Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi Kurdan re ne şer ne jî dostanî êdî nabe!

11/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rûsya dixwaze Îranê ji Sûriyê derxe
Share on FacebookShare on Twitter

Di nivisa xwe ya destpêkê de min hinek qala rewşa têkîliyên Rûsya û Îranê ku li Sûriyê wek dostên hev tên dîtin kiribû. Lê ev dostanî wê heta ku bidome kes nizane. Herkes dizane temenê vê dostaniya li ser berjewendiya kêm maye hilweşe. Ev mijara wê gelek bê nîqaş kirin. Lê di nivisa xwe ya îro de ez dixwazim hinek qala têkiliyên rejîma Sûriyê û Kurdan bikim.Têkiliyên Kurdan û rejîma Sûriyê ya niha ku xwe wek desthilatiya partiya BAAS pênase dike, ne şer ne jî dostanî bû. Heta niha jî bi rejîma Sûriyê re ne şer ne jî dostanî heye. Ev têkilî dem dem bi êrîşên rejîma Sûriyê re aloz dibe. Lê nazîvire rewşek jêneveger. Gel û pêkhatiyên li Rojavayê Kurdistanê dijîn, bi aloziya li Sûriyê re herêmên xwe xistin bindestê xwe û him parastin him jî rêveberiya xwe avakirin. Ev heft sale Kurd û gelên li herêmê bihevre di nav aloziya li Sûriyê ku têde kuştin, talan, xerabkirin, koçberî, birçîbûn hwd, heye, bi şêweyek aram û heta asteyek di nava refahê de dijîn. Çiqas kêmasiyê wê hebin jî, di rêvebirinê de heta asteyek demokrasî heye û temsîla her beşên civakê û gelan dinava rêveberiyê de heye. Ev jî bala herkesê dikşîne ser Rojava ku çewa di nava aloziya li Sûriyê de aramiyek û refahek wiha avakirin. Ev jî bi feraseta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya civakê bû. Lê hêzên bi baldarî li Rojava dinêrin, naxwazin vê rastiyê bibînin. Ez rastiyek vê jî bêjim.
Gelê Kurd û nûnerê wan ji destpêka aloziya Sûriyê de ku gelek hêzan dixwestin Sûriyê perçe bikin, gelekan dixwestin desthilatiyek radîkal avabikin, gelek hêzan wek dewleta Tirk jî hêzên wek DAIŞ birêxistin kir û kir bela serê mirovahiyê. Di demek wiha de kesî nizanibû wê li Sûriyê çi bibe, gelê Kurd û dostên wan ji xwe re rêyek diyar kirin û gotin em yekîtiya axa Sûriyê diparêzin û dixwazin Sûriyek demokratik û federal bê avakirin. Lê hedefa yekê demokratik kirina Sûriyê bû. Bi vê armancê Kurd û dostên wan hebûna rejîma Sûriyê li herêmên kontrol kir de, bi temamî ji holê ranekir û rê da ku rêyek diyalogê hebe. Gelek hêzên dixwestin rejîma Sûriyê ji holê rakin yan jî Sûriyê perçe bikin, ev nêzîkatiyên çareserî û diyalogê yên Kurdan wek piştgiriya rejîma Sûriyê dîtin û li dijî Kurdan şer îlan kirin û êrîşî Kurdan kirin. Pêla wan êrîşan ji Serêkaniyê destpêkir û herî dawî bi êrîşa dewleta Tirk ya dagirker ya li ser Efrînê dewam kir. Ez bixwe vê êrîşa dawî ya dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê jî dewamiya vê pêla êrîşa ku ji Kurdan re xwestin bêjin tu vê siyasete bimeşînî, em ê jî êrîşî te bikin, dibînim.
Dibê bê gotin Kurd çima nebûn beşek ji perçekirina Sûriyê. Ev jî mijarekî nîqaşêye, lê hêzên li dijî rejîma Sûriyê jî mafê Kurdan yên netewî qebûl nedikirin û ev yek bi zimanekî eşkere digotin. Diyaloga Kurdan û rejîma Sûriyê û heta yê beşek jî oposîzyona rejîma Sûriyê jî her daîm hebûn. Niha jî ev diyalog bi rejîma Sûriyê re heta asteyekî didome. Lê ev diyaloga ku heye rewşa ne şer ne jî dostanî derbas nake. Sedemên ne derbaskirina vê rewşê hene. Ew jî siyaseta rejîma Sûriyê ye.
Rejîma Sûriyê, aloziya li Sûriyê wek demekî dibîne û li gorî xwe dibêje ew ê dîsa wek berê dewam bike. Yanî wê dîsa dewletek merkezî avabike û li gorî feraseta BAAS Sûriyê birêve bibe. Ev nêrîn û feraseta rejîma Sûriyê nahêle rêyek çareseriyê li Sûriyê vebe û hevdîtinên têkirin jî vala derdixe. Rejîma Sûriyê divê vê rastiya bibîne ku êdî netenê hin hêzên derve, ‘dostên’ wê yên wek Rûsya êdî perçebûna Sûriyê xistiye rojeva xwe û hêdî hêdî vê dike. Rewşa Îdlib, Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablûs û Deraa vê eşkere dike. Rejîma Sûriyê bixwaze Sûriyê ji perçebûnê xelas bike, divê bi Kurda re li ser esasê dostaniyê dest bi muzakereyan bike. Yan na rewşa rejîmê wê aloztir bibe.

Ezîz KOYLUOGLU

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.