÊ YE
Ji aliyê xwe ve Endama Ciwanên Yekîtiya Jinên Êzîdî Nûjîn Sebrî li Şehbayê desdirêjiya li ser jinên Efrînê bi tundî şermezar kir û wiha got: “ Dewleta dagirker a Tirkiyê xêzevanê xeta qirker e. Ji bo qirkirina insanan û tunekirina nirxan, bi hemû hêza xwe hovîtiyê dimeşîne. Bi siyasetên xwe yên înkar û îmhayê ciwan û jinan hedef digire. Direvîne, dikuje û dest davêjê”.
Nûjîn armancên dagirkeriyê ji wiha rave dike: “Faşîzm li ku be, di serî de jinê dixe armanca êrişan. Tabloya ku zêdetirî du salan li Efrînê têye xêzkirin, heman xeta domahîk a qirkirin û destdirêjiyên Şengalê ye. Armanca sereke jî ew e; di şexsê jinê de têkbirina vîna civakê ye”.
WÊ JİNÊN ME SERKETİNÊ RAGİHÎNİN
Nûjîn Sebrî di dawiyê de bang li hemû jinên Kurd û yên tevahî cîhanê kir ku ji bo parastina nirxên dayîkê cihê xwe li kêleka têkoşîna jinên têkoşerên azadiyê bigirin û got: “ Dijmin baş dizane ku îro berxwedana li ser erdê bi vîna jinê ye. Ji lew re hewl dide bi rêya destdirêjî û qirkirinê xofê bavêje dilê me ku têkoşîna jinan asteng bike. Lê çawa jinên me li cîhanê bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re veguherîn sembola têkoşîna azadiya jinê, wê bi têkbirina zihniyeta qirker a faşîzma Tirk û çeteyên wê re jî serketina berxwedana jina azad ragihînin. Ji ber vê jî pêwîste hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên Kurd cihê xwe di vê têkoşînê de bigirin û li hemberî zihniyeta zilamperest a faşîzma Tirk û çeteyên wê serketina xwe ragihînin. Tişa li Efrînê diqewime li hemberî hemû jinan e. Ne tenê doza jinên Efrînê ye, doza hemû jinên têkoşer yên cîhanê ye”






