Sîpan Şînda
Gelek caran dema mirov dikeve nava civatan û li ser meseleyan diaxive, te fekirî yekî got ma rojên dinê xilas bîn, emê ji xwe re hêjî biaxivin. Lê di rastiyê de rojên dinê gelik nemane ku xilas bibin. Her rojek ji bû tiştekê hatiye veqetandin û li ser navê mijarê wê rojê çalakî, pîrozbahî, xwepêşandin têne kirin. Weke roja aşitiyê ya cîhanê, roja mafê mirovan, roja mamosta, roja dayîka, roja baba, roja cixare berdanê… û hwd. Vê heftiyê ji dîsa rojek heye ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê Ya Cîhanê ve weke “Roja Cîhanê Ya Bê Titin” hatiye diyarkirin. 9’î Sibatê ji weke “Roja Cixare Berdanê ya Cîhanê” hatiye diyarkirin. Gelo ev roj ji bo cîhanê û cixare kêşan tê çi watê? Heçî titin e, neyarê laşê mirovî ye. Ew nîkotîna di nava cixarê de dikeve di nava xwînê de û xwîna mirovan dielime wê. Dema nîkotîn ji nava xwîna mirovî xilas bî, wê gavê ji hedar û tebata mirovan nayê. Di nava cixarê de nêzîkî 4000 madeyên jehriyê hene. Dema cixarekêş wî dû yî dikişîne hinavê xwe, ji pişê bigire hetanî rayên laşê mirovî zetim dike. Ev ji di demeke gelekî kurt de çêdibe. Di nava 19 saniyan de pêk tê! Ev dûman dibe sedemê çend cureyên penceşêrê, nexweşiyên ra û dil î, xwîn rijîna li ser mejî, kuxik, êşa singî û gelek cureyên din yên nexweşiyan. Jiber van aliyên xwe yên nerênî, li himberî cixarê/titinê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê 31’î Gulanê weke Roja Cîhanê Ya Bê Titin diyar kiriye. Di vê rojê de gelek çalakî ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê Ya Cîhanê ve têne kirin. Di vê rojê de bi riya çapemenî û medyayê ji bi dengekî bilindtir li himberî titinê deng tête derxistin. Armanca vê saziyê ji ewe ku hişyariyekê li himberî titinê û zirerên wê çêbike. Li gorî daxuyaniyên Rêxistina Tenduristiyê Ya Cîhanê salê dorî 8 milyon mirov jiber cixarê di dinê de dimirin. Pirrê wan jî ji welatên paşde mayî û nêvhincî ne. Cixarevexwerên di cîhanê de ji %80 li van welatên paşde mayî dijîn. Cixarevexwer ne tenê zererê didin xwe, herweha didin malbat û derdora xwe ji. Ji sala 2006’ê ve cixara electronîk derketiye. Gelik kes hewl didin ku bi alîkariya wê dev ji cixarê berdin. Lê hêj nehatiye diyarkirin ku ka ew dibe alîkar yan na. Ya duyan ji ev cixara electronîk bi xwe ji nexweşiyan çêdike. Weke nexweşiyên penceşêra pişê, pirsgirêkên mîzoyê, nexweşiyên didanan jiber vê cixara electronîk hatine tesbîtkirin. Di nav Kurdan de ji berê û pêde cixare kêşan bi awayekî gelemperî heye. Dê û baban zarokên kur dielimandin cixarê. Berê di nav Kurdan de cixare vexwarina jinan eyb dihat dîtin. Lê mixabin van 15-20 salên dawî de rêjeya cixare vexwarinê di nav jinên Kurdan de gelek zêde bûye. Evê ji weke sembola azadiya xwe dibînin ku ev tiştekî gelek şaş e. Jiber wê gelik zarok siqet xwidê didin. Ya din dema hinek diqehirin, ji tiştina aciz dibin dibêjin cixarekê vexwe da tu rihet bibî. Ev jibinî tipştekî xelet e.
Ya rast sektora titinê ji bû kapîtalîzmê pariyekî mezin e ji. Pêşî lêgiritina vexwarina titinê ne ewqasî hêsanî ye ji. Lê divê hemîkes ji aliyê xwe de hayî ji vî neyarê mezin û bêdeng hebe. Bila cîhan ne rojekê, hemî rojan bê titin be. 28.05.2020






