Medeni FERHO
Ziman, ji serdema antîk û fêrkirina “heft hunerên azad”, piştre derketina karên fîlolojîk û di serdema me de jî, xebatên “zanista ziman” her dem di rojevê de ye. Bi taybetî, piştî “zanista ziman”, zimanzanan berê xwe da felsefê û di pêşketina ziman jî de felsefê de dîtin. (Guman dikim ku Shaekespeara û Dante, ev dîtin hinekî wajî kirin mirov dikare nîqaş bike).
Bi gotineke din, dînamîzma ziman di mêjî de, enerjiyia mêjî di zimande ye.
Ji serdema Arîstoteles ve, têkiliya ziman, mêjî û felsefe, dînamîk û enerjiya mirov, di kesayeta mirova de enerjî û dînamîka civakê tê nîqaş kirin. Em Kurd, gelek caran pêdiviyê bi kûrbûnê nabînin, dabaşan sere sere digirine dest.
Di cejna zimanê Kurdî û beyanatên hatin dayin de jî, ev svikayî hebû, kes li ser çanda devkî ya civaka Kurd, dînamîzm û enerjiya di vê hunerê de, ku bi rîtm û ahengî derketiye holê nedît, yan jî pêdivî bi vê rastiyê nedîtin.
Lê em dibînin ku ev enerjî û dînamîzm, îro jî di civaka Kurd de heye.
Arîtotales, di mînaka çêkirina avanî û hostatiya avaniyê balê dikişîne ser enerjî û dînamîzma hunerê mêjî û zimanê civakê. Ev, kulturek meddî jî be, pergala bi mêjî û ziman ve girêdayî destnîşan dike.
Noam Chomsky jî, her çiqasî, di çarçoveya felsefeya Decartes, ziman weke cewherê xas yê mirov bi nav bike jî, “vî cewherî wek hêza afirgerî” derdixe pêş û balê dikişîne ser felsefe û ziman. Avanî û hostatiya Arîtotales jî, ev e û di cewherê mîmariyê de, berhemdariya mêjî û ziman derdixe pêş. Dinamîzm û enerjiya civakî, vê rastiyê de ye, Kurd jî xwedî vî cewherî ne.
Ya rastî mijara min ne felsefe û ziman e, ne ziman û felsefe ye; Cejna Zimanê Kurdî ye. Ji ber ku têkildarî hev in, min bi kurtî dabaş dikirand. Dabaşa min, mesaj, nirxandin û nivîsên ji bo Cejna Zimanê Kurdî hatin dayin û weşandin e; çi bêjim, min rîtma rastiya serdemê, enerjî û dînamizma serdemê di wan mesaj, nivîs û nirxandinan de ne dît. (Nirxandina bi riya dîmen ya li ser Baba Tahirê Uryan ya li Amedê cûda.)
Her kesî daxwaz, pêşniyaz û şîret kirin. Lewma dibêjim, min enerjî û dînamîka di wêjeya devkî ya Kurdan de, ku derbixin pêş û ji bo civakê bibe mesaj, di van beyanat, nirxandin û pêşniyazan de nedît. Di çanda devkî ya Kurdan de, dînamîzm û enerjiya ku Arîtotales behsa wê dike heye.
Em vegerin ser dabaşa xwe:
Beriya 88 salan “Hawar” derket, enerjî û dînamîk ya yek kesî û di berdewama têkoîna Kurdand e, dînamîzm û enerjiya civaka bi rêxisinî, Plaza Medya Kurdî ava kir. Îro artêşek rojnamevan, nivîskarên Kurd, televizyon, radyo, ajans, weşanxane, zanîngeh û enstîtu hene.
Hemberî ku êrîşên, “bi rabita” û “bê rabite” hene jî, pêşketin erênî ye, şoreşek heye!…
Di vê serdama ku cîhan ketiye xeşîmek tarî û ronahiyê nabîne; faşîzma dewşirme ku dixwaze hemû qadên jiyana Kurdan dagir bike; li çar paraçeyn Kurdistanê enerjî û dînamîzmek heye. Yek ji qadên ku faşzîma dewşîrme dixwaze dagir bike ziman û felsefeya Kurd e.
Kurd şorşerê dikin; ji bo şorşeê 3 tişt pêwist in; 1-Ferd…Ev ferdê ku peyamberiyê bike û endesyariya civakê bike… 2-Civak û hişemdiya di çaçroveya peyamber de xwe rêxisinî bike. 3- Hiş û rama, têgiştina organîasyona mezin…
Em dewam dikin: 15ê Gulanê, roja derketina kovara HAWAR, li Şamê ye.
22 Nîsanê, derketina rojnameya “KURDISTAN” , li Qahirê ye.
Piştî hewqas salan, di sala 1995an, MED TV jî, li navçeyeke biçûk ya Belçîka Debderleeuw dest bi weşanê kir.
Encam: HAWAR, KURDISTAN û MED TV qonaxên cûda yên têkoşîna ji bo azadiya ziman, kultur, azadî û cogrfayayê ne. Di van serdeman de, ezman, hewa û erda Kurdistanê bi barûd û şewata bombeyan hebû..
Piştî vekirina MED TV, û gihiştina qonaxa îro, rewşek cûda heye. Di vê rewşa cûda de, dijminatiya dewşirmeyên Îttîhadî, weke destpêka rojnameya Kurdsiatan û destpêka Hawarê dewam dike… Ji bilî teknîka pêşketî ti cudatî (dijwar û ne dijwar) nîne, .
