Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cejın, encama tekoşînan e

27/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
FÊMKIRINA RASTIYÊ!…
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Cejin, li cîhanê tevê rojên pîroz yên civakî tên dîtin. Lê dewşirmeyên Tirk, cejnê û rojên pîroz tenê para xwe dibînin. Dema ku xurt dibin, dibine beraz, dema lewaz dibin dibine rovî.
Lê mijara me ne ev e û dixwazim di destpêkê de bêjim; nivîsa min wê nivîseke “wasat” be. Ji ber ku dema min xwe ji bo nivîsê amade kir jî, di serê min de 3 fikir hebûn.
Bîrdozên şer, “xêrdînî” û “reşbînî”; yanî dîtinên Hobbes û Kant! Fikra sêyemîn jî bîrdoza Ocalan bû.
Ez, bi pîrozkirina cejna xwendekaran, kedkarên rojnameya Ronahî û pîrozkirina cejna gel dest bi nivîsa xwe dikim.
Em di şer de ne û emê behsa şer bikin: Hobbes, mirov weke kurmê mirov nîşan dide û dibêje, “ji ber berjewendiyan aliyek wê aliyekî bidest bike.” Kant jî, ji holê rakirina şer û gihiştina aştiyê diparêze.
Wilo xuya dike ku, her du dîtin, gotina nivîskarê Romayî, F. Vegetius Renatus, ku dibêje; “Kesê aştiyê bixwaze, divê ji şer re amade be”, kirina bingeha dîtinên xwe.
Her du alî jî reşbînî ne. Roma jî di nav de, di tu serdeman de, potansiyala şer nebûye bingeha aştiyê.
Ocalan, ji fikrê Kant û Hobbes cûd, riyeke nû diparêze. Desthilatdariyên sîstema modernîteya kapîtalîst red dike. Dibêje; “dest nedin jiyana mirovan, dest nadin baweriya mirovan, dest nedin nirxên mirovan, dest nedin xwezahiya mirovahiyê. Mirov wê riya xwe bibîne, tecrûbeya bi hezar salan bi wan re heye, serspîyên wan, bawerî û toreya wan, wê dikaribe pirsgirêkên civakê çareser bikin; wê dikaribin jiyana hevpar, wekhevî û parvekirinê ava bikin.”
Rast e, şer, “xêrdînî” çênabe, her dem “reşbînî” ye.
Li cîhana ku ji dema Habîl û Kabîl û vir ve, bûye meydana cengê, bêguman bi hesanî nayê ser xeta sêyemîn. Lê dibe; zilma ku Birahîm avête nava agir, Musa derxiste serê çiyan, Îsa li çarmihê dan, Zerdeşt bi xencerê, Manî bi êşkencê kuştin, niakrîbû mirovahî ji rûniştina li ber agirê Promethaus dêr bike. Mînak jî Rojava ye!…
Em, serdema Nuh nizanin, lê ji Zerdeşt û Birahîm vir ve, mirovahî cejnan pîroz dike, qurbanan dide. Di cejna Remezana 24ê Gulana 2020an de, vîrûsa korona cîhana zalim, bi yek nefesê dîl girt û da xuya kirin ku “kurmê mirovahiyê berjewendî ne û hêrsa xwezayê jî tofan e”.
Eger, em felsefeya civaka klasîk li ber çavan bigirin jî, divê em bi nêrînek nû û li gorî mercên cîhana Kurdan û gelên bindest nêzîkî dîrok, felsefê, evîn, hêvî û helbesta dilan bibin. Meha Remezanê, ji bo cîhana misilman pîroz e û her kes, bi “vecd, zikir û sena” di navbera erd û ezman de diçe û tê, xwe dibin çavan re derbas dike. Yan jî, ruh û bedena xwe ji qirêjiya cîhanê, ji gunehên beşerî paqij dike.
Gelo dema Cenabê Muhammed, di zikrê “kelamullah” de rûdinişt, fikrekî “dewşîrme” jê re hate dikirandin? Ji ber ku di Qur’ana pîroz de tiştekî wisa nabînim. Gelo kesî dîtiye?
Guman dikim, ku di serê Yezdanê Mezin de jî fikrekî wisa nebû, lewma qala kole-çaker’an kiriye, ya derşirmeyan nekiriye. Dewşirmetiya Osmaniyan, ku îro Erdogan bi çeteyên radîqal dike, gunehkariya li dijî mirovahiyê, hemû olan û baweriyan e. Erdogan jî, wek kesên ku Hallaci Mansur kuîtin, Birahîn avêtin nava agir, Îsa li Çarmixê dan û Zerdeşt li ber agirê pîroz kurştin gunehkar e.
Cenabê Muhammed, ji bo kole-çaker’an têkoşînek mezin kir, lê devşirme di ayet û hadîsan de jî nînin. Ji ber ku sîstema li derî însaniyetê ye; zarokên dihatin revandin, bi sîstema“mankurt” perwerde kirin, navekî nû li wan dikirin, bi limêj, niyaz, selat û selaman, tenê ji bo “bijî padîşahê min” dihatin mezin kirin. Tenê şer, kuştin, wêrankirin û talan fêrî wan dikirin. Wan jî, nanê xwe, bi “şerbeta şehadetê” û horiyên behiştê dilê xwe xweş dikir û xwe dixapandin. Ew qurbanên “serdema tarî” bûn!…
Balkêş e, fîlozofên serdema me jî, nirxandinên ji hev cûda dikin; tenê biwêjên nû di afirînin, lê sîstema devletê ku her dem bûye çavkaniya faşîzmê û sîstema ku îro jî sîstema devşîrmetiyê bi komên çete kirine pratîkê û li serê rmirovahiyê kirine bela, rexne nakin.
Xuya dike ku, piştî vîrûsa korona wê “guhertinek” di jiyana mirovahiyê de çêbibe. Cejin jî wek demên berê nayên pîroz kirin. Lê di hovîtiya sîstema devşîrmeyan de ti guhertin çênabe. Bala xwe bidinê, yek dewleta ku banga Neteweyên Yekbûyî guhdarî nekir, şer betal nekir û girtiyên di zindanan de bertnedan û bi gefa vîrûsa korona re hiştin, tenê dewleta Tirk ya dewşirme ye. Di roja arefê de jî, êrîşî malan kirin qirkirina siyssî kirin pratîkê û Kurd car din mahkumî devê dadgahan kirin.
Kurd ji nifiran, ji hêvi û niyazên bi secdekirinê westiyan û biryar dibêjin, yek rê heye, têkoşîn û berxwedan.
Hemû cejnên cîhanê jî, piştî têkoşîn û serketinan hatine bidestxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.