Di van demên dawî de lîderiya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron gelekî tê pijandin. Pêşiyê wî bi Fransiyan dabûn qebûlkirin û piştre jî bi Ewrûpayê. Jixwe yê bibe lîderê Ewrûpayê, êdî dibe lîderekî cîhanî.Ji me re gelekî dihate gotin ku, li welatên Ewrûpa ji ber demokrasiya pêşketî, hewcedariya ji lîderan nîn e. Lê di bingeha xwe de, lîderiya li Ewrûpayê her hebû. Di dema şerê duwemîn ê cîhanê de,(û tabîî beriya wê jî) ev lîderî di destê Brîtanyaya Mezin de bû.Navê herî li pêş ku di hişan de maye; Winston Churchill e. Lê piştî ku hegemoniya Brîtanyayê ji DYAyê re hate hiştin û Ewrûpa bi Plana Marshallê re hate muhtackirin, li parzemîna kevn lîder nîn bû. Heta ew fikrê kirina hêzeke yekgirtî ya dewletên sereke. Ji vê re jî lîderiyek lazim bû.Jixwe yê Ewrûpa kiribû Yekitiya Ewrûpa ew lîderî bû. Serkêşî jî di destê Fransayê de bû. Yê ku dixwest Ewrûpa di nava hêzên super ên cîhana me de cihê xwe bigre Charles de Gaulle bû. Wî gotibû “ji Atlantîk heta Ûralan Ewrûpa“. Jixwe di dema Serokomariya wî ya Fransayê de temelên yekitiyê hatibû avêtin. Wî bi çûyina xwe ya Almanyayê şerê salan bidawî kiribû û lîderiya Fransayê ya Ewrûpayê bi Almanyayê dabû qebûlkirin. Piştî wî jî Serokomarên Fransayê François Mitterand û Jacques Chirac bi derxistina pêş a berjewendiyên giştiya Ewrûpayê vê lîderiya xwe nîşanî temamiya cîhanê dabûn. Nicolas Sarkozy yê piştî Chirac bû Serokomarê Fransayê dawî li vê serkêşiya Fransayê anîbû. Li kêleka wî jî şirîka wî Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel Sarkozî berê Ewrûpayê dabû DYAyê. Rola Ewrûpayê ya ji bo şerê Iraqê leyistibû, bi van lîderan jî bi dawî bûbû. Êdî helwesta serbixwe ya Ewrûpayê, bûyina hêzeke super a Ewrûpayê tenê di xiyalan de mabû. Yên xwediyên van xiyalan xwe dabûn benda zayina lîderekî û berê wan li Fransayê bû. Namzetê vê lîderiyê jî Serokomarê Fransayê François Hollande bû. Hollande gelek hêvî dabû van derûdorên Ewrûpaparêz . Lê belê Hollande nekanîbû bibe bersiv.
Heta sala borî ew lîderê tê xwestin ê Ewrûpayê Macron hate ser dikê. Bi bûyina xwe ya weke Serokomarê Fransayê yê herî ciwan, herwiha yê herî Ewrûpahez Macron her hêvî dide. Lewa êansa wê ye ku, lîderê herî jê nayê heskirin ê Amerîkî, li Qesra Sipî rûdine. Hebûna Trump a li hemberî Macron, dihêle ku piêtgiriya jê re zêdetir bibe. Di dema guftugoyan de -ku ya herî balkêş zêdekirina baca gumrukû ya berhemên metalurjiya Ewrûpayê bû- bi Trump re hagtina wî ya cem hev û desthejandina wî ya Trump, aliyên medyatîk ên lutkeya G7an bû. Lê li wêderî Macron kir ku her şeş welatşn dewlemendên cîhana me, lêderiya wî ya Ewrûpayê hîs bikin. Angela Merkel êdî li dû wî mabû.Ev wayina lîderiya nû ya Ewrûpayê Fransayê ji Kurdan re ji ya Almanyayê gelekî baêtir xuya dike. Ez gotina gelekî binê wê xêz dikim û dibêjim. Lewre Kurdan gelekî ji Almanyayê kişand. Lewra ji sala 2005 an û vir ve siyqsetq Almanyayê her dij-kurd bû. Û vê siyaseta li ser dijberiya kurdan bi welatên din ên Ewrûpayê jî dida qebûlkirin. Herî kêm, bi lîderiya Macron a Ewrûpayê wê ev tesîra Almanyayê bişkê. Macronê ku piştgiriya Kurdan qebûlkir û bersiva vê jî da, dikare bandorê li hemû Ewrûpayê bike.
Burhan ERDEM