Zekî BEDRAN
Wê Sûriye ji kirîza şerê giran yê navxweyî çawa derkeve? Di vê mijarê de ti kes nikare tişteke bawerî pê bê kirin bêje. Di rewşa heyî de Sûriye bûye sê beş. Beşek di binê dagîrkeriya Tirkan de ye. Lê bi dagîrkeriya Tirkan ne sînordar e. Di heman deme de li wan herêman DAIŞ û El Nusra bi dehhezaran hêzên çekdar yên ji Ixwaniyan bi cî kirine. Li beşeke girîng ya welat jî (Bakur-rojhilarê Sûriyê) rêveberiyên xweser hatine avakirin. Ev herêm ji komên weke DAIŞê hatine paqijkirin û xwe diparêzên û bi rê ve dibin. Beşa din jî yas Sûriyê ji aliye rejima Esed ve tê kontrolkirin. Gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê modeleke demokratîk ava kirin. Ji bo Sûriyê ev tecrûbeyeke pir girîng e. Demeke dirêj e welat ji aliyê yek partiye, Beesê ve hatiye meşandin.
Rejima Ezed halê hazir li ser guhertinekê nahizire. Çawa ku bi alîkariya Rûsya Îranê li ser piyan dimîne, niha jî plan dike ku desthilatdariya xwe weke heyî bidomîne. Li Idlibê dewleta Tirk hêzeka mezin ya şer bi cî kiriye û çeteyên bi xwe ve girêdayî dide pêş. Dema ew têrê nekin ew bixwe tevlî şer dibe. Di vê mijarê de bi tevayî bi Rûsya ve girêdayî ye. Rûsya jî naxwaze navbera xwe û dewleta Tirk xerab bike. Rûsya bi taybetî ji bo dagîrkirina Efrînê ji dema derî vekirîn ve gelek berjewendî bi dest xistin. Ji bo xatirê Sûriyê ji çavê xwe dernaxe. Bi qasî ku tê fêmkirin Rûsya bi Israîl û Emerîka re li hev kirine. Ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê û lewazkirina wê Rûsya itiraz nake. Lewre Israîla çawa dixwaze Sûriyê bombebaran dike û ji Rûsya dengek dernakeve. Rûsya dixwaze li ser Sûriyê bibandortir bibe. Li Rojhilata Navî Îran aktoreke girîng e. Ji bo wê Rûsya wisa bi hêsanî dev ji Îranê bernade lê lewazbûna wê li Sûriyê ji bo Rûsya baş e.
Wezîrê kare derve yê Rûsya birêz Lavrov demekê her tim Kurd rexne dikirin. Digot, pir nêzîkî Emerîka dibin, bila bi rejimê re aştiyê bikin. Balkêş e, ew û wezareta wî ji bo ku Kurd û rêveberiyên xweser bi rejimê re hevdîtina bike û çareseriyekê bîne nakeve nava ti hewldanan. Halbiku Kurd û bi milyonan mirovên bi wan re tev digerin, ji bo ku bi rejimê re hevdîtinê bikin û kêşeyan çareser bikin amade ne. Rûsya dosyaya Kurdan û pirsgirêka Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi hêviya leşkerên li Himeymîmê ve hiştine. Leşker jî bi beşa ewlekarî û pratika wê ve mijûl in. Rêveberiya Esed jî ji bo çareseriyê nakeve nava ti lêgerînan.
Tişta ku Esed ji çareseriyê fêm kirî ev e: Di bin re ji gel re xeberan dişine, istixbaratê çalak dike û dixwaze gel pê ve girêdayî be. Wisa tê fêmkirin ku Şam xeyal dike ku weke berî 2011an be. Hesab dike ku wê bi hakimiyeteke mezin û bêsînor nizama partiya Bees were. Ji demokrasi û çareseriya beşên din yên welat ya bi riya aştiyê dûr e. Eger ev hişmendî û polîtîka rast buna ev şerê navxweyî dernediket. Ev şer sirf ji ber geşkirina hêzên derve û destwerdana li erdê Sûriyê derneket. Pirsgirêkên gel bi rejimê re hebûn. Bê ku pirsgirêk giran bibin diviya li ser bingehê demokrasiye werên çareserkirin. Lê wisa tê dîtin ku rêveberiya Şamê nêzîkî demokrasiyê nabe.
Ji bo rêveberiya Esed pozisyona hêzên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê nimeteke mezin e. Rêveberiyên weser nabêjin ileh divê Esed biçe. Terse wê ji bo hevdîtina bi Şamê re û li ser bingehê pîvanên demokrasiye amade ne. Herwisa ji bo yekbûna Sûriyê jî amade ne. Weke din li dijî dagîrkirina erdê Sûriyê radibin û li hemberî dagîrkeran di nava têkoşîneke bibiryar de ne. Şam, li şûna ku ji vê firseta zêrîn sûdê bigire ard li ser werîs radixe û dixebita rêveberiyên xweser bêitibar û lewaz bike.
Rûsya jî xwediya heman hişmendiyê ye. Kurdan û rêveberiyên xweser navcîtiya Rûsya qebûl kirin. Bi Rûsya re di nava danûstandineke baş de ne. Rûsya li şûna ku dosyayê bispêre leşkeran û li zeman belav bike, divê li ser projeyeke bilez bixebite. Herêm şemîtok e. Tirkiye hêzeke mezin ya leşkerî li herêmê bi cî kiriye. Li Idlibê Rûsya û Tirk hatin hemberî hev. Naxwazin bi Tirkan re şer jî bikin. Wê demê tişta herî baş ya bê kirin, ji bo ku Sûriye bi ser hev ve were lihevhatina bi bi hêzên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye ku beşeke girîng ya welat di deste wan d ye. Kurd û gelên din pir hişk nêzîkî mijarê nabin. Tersê wê ji bo ku berî gavekê Sûriye bibe yek, şer bi dawî bibe û demokrasî pêş bikeve ji bo her fedakariyê amade ne. Ji bo wê divê Rûsya berpirsiyariyê bigire ser xwe û ji bo çareseriyê din ava hewldanên cidîtir de be.






