Idrîs HENAN
Nandozî li gorî pênaseya pêveka yekemîn a lihevkirina Cenevre ya sala 1949’an; ew kesê ku ji bo pevçûnên li hundir û derve bi pereyan tê erkdarkirin e. Weke têgeh jî nandoz; kesê ku derveyî rêgez û prensîban karekî beramberî hinek pereyan bike. Cudahiya karmend û nandoz ew e ku karmend li gorî hinek prensîb û exlaqan dikare kar red bike. Lê ji ber nandozî bê prensîb û exlaq e, vîna redkirinê têde nîne. Hêz hêza pere û aliyê ajovan e. Li gorî danesînên siyasî jî kesên bi pereyan li welatên biyanî şer dikin nandoz in.
Aliyê dîrokî ve yekemîn car têgeha nandoziyê li şaristaniyên Pers, Yûnan û Romaya kevin derketiye. Di serdema Remsîsê duyemîn de jî Fîrewnan li dijî Hissiyan 1288’an B.Z leşkerên nandoz bi kar anîne. Herî zêde di navbera sedsalên duzdeh û şazdehan de bikaranîna nandozan zêde bûye. Qiralên wê demê ta ku desthilatdariya xwe mayînde bikin û memleketên xwe berfirehtir bikin, leşkerên nandoz bi kar dianîn. Giha astekê ku li hinek deveran artêş bi giştî dihate kirêdayîn. Di salên 1775-1783’an de imperatoriya Ingilîz li dijî serhildanên Amerîkayê leşkerên Alman weke nandoz bikar anîn.
Lê dîrokê gotiye jî ku nandoz bi qasî pereyên destine dixebite. Heya dawiyê jî dilsozê şoşbanên xwe namînin. Li cihên ku bi hêz dibin dikarin darbeyan jî pêk bînin.
Her navê nandozan bi zilm, kuştin, talanî û her kiryareke genî ve girêdayî ye. Hakim û dagirkeran ji bo têkbirina vîna gelan, parastina texta desthilatdariyê û ferzkirina ecîndeyên xwe bi kar anîne. Ji bo nandozî bibe çand, cureyên hukimraniyê zemîna wê (xizanî, nezanî, bêexlaqî, narkotîk, dizî, talanî, destdirêjî,… hwd) ava kirin. Bi vî awayî hevgirtina civakî esas digirin û êrişên kujer bi ser de dibin. Îro jî nandoziyê di bin navê şîrket û fîrmeyan de (DAIŞ, El Nusra, Black Water, Vagnir,… hwd) weke çand pêşkêş dikin. Ji lew re di roja me ya îro de nandozî bê nasname ye. Hemû kiryarên bi destê nandozan pêk tên, bê hesab dimînin. Ji ber ku ne aliyeke fermî ye ku li gorî pîvan û exlaqê tevdigere ye. Ta ku aliyê êrişkar hovîtiya xwe binixumîne artêşên nandoz û kurtêlxwaran ava dike. Tişa ku îro li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û tevahî axa Sûriyê diqewime êrişên nandoziyê ne. Ji ber vê jî asta hovîtiya li vî welatî bê mînak e. Çi desthilatdariya welêt be û çi jî aliyên mudexeleyê bin. Hemû jî bi rêya wekîlên nandoz şerê hev û din dikin û li beramberî çirûskeke vîna gelan dikevin yek mewziyê.
Pêwîste baş bê zanîn ku “leşkerên siyê” ne tenê bi cilên leşkerî û çek in, lê belê bi cilûbergên fermî di sazî û dezgehan de bi şiklê hikûmet û rêveberiyan cih digirin. Ji bona ku dagirker kiryarên xwe yên talanî, qirkirin û komkujiyan rewa bikin, vê sinifa nandozan bi kar tîne. Ji xwe di bingeh de desthilatdariyên heyî cureyek nandozên hegemoniyê ne. Heya pergala xwe temendirêj û mayînde bibe, ew jî li rêbazên ceribandî yên patronên xwe vedigerin û artêşa xwe ya nandozan “leşkerên siyê” ava dikin. Li qada Rojhilata Navîn mînakên herî berbiçav ku weke jêderên vê têgehê têne hesibandin, Tirkiyê û Îran in. Ji ber vê jî em dibînin ku li van welatan tu berteka gelan li hemberî kuştina leşkerên wan nîne. Civak bi rêya zarokên xwe yên nandoz hatiye pelçiqandin. Di bin navên cuda cuda de nandozî li van herdu welatan bûye cihê serbilindiyê. Di bin sernavên mezin yên olî û netewperestiyê de hemû qirêjiya desthilatdariyê qebûl dikin. Ango nandozî ew e ku li ser kavilên çandên resen çanda dizî û telaniyê ya cinsiyetperest avakirin e. Rewatiya desthilatdariya bazirgan û dizan e.






