Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hemleya 1’ê Hezîranê

01/06/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di şerê serweriyê de pêvajoyeke nû
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Hemleya 1’ê Hezîranê bi qasî hemleya 15’ê Tebaxê girîng û watedar e.
Armanca wan ew bû ku wekî hemû serhildanên berê di şexsê rêbertiyê de dawî li berxwedana kurd bînin û Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin. Lê vîn û berxwedana rêberê gelê kurd destûr neda ew bi ser bikevin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn pergala dewletên emperyalîstan li Rojhilata Navîn avakiribûn xitimî û ji berjewendiyên wan re xizmet nedikir.
Di salên 90’ î de di çarçoveye nûjenkirina pergala Rojhilata Navîn de emperyalîstan bi pêşengiya Amerîkayê mudaxaleya Rojhilata Navîn kir. Lê di vê pêvajoya nûjenkirinê de nedixwestin Tevgera Azadiya Kurd ji mudaxaleya wan sûdê werbigire û xurt bibe. Lewre di 9’ê Cotmeha 1999’an de bi komployeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Ocalan dîl girtin û radestê dewleta tirk kirin.
Rêberê Gelê Kurd wekî kesekî zana û şareza bi pêşbîniya xwe ya kûr ji hemû dek û dolabên emperyalîstan hayîdar bû. Li gel hewldanên wan ên kirêt ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi ked û hewldanên xwe yên bêhempa şanseke mezin ji dewleta tirk re afirand. Ji ber ku di armanca dewleta tirk û dewletên emperyalîst de çareserkirina pirsgirêka kurd tune bû ew şansa ku rêberê gelê kurd dabû wan bi awayekî neyînî bi kar anîn. Xwestin bi dek û dolabên xwe Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin. Ji bo tasfiyekirinê jî pişta xwe bi hevkarên xwe yên di nav Tevgera Azadiyê de girê dabûn. Wekî her carê dîsa kurd dê bi destê kurdan, bira bi destê birayan bihatana tasfiyekirin.
Rêberê gelê kurd hewldanên tasfiyekirinê ji nêz ve dişopandin û ji bo berxwedana kurd careke din bi heman aqûbeta nebixêr a dîrokî re rû bi rû nemîne bi berxwedaneke bêhempa li ber xwe dida. Ji milekî ve ji bo pêkhatina çareseriyeke aştiyane têdikoşiya, ji milê din ve ji bo birêxistinkirineke nû, ji bo afirandina berxwedaneke nû, ji bo avakirina paradîgmayeke nû û ji bo valaderxistina komploya navneteweyî bi kedeke mezin li ber xwe dida.
Wê pêvajoyê nêzikî 5 salan dewam kir. Piştî 5 salan rêberê gelê kurd dît ku di hişmendiya dewleta tirk de çareserkirina pirsgirêka kurd tune ye. Yekane armanca wan biserxistina komploya navneteweyî ye û tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e.
Rêberê gelê kurd bang li Tevgera Azadiya Kurd kir ku li ser xeta paradîgmaya nû, li ser xeta neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ji nû ve xwe bi rêxsitin bike. Bêguman ev bangewaziya destpêkirina pêvajoyeke nû û destpêkirina hemleya berxwedaneke nû bû.
An dê PKK’ê li ser paradîgmaya nû xwe birêxsitin bikira û li ser xeta rêberê xwe bi lêhengî li ber xwe bida yan jî dê teslîmê xeta tasfiyekaran bûbûya û di bin pêşengiya tasfiyekaran de tune bûbûya.
Di encama keda rêberê gelê kurd û têkoşîna bêhempa ya li dijî xeta tasfiyekar a di nav rêxsitinê de di 1’ê Hezîrana 2004’an de hemleya berxwedanê dest pê kir.
Destpêkirina hamleya 1’ê Hezîranê dihat wateya têkçûna xeta tesfiyekar, dihat wateya şikestina hêvî û bendewariyên dewleta tirk û dewletên emperyalîst ên der barê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê de. Ew jî dihat wateya têkçûna komploya navneteweyî û têkçûna komplogeran.
Lewre hemleya 1’ê Hezîranê xwediyê wateyeke dîrokî ye. Heke hemleya 1’ê Hezîranê pêk nehata dê Tevgera Azadiya Kurd bi tasfiyekirinê re rû bi rû bimana. Piştre jî dê civaka kurd bi tasfiyekirineke mezin re rû bi rû bimana.
Bi destpêkirina hemleya 1’ê Hezîranê tasfiyekar hatin tasfiyekirin û komploya navneteweyî hat pûçkirin. Lewre di dîroka berxwedana kurd a 40 salên dawîn de piştî hemleya 15’ê Tebaxê hemleya herî girîng, herî dîrokî û herî watedar hemleya 1’ê Hezîranê ye.
Bi kurtahî hemleya 1’ê Hezîranê berdewama 15’ê Tebaxê ye, berxwedana xeta bîrdoziya rêberê gelê kurd e, berxwedana vîna azad e, israra daxwaza jiyana azad e.
Hemleya 1’ê Hezîranê cewhera kurdê berxwedêr, şerkeriya kurdê serhildêr derxist holê. Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo kir aktorê sereke yê Tirkiye û Rojhilata Navîn.
Hemleya 1’ê Hezîranê Rêber Apo kir muxatebê dewleta tirk û Mutabaqata Dolmabahçeyê bi dewleta tirk da nivîsandin.
Hemleya 1’ê Hezîranê di wargeha destpêka komploya navneteweyî de şoreşa Rojava pêk anî, çeteyên DAÎŞ ên hov têk bir û paradîgmaya Rêber Apo kir çavkaniya sûdwergirtina hemû civakên Rojhilata Navîn û cîhanê.
Hemleya 1’ê Hezîranê statuya başûrê Kurdistanê bi dewleta tirk da qebûlkirin, PDK û YNK kirin muxatabê dewleta tirk.
Hemleya 1’ê Hezîranê rûpoşên hikumeta AKP’ê yek bi yek xistin. Derewên AKP’ê hemû yek bi yek teşhîr kirin. Pergala dewleta tirk rûxand û hikumeta AKP-MHP’ê ji hêla siyasî, abôrî û civakî ve bi têkçûneke mezin re rû bi rû hişt.
Talankerî û wêrankeriyên wan, hovîtî û bêpîvaniyên wan, qirkirinên wan ên siyasî û xespkirina şaredariyan hemû nîşaneyên têkçûna wan a li dijî hemleya 1’ê Hezîranê ne. Her ku têk diçin ewqasî har dibin.
Hemleya 1’ê Hezîranê careke din nîşanê me da ku berxwedan serkeftinê tîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.