Lê , hem enerjiya ku Arîstotales behsa wê dike, hem cewherê ku Chomsky behsa wê dike, enerjî û dînamîzma civaka Kurd,, wek îro dernkete holê, Belkî mirov behsa berxwedana Agirî û helwesta Xoybunê bike, lê felsefe û zimanê wê serdemê têra gihiştine qonaxek serketî nekir.
Ez karwanê şehîdên rojnamevanên Kurd bibîr tînim û dewam dikim;
Potansiyal dijminên gelê Kurd, ji demokrasî, mafên mirovan, ademiyet û nirxên baweriyê semawî bê par in. Ev hêzên ku gotina “Allahuekber”, kirine slogana xwe, wek sosyologê Tirk Nezîh Merîç dibêje; “wan Xweda kuştiye, textê Xwedê jî kirine hevparê kujeriyên xwe”, nirxê herî pîroz yê mirovahiyê, exlak jî tunekirine.
Helbet, em ê kronoljiya dîroka dijminê ku faşîzmek taybet afirandine û lîstikên wan yên cambaziya li ser sê şelîtan li ber çavan bigirin. Helbet, wek her kesên ku mesaj dan, bang kirin, pêşniyaz rêz kirin, em ê bêjin; ferd palên ziman in, di ferdan de gotin, yan jî axaftin wek hebûnekê ye û dibe enerjî û dinamîzm û civakê himbêz dike. Helbet emê bêjin, ziman di civakê de, civak di ziman de xwe dibîne û dibe nasname.
Lê divê em îradeya siyasî, hem civakî-hem ewlekarî jibîr nekin.
Cîhan, kultur û ziman, felsefe û dîrok bi îradeyek rêxistinî derketine holê û hatine parastin.
Gelo ev îradeya rêxistinkirî çiye? Partiyek e, komek e, sazî ne, yan jî hêza eskerî ye?
Îro de, ev hêz teva li Kurdistanê hene; wek îradeyek siyasî, kulturî, çekdarî û civakî têkoşînê dikin.Ligel ku nokerî jî pêşketiye, mirovên Kurd, ku di çarçoveya peyamberiya xwedî hiş û ramanê felsefa bi zimanê dyaikê, zimanê dayikê bi felsefa civakî weke hêzekê derxistiye pêş, girtîgeh jî kirine eniya têkoşînê!… Ev, bê mêjî, bê ziman û felsefe nînin; ev tê wateya ku civaka Kurd, li hemberî barbariya di rengê mogolan de, li hemebrî rêbazên dînazroî ya DAIŞê de û bi planên stratejîk yên Îttîhadiyên dewşîrme êrîşan dikin berxwedanê dikin.
Pirs: Gelo di ziman û felsefê de, nivîskar û rewşenbîriya Kurd, rîtm û ahenga têkoşîne Kurd zemt kiriye? Ya duyemîn, gelo me, rîtm û ahengiya Ferîdûn û Kawayê hesinker, ya Teyrê Sîmûr û Rastemî Zal, ya nîgarkêşiya Manî û Îbrahîn Heqqi yê Erzirumî, ku di pirtûkên xwe digel gotinê motîfên tîtm û ahengiya wênegîrî bikaranîne zemt kiriye?
Min behsa nokeriyê kir, hestiyên gorbihiştî Ehmedê Xanî, di gorê qolincî bûne. Ji ber ku em banga Ehmedê Xanî di ratsiya demê de naqîrin. Divê em zanibin ku pêkanîna ahengiya ziman û felsefa Kurdî dikare bibe bingeh ahenga siyasî jî…
Xwedî derketina li ziman û rê girtina li ber asimilayson û otoasimilasyonê, bi ahenga ziman û felsefê çêdibe; vêce ne di aliyê siyasî de, ne di aliyê dîplomasî de rîtm û aheng ne hatiye zemt kirin; divê nivîskarên Kurd, rewşenbîrên Kurd ji hestên “hebenka dilxweşan” dûr bikevin.
Bi gotina Ibnî Sîna; “her tişt, li derve, di mêjî de, di ziman û nivîsê de xwedî hebûnek “e.
Ev hebûn di rastiya civaka Kurd e û di têkoşîna li dijî metîngeriya li Kurdistanê de heye. Mercên parçeyên Kurdistanê jî hev cûda nînin, kultur û ziman û felsefe jî, li gorî partiyan rêxistinan nayê guhertin. Heta Kurdistan azad nebe wê ev rastî wê her û her yek û slogan azadkirina Kurd û Kurdistanê ye!…
Destînî xerab e, destpêk mişextî ye, îro jî Hawar, Kurdistan û MED TV mişextî ye, ne tenê pêşniyaz û banga, kiryar û pêkanîn…. Xwedî derketina li nirxên civaka Kurdî… Div em, ji berê û saziyên ku dewleta Tirk vekirin û gelek Kurd şemitandin dersan bigirin.
Hêza li pêşiya pêkanîna yekîtiya Kurd jî, ew hêz e, bi reng hovîtiya mogolî, dirrindetiya DAIŞê û plangeriya faşîzma dewşirme, di yek potayê de hatie helandin êrîşan dike.
Encam çiye: Dînamîzm û enerjiya piştî 88 salan ya HAWAR, piştî 122 salan rojnameya Kurdistan, û piştî 25 salan MED TV, wek hebûnekê derketiye holê, Ev hebûn nivîs, belge, nîgarkêşî, hunerî, dîplomatîk û ekserî ye!…
U felsefeyk derketiye holê, tirsa dijmin jî ev felsefe ye. Ji ber ku felesefe çavên mêjî ye, ziman jî berdevkê mêjiyê têgihiştî ye. Divê kurd, ji zimanê hestan bêhtir, bi çavên mejî bibînin û bi zimanê mêjî biaxivin.






