Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêwîstiya demokrasiyê bi yekîtî û zanebûnê heye.

01/06/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
DYE, wê Tirkiyê bike bela serê Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Li Sûriyê ka wê şer û bihevçûn kengê bi dawî bibin nayê zanîn. Ji bo sekna şer û destpêkirina pêvajoya siyasî bang û daxuyanî hene lê tevgereke li gorî wê nîne. Bi taybetî dijminiya Tirkiyê ya li hemberî Kurdan û polîtîkayên wê yên êrîşkar û dagîrkeriyê her tim şer di rojevê de dihêle. Weke din bi bikaranîna bermayiyên DAIŞ, EL Nusra û çeteyên din yên bipere dixebite li ser paşroja Sûriyê bibandor be. Hêzeke mezin li Idlibê bi cî kiriye. Emerîka li van herêman piştgiriya Tirkiyê dike dixebite rejima Sûriye û Rûsya tengav bike. Rêveberiya Şamê jî li şûna ku bi hêzên demokratîk yên li rojhilat û bakurê Sûriyê re li hev were, ji bo bêbandorkirina wan li firsetan diğere. Rûsya, dixebite ku Şamê li seranserê Sûriyê bibandor bike û Emerîka ji herêmê derîne. Emerîka û Israîl li dû wê ne ku bi Rûsya re li hev bikin û Îranê ji Sûriyê derîne û bêbandor bike.
Bi kurtayî çawa ku hesab tevlîhev tên dîtin li ber çavan ti çareserî xuya nakin. Tikiye vê jî bes nabîne. Paşroja xwe bi tevayî bi şer ve girê daye. Erdogan ji bo ku li desthilatdariyê bimîne riya yekane şer dibîne. Ji bo wê şer heta Libya jî belav kiriye, rojane başûrê Kurdistanê bombebaran dike û hêzên xwe yên leşkeri her tim zêde dike.
Gelê Sûriyê din ava xizanî û bêçaretiyê de ye. Li hemberî çend dolaran ciwanên Ereb ji bo mirinê dişinin beriya Libaya. Li Idlib, Efrîn û Serê Kaniyê li pêşiya dagîrkeriya Tirkiyê weke kerên mayînan tên bikaranîn. Rêveberiya Şamê mêran kom dike û dişine leşkeriyê. Sûriye ne di wê hêzê de ye ku yên dişine şer biparêze û pêwîstiyên wan yên şer pêk bîne. Di encamê de dibin goriyên xizan yên yên desthilatdar û dagîrkeran neqandîn.
Di nava vê teqanê de hêza yekana ya bedîl ya weke gulekê disekine hêrêmên xweser in. Tirkiye dibêje divê ez van ji holê rakim. Li herêmên di binê dagîrkeriya Tirk de qirkirina neteweyî dewam dike. Digel wê çeteyan bi ser gel de dişinin. Talan, şelandin, revandin, işkence û destdirêjî bûne tişteke normal. Lê li herêmên xweser ewleyiya gel pêk tê. Pergala perwerdeyê tê birêxistinkirin. Meclisên gel kêşeyan çareser dike û rêveberî karên xwe dimeşîne. Ti kes nayê revandin, zordayî û çetetî nîne. Digel ku herêm di bine dorpêç û ambargoyê de ye, dixebite ku li ser lingê xwe raweste. Dagîrkerên Tirk li aliyekî dixebitin dixebitin rêveberiya Şamê, li aliyê din alternatîfa demokratîk ji holê rake.
Di binê vê dorpêç û van gefan de karê herêmên xweser zor e. Hevsengiyên heyîn her tim tên guhertin. Ji bo ku gelên li herêmên xweser destkeftiyên xwe biparêzin divê şiyartir û birêxistinkirîtir bin. Rêveberî û saziyên heyîn divê bidisiplîntir bixebitin û tedbîrên xwe bistînin. Gelek kes dixebitin di nava gelan de bêbaweriyê belav bikin, seriyan tevlîhev bikin û fitneyê belav bikin. Bi hebûna dewleta Tirk û germkirina wê dixebitin ku DAIŞ careke din zindî bibe. Kuştin tê birêxistinkirin. Bi ketina dewleta dewleta Tirk ya erdê Sûriyê deriyê qotiya xerabiyan vebûye û xerabî li her derê belav bûye.
Emerîka ji bo ku Tirkiye pirtir nêzî Rûsya nebe çavê xwe ji her sûcê wê re digire. Di birina Esed û û tesfiyekirina Îranê de digihin hev. Li Girê Spî û Serê Kaniyê ku Emerîka garantor e, çavê xwe ji hebûn û sûcên çeteyan re digire û bêdeng dimîne. Halbiku di şerên agirbestê de bicîbûna van çeteyan li herêmê û êrîşkirina ser gel nîne. Emerîka pir bi hêsanî dikare vê mijarê bike pirsgirêk. Rûsya jî dikare heman tiştî bike. Lê ji bo berjewendiyên xwe li hemberî van sûcan bêdeng dimînin. Ev kiryar û sûcên dibin kare rêveberiyên xweser zehmet dikin. Modeleke demokratîk halê hazir ji bo berjewendiyên hêzên li herêmê li dû serdestiyê diğerin xizmetê nake. Dilxwede Emerîka li hemberî DAIŞê bi QSDê re hevkariyê dike. Lê heta niha rêveberiyên xweser bi awayekî fermî nas nekirine û neparastine. Gotibûn wê hêzên li rojhilat û bakurê Sûriyê di nava komîteya destûrê ya li Cinêvê de ciyê xwe bigirin. Lê çawa ku tê dîtin hem Rûsya, hem Emerîka ji bo tevlîbûna herêmên xweser tiştek nekirine. Jixwe Rûsya, Îran û Tirkiyê li Soçî û Astana biryar dabûn herêmên xweser li derve bimînin.
Qezenca rojhilat û bakurê Sûriyê ya herê mezin bihêzbûna tevgera jinê û tevlîbûna jinê careke din ya nava civakê ye. Ji bo wê divê ji azadiya jinê û tevlîbûna wê ya nava civakê tawîz nayê dayîn. Ciwan jî divê hêza xwe ji bo parastina qezencên demokratîk seferber bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.