Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Lehengên Serhedê

18/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk SAKİK

Serhed herêma ba û seqemê..
Serhed herêma komkujiyan..
Serhed herêma lehengan..
Serhed cîh û warê serhildêran.
Serhed mekanê gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê.

Lê, vê axê û vê heremê, di dîrokê de ji gelek lehengiyan re şahidîkiri bû.
Serhed, yek ji deverên ku di dîroka Kurdistanê de ti carî li hemberî dujminê xwe serî netewandiye.

Broyê Heskê Tellî di sala 1926an de, dema bêbextiya dewleta Tirk dît, girt çeka xwe û xwe giyande çiyayê Agirî, cem Ferzende Beg û Xalis beg .Li vêderê serhildana Agirî dane destpêkirin. Demek kurt de fermandarek bi navê Îhsan Nûrî Paşa, lehengiya wan bihîst û hatibû tevli serhildanê bûbû û piştî demek jî pêşengtiya vê serhildanê kiribû.

Serhed û bi taybet jî çiyayê agirî bûbû navenda serhildanan. Dibe ku Çiyayê Agirî navê xwe, ji agirê vê serhildêriya Kurdan stendibe. Dibe ku çiyayê Ararat îhtîşama xwe, ji vê kevneşopiya berxwedêr stendibe.

Piştî ku serhildana Agirî, bi komkujiyên mezin û bi piştgiriya Rûs û Eceman têkçû. Dagirkeriyê li çiyayê Agirî, ji bo Kurdan qaşo mezelekî ji beton çêkiribû û li ser nivîsandibû “Li vir Kurdistana xiyalî veşartiye”.

Di 15 Tebaxa sala 1984an de, mîretaya ala berxwedanê ku endamê tevgera XOYBÛN’ê Îhsan Nûrî Paşa ku di 16 Gûlana 1926’an de, di serhildana Agiriyê de bilind kiribû, êdi di destê dildar û şervanên fedaî yên Rêber Apo de bilind dibû.

Di salên 80 de dema amadekariyên şerê çekdarî destpêkirin, gerîlla ji rojhilata navîn vedigeriyan û derbasî heremên xwe dibûn. Komek jî hatibû herêma Serhedê û di nav wan de bi navê Cimşîd ango Ahmed Kesîp Gerîllayek hebû. Efsanebû li heremê. Dewleta Tirk ya dagirker bi hemû hêzên xwe bi du wî ketibûn.

Lê sal derbasbûn Cemşîd, dema di 25 Gulana 1988an de li herêma Botan ew hevalên xwe şehîd ketin jî efsanebû. Evcar dewleta Tirk ci cesedê wî ditirsiyan. Dema şehîd ketibû keniyabû. Fotograf dema ket dest dagirkera, ew dîtin û şoq bûn. Navê wî “mirina biken” danîn..

Dema ku Ahmet Kesîp şehîd ket, hevalê wî Tekîn Kizilay ku ji herêma Serhedê bû, ev xeber li zîndana Erzîncanê bihîst. Dema di salên 90î de, ji zîndanê derket derbasî çiyayên azad û herêma Serhedê bû. Jêre digotin General Sûat. Li herema serhedê hem di nav gelde û di heman demê de dinav gerîlla de jî bi nav û deng bû. Di dawiya salên 70î de dema koma apocuyan hatibûn Agirî wan naskiribû û tevlî nav vê tevgerê bûbû. Piştî salên gerîllatiyê û salên zîndnan, dema ku li di zivistana 1995an de li Dersim li navçeya Pilumirê şehîd ket, li ser navê wî li Bazidê goristanek şehîdan hate çêkirin. Goristana general Sûat.

Keça serhedê Sema Yuce jî di sala 1991an de Tekîn li akademiyê dîtibû. Lê wê ji berê de general Suat nasdikir. Di 1992an bihev re vegeriyan herêma serhedê. Tekîn Kizilay ji wêder derbasî herêma Dersîm bû û ew li wêder ma bû.

