QASIM ENGÎN
Pirsgirêka ku li derdora Zînî Werte hatiye derxistin didome. Bi gotinekE din dorpeça qadên gerîla bi çîroka ku qaşo tedbîrên Corona tên girtin jî didom e.
Lê di zû de hatiye fêmkirin ku mijar ne tedbîrên Corona ne û ne jî mijar tenê Zînî Werteye.
Tê zanîn Tevgera Azadî gelek caran daxûyanî dan ku girtina Zînî Werte leystokek planek pir mezin e. Heta anî ziman ku di vê planê de berjewendiyên qirêj ê dewleta tirk a faşîst henin. Dîsa pir vekirî hatibû ziman ku ev rewşa ger naye serarastkirin yê bi xwe re xeteriyên dîtir jî bîne.
Bêguman gelê me û raya giştî li hember girtina Zînî Werte û xeteriyên ku li ser mijara Zînî Werte dikarin pêşbikevin bu şahadetên ku jiyana pir zû ferq kir û li gore wê jî helwesta xwe raber kir.
Lê pêwîstî heye ku hinek tiştên dîtir jî bêne gotin e. Mijar rastî jî ne tenê Zînî Werteye. Ji ber ku cihên ku hatine girtine ne tenê Zînî Werteye. Zînî Werte tenê yek qade.
Mînak li Haci Umran de bigirin heta Çoman, li Çoman de bigirin heta Sîdekan, li Sîdekan de bigirin heta Şîrvan û her wiha li gelek cihên ku gerîla wek cihên derbas bûyîne kar tîne li hemû cihan de peşmergeyan di bin navê tedbîran de baregah avakirine. Pir balkêş e ku ev baregah hemû jî li derdorên cihên ku gerîla tê de dijîne.
Hêna sosrettir jî ew e ku rêyên ku gerîla kar tîne û ev rê li cihên herê asê jî derbas bibin pêşmergeyên PDK bi kepçeyan ango tireks û haferayan ev rê kolandine, çal kirine, hilweşandine. Heta di rêyên ku tenê çand sed metro dirêjin di dehan cihan de bi van amûrên kolandinê ew rê tev de hatine xirab kirine.
Bi gotinek din mijara ku li Zînî Werte di bin navê tedbîrên Corona de tenê girtine çîrok e.
Kî dikare kolandina wan rêyan û bi çi hincetiyan îzah bike?
Dikare were gotin ku hinek fermandarê herêmî bi înîsîyatîfa xwe kar û barên wiha yên ku ne di rê de kirine. Dîsa dikare were gotin ku hinek fermandarên ku dijî gerîla tijî kîn û nefretin û yên ku bi dewleta tirk re kar dikine ev rêyane bi tireksan kolandine.
Dibe ku tiştên wiha ferdî pêk hatibin. Lê ya balkêş ew e ku ev kolandina rêyan sîstematîk hatiye meşandine. Bi gotinek din plana kolandina rêyan li ser esasa planekê rêve çûye û hêna jî rêve diçe.
Ger em mijara Zînî Werte di vê çerçovaya giştî de binêrên û bimeyzînin emê bibînin ku mijar rastî jî ne tenê Zînî Werte ye an jî emê bibînin ku mijar ne tenê cihek ango çend cihên. Na, ger planê giştî yê ku bi ziraviyek hatiye û hêna jî tê meşandin were dîtin yê bê dîtin ku plan hîç jî paqij û bi niyetên saf naye rêvebirin e.
Berovajî, plana baregahan ava dike, plana ku rêyan dikole, plana ku rêyên gerîla digirin hemû perçeyên plana serî de dorpeça Qendîle û pê re jî bi giştî dorpeça erîşa qadên gerîla ne.
Ev plan çendî xetere û çendî jî yê xeteriyan bi xwe re û ji yekitiya Kurdan û gelê Kurd re bîne pir vekirî û eşkereye.
Ji bona wê pêwîstî heye ku gelê me û raya giştî pertekên xwe hêna tundtir bike û biradarên PDK jî demeldest dev jî karên wiha ku zerar didin yekitiya gelê me biterîqînin.






