Sîpan ŞÎNDA
Ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir ji ney û nay û bilûr e
Belê dengê te bû xweştir ji yê hemû ney û nay û bilûr û hemî bilbilan. Dengê te bû agirê evîna welat dixist di nava dilê keç û xortan. Dengê te bû ji dengê qîjîna balafir û qumîna dengê topên dijminên Kurdan bilindtir. Dengê te bû ji qîjîna dengê guleyên pêşmergeyan bi bandortir. Dengê te bû ew baregeh û çeperên pêşmergeyan di cengên giran de dikir cihê govend û şahiyan. Dengê te bî tovê niştimanperweriyê di dilê zarokan de diçand. Belê îsal ne sala strana Kurdî ye. Piştî Seîd Yûsivî, Seîd Gabarî jî ji nava karwanê strana Kurdî barkir. Her duyan ji jiber nexweşiya giran jiyana xwe ji dest dan. Mirin çiqas dereng ji bê, tiştekî bi êş e. Li ber dilê heskiriyên miriyan hemî mirin bêwextin. Her çend mirin rastiyek ya jiyanê be jî lê ew tehl e. Jiber ku ew ezîzê dilê mirovan ji ber çavên wan dibe, ew destê mirov ji hevdû diqetîne. Lê mixabin ew rastiya jiyanê ye.
Seîd Gabarî, bilbilê strana Kurdî jî ji nava me veqetî. Ewî him stranbêjiya gelêrî dikir û him jî ya netewî dikir. Ji temenê xwe yê kiçik ve dest bi gotina stranan kiriye. Ew di sala 1956’an de li gundê Xirbê Kejê yê Qmişlo xwidê dide. Çavek yê wî ji zikmakî kor e û çavê wî yê din jî ji nezanîna bijîşkan kor dibe. Ev korbûna wî ji di nava gel de dibe weke efsaneyekê û belav dibe. Lê bi rengekî din. Li her derî digotin Sedamî ew girtiye û gotiye wî yan ezê zimanê te jê bikim yan ji çavên te derxînim. Îcar tu bêje te çavên xwe yan ji zimanê xwe divê. Dibêjin ewî ji gotiye min zimanê xwe divê û piştî wê ji çavên wî derxistine. Lê ev efsûn nerast e. Çavê wî yê sax bi derziya bijîşkan kor dibe. Gabarî di 1969’ê de konsêra xwe ye ewil dide. Ewî gelek helbestên şairên nemir Seydayê Tîrêj û Cegerxwîn kirine stran. Yek ji van strana jê Bilbilê Dilşadî ye.
Karwanê me wa bi rê ket lê şev reş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me ji herçar kenarî
Warê me welat e ey heval rêka me dûr e
Jiber stranên niştimanperwerî ew ji aliyê rejîma Sûrî ve tê girtin û îşkenceyên giran li wî tên kirin. Jiber wê ew di sala 1980’an de diçe başûrê Kurdistanê û jiyana xwe li wir didomîne. Piştî demekê ew ji weke gelek Kurdan diçe Ewropa û li Elmanya dijî. Gabarî, di 4’î Gulana 2020’an de li Hewlêr di nexweşxanê de çû li ser dilovaniya xwe. Ewî 4,712 stran gotine.
Min û azadiyê ji wan e
Qamîşloka min ê
Keç û kuran serhildan e
Bihuşta li ser dinê
Her yek alek di destda ne
Qamişloka min ê
Goristana dijmina ne
Bihuşta li ser dinê
Belê warê te welat bû bilbilê min. Te her tim ji bo azadiyê strî hozanê nemir. Bila giyanê te di bihuştê de azad û şad be.