Sema piştî 3 mehan, di 2”yê Kanûna sala 1992an de li Agirî di şerde bû. Şer dijwar derbas dibû. Di vî şerî de, di encama îxanetê de dîl hat girtin. Bi rojan di îşkenceyan de ma. Li hember teslîm girtinê berxwedanekî bê hempa da. Lehenga serhedê, lehenga Agirî têkoşîna xwe di nîvcû de hiştibû dibiya temamkira. Li benda Newroza sala 1998an bû. Û li zîndana Çanakalê bedena xwe da ber agir.
Çend sal piştî, Ahmed, Tekîn û Sema, rojek me li çiyayên Agirî komek gerîlla dît. Hatibûn herêma serhedê, nobeda têkoşînê van 3 şehîdên girtibûn û têdikoşiyan.

Wan gerîllayan giyanê azad ê Kurdistanê mîna volkanekî, van kevirên betonî parçe kiribûn û dagirkerî binax kiribûn. Mezerek çûkirin û li ser nivisîn “metîngeriya xeyalî di virde veşartiye” û bersiv dabûn wan gotinên ku me xeyalî Kurdistan binax kirî.

Serhed, di van salên dawiyê de, bûye cîhê ku dagirkerî darbeyên herî giran dixwe.

Di sala 2020an de piştî Sema Yuce, Sema yek dinan, Sema Koçer, li Serhedê di reqsa lehengiyê de bû.

Di 31ê Adarê de li Eyaleta Serhedê, li navçeya Agirî Bazîdê, li dijî leşkerên Artêşa Tirk a dagirker, gerîlla Sema Koçer, çalakiyeke fedaî lidar xist û di encamê de zêdetirî 30 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin.

Sema Koçer bi vê çalakiya xwe ya fedaî bersiv dida erişên dewleta Tirk a dagirker ya ji sala 2018an hetanî roja me.

Di sala 2018’an de Artêşa Tirk a dagirker, li gelemperiya Kurdistanê dest bi operasyonên berfireh ên leşkerî kir.

Îro tabloya ku li Tirkiyê di warê aborî û tendûrûstiyê de derdikeve holê, encama wan salanin.

Tabloya îro, tabloya dewleteke ku ji ber tirsa xwe ya Kurdîtiyê, hebûna xwe li ser dujminatiya milletekî xerç kiriye û îro di warê civakî, siyasî, hûqûqî û herî girîng jî di warê tendûrûstî û aborî de hilweşiyayî heye.

Dewleta Tirk a dagirker, bi hêviya ku wê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê têk bibe û Kurdan qir bike, bi mîlyaran dolar lêçûnên leşkerî pêk anî û hemû hebûna xwe ya li ser vê yekê razand.

Tenê di sala 2019an de, artêşa Tirk 117 operasyonên bejahî, 49 êrîşên helîkopteran, 321 topbaran pêk anîn.

Ev hemû çek, helîkopter, tang, balafirên bê mirov, teknîka herî pêşketî, li ber îradeya mirovê azad stûyê xwe tewand.

Gerîllayên azadiya Kurdistanê jî bi çalakiyêên nûjen bersiv didan van erişan. Di sala 2019an de 339 çalakî lidar xistin û di van çalakiyan de, tenê yên hatine tespîtkirin hezar 220 leşker û polêsên dewleta Tirk hatin kuştin.

Her wiha 121 çalakiyên ku encamên wan nehatibûn zelalkirin jî hatibûn lidar xistin.

Yek ji deverên ku dewleta Tirk di warê leşkerî de darbeyên xwe yên herî dîrokî xwar, herêma Serhedê bû.

Li Serhedê artêşa dûyemîn a NATO, li hemberî hêza gerîlla çong da xwarê.

Bi çalakiyên hêzên gerîlla, careke din diyar bû ku Artêşa dûyemîn a NATO, di sala 2020an de jî li hemberî îradeya Kurdê azad, li hemberî îradeya ji pola ya şervanên azadiyê, lêgerînvanên heqîqetê têk çûye!

Di dîroka ti şeran de mînakeke din tûneye ku artêşek di dirêjahiya 30 salan de tim û tim li ser hev darbeyan li heman deverê bixwe.

Serhed, mîna volkanên ku çiyayê Agirî û Ararat afirandine, tola Geliyê Zîlan, Newala Kasaban, Maraş, Roboskî, Cizîr û Nisêbînê distîne.

Tola Dayika Taybet û Ugur Kaymaz distîne, tola Efrîn, Serê Kaniyê, bi hezaran şehîdên Kurdistanê distîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.