Piling WELAT
Di rojên borî de, di serî de cîhan, bi taybetî Emerîka bi kuştina reşikê Emerîkî yê bi navê George Floyd, hejiya. Di dema binçavkirina Floyd de, ji 4 polîsan yek jê lingê xwe datîne ser stûyê wî heta ku dimre lingê xwe ji ser stuyê wî ranake. Piştî bûyerê, bi taybetî jî piştî çalakiyên girseyî yên gel dewlet neçar ma, dawî bide wezîfeya polîsê ku bû sedema mirina Floyd, ango di dewsa cezakirina wan de, tenê ew ji kar dûrxistin.
Lê piştî ku li bajarê Minneapolisê girseyên gel mûdûriyeta polîsan şewitandin û hêrsa gel bilindtir bû, çalakî mezintir bûn. Vê carê neçar man polîsê kûjer binçav bikin û bi îdaya kuştina mirovekî mehkeme bikin.
Gelek mirov Emerîkayê ji fîlman dizanin. Her çend ajans û navendên lêkolînan raporên rastîn didin jî, ya ku di bîra mirovan de dimîne, întîbaya ku bi fîlman hatiye çêkirin e. Loma di hişê gelek kesan de, bi bandora fîlmên Hollywoodê, derbarê Emerîkayê de întîbayeke sixte ya hûqûqê çêbûye. Polîsên ku dikevin pey ‘sûçdar’an, bi şev û roj dixebitin û ‘kesên xirap’ yan dikûjin û yan jî radestî dadgehê dikin. Bi van fîlman têgîhîştineke mîna “polîs belasebep kesî nakûje”, di hişê civakê de ava dikin. Heta di gelekê van fîlman de, li devereke weke Vîetnamê ku bi mîlyonan mirovê wê kuştiye û bi mîlyonan kîlo bombe li xaka wê barandiye, leşkerên Emerîkî weke mexdûr nîşan didin; Emerîka li dijî Hitler kete Ewropayê, li dijî sosyalîzmê kete Vîetnamê, bi bahaneyên piçûk kete Somaliyê, Lûbnanê, li dijî Saddam kete Iraqê de, li dijî El Qaîde kete Afganîstanê û li dijî DAÎŞê jî kete Suriyê de…Bi fîlmên xwe jî propagandaya “Emerîka rizgarker e û azadiyê tîne!” di mejiyê mirovan de bi cîh kir. Lê kesek rastiya li pişt dîmenan de nabînin. Ya rastî bibînin jî tiştek zêde nayê gûhertin. Ji ber ku mirov bi jehra lîberalîzmê hatine felçkirin.
Her sal li Emerîkayê li derdora hezar kesî ji aliyê polîs ve tên kuştin. Di nav van hezar kesan de jî hejmara reşikan sê qatî ji yên din zêdetir e.
Di bûyera George Floyd de ya ku înfîaal rakir, dîmenên wê û rastiya bûyerê bû. George Floyd, bê çek bû. Nedireviya, li hemberî polîs li ber xwe nedida.
Di sîstema modernîteya kapîtalîst de dewlet hebûna xwe weke garantiya pêkanîna ewlekariya civakî pênase dike. Yek ji sedemên ku civak pêdiviya dewletê hewce dibîne jî ev rastî ye. Dewlet polîs e, polîs dewlet e. Peyva polîs jî ji yûnanî tê û wateya dewletê dide. Dewlet polîs e û polîs dewlet e, lê maf û cîhê mirov û gel di van her dû saziyan de jî tûneye. Modernîteya kapîtalîst hebûna xwe bi netewe dewletê û wê jî di warê fîzîkî de bi rêya polîs û leşkeran ava dike û diparêze, lê di warê îdeolojîk de jî bi lîberalîzmê. Lîberalîzm ji hev parçekirina civakê ye, bi wijdan, exlaq û damarên civakê lîstin e. Lîberalîzm, mirovekî/ê li pey berjewendiyên xwe yên şexsî ku li derdora wî/wê çi dibe bila bibe, ne xewma wî/wê ye ava dike. Gava ku wisa jî dibe, mirov bi hesabê, “yê hatî kuştin ne ezim” difikirin û hereket dikin.
Rewşa li Tirkiyê ji ya li Emerîkayê gelekî girantir e. Polîsên Tirk hem mirovan dikûjin û hem jî gava kes û xelk nerazîbûn nîşan didin jî êrîşên hovane dikin û mirovan îşkence dikin. Bi rêya çapemeniya xwe ya şerê taybet civaka xwe bi jehra faşîzmê manîpûle dike. Polîsê Tirk ji polîsî Emerîkî zêdetir bê rûmettir e. Li hemberî mirov bê rêz e, bê terbiye û bê hed e. Li Emerîkayê polîsek nikare êrîşî parlementerekî bike, li Tirkiyê polîs êrîşî parlementeran dike û xwe weke temsîla yekemîn a dewletê pênase dike. Dibêjin “Dewlet ezim”. Rast e, dewletperestiya li Tirkiyê ji ya klasîk zêdetir raye daye polîs. Ugur Kaymaz, Kemal Kurkut, Dilek Dogan, Berkin Elvan, Dayika Taybet, Recep Hentaş û hîn bi sedan zarok, ciwan û jin bê çek bûn, bê parastin û sîvîl bûn, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin kuştin. Li Emerîkayê li hemberî girtiyan îşkence tûneye. Li Tirkiyê hem di dema binçavkirinê de û hem jî di girtîgehan de îşkenceyeke bê hed û bê hesap heye. Li Girtîgehan, her roj mirovek bi zanebûn, di encama siyaseta AKPê de tê kuştin. Li girtîgehan mirina mirovên nexweş cinayet e. Ne dermankirina wan, ne şandina wan a malê cînayet e. Li Tirkiyê dujminatiya dewletê ya li hemberî Kurdan ji Emerîkiyên spî li hemberî reşikan bi hezar qatî zêdetir e.
Loma girîng e ku mirov careke din li hemberî sîsteme modernîyeta kapîtalîst û versiyona wê ya netewe dewletê û îdeolojiya wê ya lîberalîzmê bi civakbûnê, bi şoreşa wijdan û exlaq bersiv bide. Çi li Emerîka û çi jî li Kurdistanê û Tirkiyê û yan jî devereke din a cîhanê, civakîbûn, rêxistinbûn garantiya jiyanê ye!






