Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dijminatî û Yekîtî

29/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Dîroka wan wisa bû. Dema ku ji Asyayê hatin Anatoliya heta niha ji bo cihên ku ketine dagirkeriyek mayînde pêk bînin, siyasetek taybet meşandin. Siyasetek ku midaxleyî yekitiya gelan dikirin dimeşandin. Ne tenê li hember Kurdan li hember hemû gelên herêmê ev siyaseta xwe didan meşandin.
Kurdan evyek dîtin û dest bi serhildanan kirin. Bersiv dayina komarê jî komkujî bûn. Komkujiyên ku di destpêka avakirina Komarê de bi serhildana Şêx Seîd re destpê kirin, di serhildanên Agirî, Zîlan û Dêrsimê de berdewam kirin. Ev siyaset wek ‘faşîzma Tirkên Spî’ dihat pênasekirin.
Berêya Peymana Lozanê dema ku Kurdistan bu 2 parçe, 2 dijminê dagirker hebûn; dewleta osmanî û dewleta Îranî. Di vê demê de dijminê herî zalim, dewleta Osmanî bûn.
Piştî peymana Lozanê, dema ku Kurdistan kirin 4 parçe, 4 dijminên nû hebûn. Lê dîsa dijminê herî zalim û qirker komara Tirkiyê bû.
Dema li Tirkiyê hukûmet dihatin guhertin û her tişt dewrî hikumeta nû dikirin, dijminatiya kurdan jî di heman demîde dewrî wan di kirin.
Hetanî sala 2002an, her cûrê zext û rêbazên qirêj ên asîmîlasyonê yên li ser Kurdan, bi faşîzma Tirkên Spî hatibû birêvebirin.
Di sala 2002an de bi navê AKP partiyek nû derbasî rêveberiya Tirkiyê bû. Lê di dema AKP’ê de, ev faşîzma Tirkên Spî, veguherî faşîzma Tirkên Kesk. Heman siyasetê ji hêza xwe tiştek winda nekir û dewam kir. Di wê demê de siyaseta dijminatiya kurdan wek pakêtek dan destê Erdogan. Ji xwe şertek hatina wî ya desthilatdariyê ev yek bû.
Lê kurdan li Bakûrê Kurdistan dibin pêşengiya Rêber Ocalan de têkoşînek dimeşandin. Têkoşîna wan encam jî girtibû. Hilbijartinên 7 Hezirana sala 2015an ev yek hatibû îspatkirin.
Dema ku dîtin ji her cûre qirkirin û rêbazên şikandina civakî encam nagirin, di dawî de, îtifaqa faşîzma Tirkên Spî û Kesk di şexsê AKP û MHP’ê wek kevneşopiya dewletê xistin meriyetê. Û wan jî bi şerê taybet ê herî qirêj, hemû derfetên dewletê kirin seferber û êrişî kurdan kirin.
Bloka faşîst a AKP-MHP’ê di her firsetê de bi awayek vekirî îlan dikirin ku, ew tehemûla hebûna Kurdan nakin û hebûna Kurdan wek sedema esasî ya tûnebûyîna xwe wane.
Îroj, ji bo qirkirina Kurdan û asîmîlekirina wan, faşîzma dewleta Tirk gihiştiye lutkeya herî jor.
Qirkirina kurdan ne bi tenê siyaseta dewletê bû, roj hat, ev siyaset bi civaka xwe jî dane pejirandin û civak jî bû parçeyek vê siyasetê. Civak li gor kodên ji rêveberiyê digirtin êrişî kurdan dikirin. Li gelek deveran li dijî kurdan bûyêrên lînckirinê qewimîn.
Mixlaefet jî bi hişmendiya faşîzmê li dijî kurdan tevdigeriya û li hember kiryarên qirkirinê bêdeng dima.
Bi salan li hember tevgera azadiya Kurdistan û gerîlla bi sernediket. Wek hercar dîsa berê erişên xwe da sivîlan û siyaseta legal. Dîsa girtin, zindankirin û sirgun kirin destpêkir..
Ev dewlet wisa ne tenê dijminê PKK’ê bû. Ev dewlet dijminê Kurdan bû. Dixwest hebûna Kurdan ji holê rake û tine bike. Ji ber îroj li pêşiya polîtîkayên qirkirinê HDP’ê asteng didît, dest bi erişên vê partiyê kir.
Bi êrişa li dijî şaredariyên li Bakur ev rastî careke din hat dîtin; bi navê Kurdbûnê siyaset suc e. Yekane sebeba girtina parlementer û hevşaredaran ev bû. Hevşaredarên ku bi rêya kayyumên dagirker wezîfeya wan hat desteserkirin bi tenê ji bo parastina nîrxên kurdan xebat meşandibûn û ev jî dijminên kurdan aciz kiribû.
Wan dixwest bi her awayî siyaseta binavê Kurdan asteng bikin. Wateya vê ya siyasî, daxwaza dest jê berdana Kurdbûnê bû. Lê bi salan bû bi ser nediketin. Tu kes li gor wan îflah nedibû dev ji vê têkoşînê bernedida.
Ev kiryarê wan bi bakûr sînorkirî nediman. Roj hat berê xwe dan başûrê Kurdistan. 20 sal beriya Erdogan ketibûn nav liv û tevgerê.
Di sala 1983’an de ‘Peymana Ewlekariya sînor û hevkarî’yê ya di navbera darbekarê wê demê Kenan Evren û Bexdayê de pêkhatibû. Li gorî lihevkirinê herdu welat dikarîn bi kûrahiya 10 kîlometran bikevin nava xaka hev. Piştî vê lihevkirinê di 25’ê Gulana 1983’an de bi beşdariya 7 hezar leşker êrişa destpêkê li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêkhat û 5 km ketin axa Başûrê Kurdistanê.
Piştî îmzekirina wê lihevkirinê sala 1983’an ve heya niha ev êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistan didomin û herêmên sînor tên bombebaran kirin.
Di van êrîşan de gelek deverên sivîl jî hatin bombebaran kirin û gelek sivîl jî hatin qetil kirin. Li aliyek qereqol çêdikirin û li aliyek jî erişên wan domdikirin.
Lê dîsa jî bi sernediketin. Diviya siyasetek cûda bihata ceribandin. Dek û dolabên bapîrên wan hatin bîra wan. Diviya di destpêkê de kurd bihatina parçekirin. Diviya li pêşiya yekitiya kurdan bibûna asteng û çi dibûya bila bibuya, diviya yekîtiya kurdan neheta avakirin.
Dijminê kurdan nedixwestin kurd bi avakirina yekitiya xwe bibin hêz. Ji bo astengiyan derxin, tişta ku ji deste wan dihat pêkdanîn. Dagirkeriya ku bi Kerkûk û Efrînê destpêkir û bi Serêkaniyê û Girê Spî dewam kiribû dixwestin di roja me de jî li heremek dinan bidin dewamkirin.
Lê dema ku dît di siyaseta xwe ya; parçekirin, bê hêz xistin û girtina bin kontrola xwe encam negire, berê xwe da leyîztikek nû. Li hewlêr û li Enqere civînên veşartî pêkhatin. Encam bi destê PDK’ê wê dagirkeriyek nû bida destpêkirin. Ew jî Zînî wertê bû. Ev kiryar û siyaseta dewleta tirk ya sedsalan bû. Û îroj li başûrê Kurdistan li du vê yekê bûn.
Erdogan dixwest hinek Kurdan bikişîne cem xwe û siyaseta Kurdan bi Kurdan bide şikandin bimeşîne. Ev siyaseta wî îro jî li pêşiya yekitiya Kurdan astengiyek herî mezin e. Di serîde PDK hin hêz bûbûn parçeyek vê siyaseta dewleta Tirk ya dagirker. Me ev yek di sala 2013an de dejî dîti bû.
Xebatên yekîtiyê yên di sala 2013’an de hatibûn destpêkirin, gihiştibû qonaxa herî dawî. Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo pêşî li vê yekê bigire hin kurd xapand. Û ew kurdên hatibû xapandin jî xebatên yekîtiyê vala derxistin. Konferans hat lidarxistin lê negihijt encanma xwe ya kongrê.
Lê di roja îro de derfetên nû hebûn. Rewşa niha ji 2013’ê de zêdetir derfet dida yekîtiya Kurdan. Piştî hewldanên dagirkirina Zînî Wertê kurdan leyîzk û siyaseta Tirkan hemen dîtin û midaxle kirin. Li gelek deveran ji aliyê hunermend, rewşenbîr, siyasedmedar û rêxistinan ve peyamên yekitiyê hatin dayin. Hişyariyek jî wan hebû digotin dive PDK nebe parçeyek siyaseta dewleta tirk a dagirker. Dive demek kurt de hêzên xwe ji Zînî Wertê bikişîne.
Tam di vê demê de, dewleta Tirk a faşîst ku çawa di sala 2013’an de xebatên yekîtiya netewî ku li başûrê Kurdistan hatibûn destpêkirin astengî çêkir, niha jî disa hewl dide bikeve dewrê. Ji ber ku yekîtiya Kurdan wek mirina xwe binav dike, hemû derfetên şerê taybet seferber kiriye.
Sedsala 21’an û şerê cîhanê yê sêyemîn, derfetek siyasî ya dîrokî dide Kurdan ku yekîtiya xwe ava bikin û hesab ji faşîzmê û dagirkeriyê bipirsin. Kurd ji bo hewldanên wan yên li pêşî girtina, yekitiya kurdan berteraf bikin, têkoşînek bê hemba didin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.