Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komara Tirk a Osmaniyan

18/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne
Share on FacebookShare on Twitter

Piling WELAT

Gava mirov li dewleta Tirkiyê bi dewletên li Rojhilatanavîn re mûqayese dike, dibîne ku întîbaya modernîta Ewropayê îlîzyonek e û dibîneke ku Tirkiye di cewherê xwe de ji çanda feodalî û paşverûtiyê xilas nebûye. Navgînên weke hûqûq, siyaset û çapemenî ji kirasekî dirûtî zêdetir tiştekî din nîne. Hûqûq û siyaset di esasê xwe de çandek e. Di siyaset û hûqûqa gerdûnî de nirxên bingehîn ên weke jiyana mirov, mafê mirov nirxên bilindin. Lê li Tirkiyê siyaseta desthilatdar û hûqûqa navgînên darazê hemû xizmetî yek armancê dikin. Ew jî armancên îdeolojîk ên weke tûrantî û Sêva Sor e. Loma ji bo mirov zêdetir li ser vê çewtiyê serwext bibe, divê mirov bala xwe bide şêwazê avabûna Komara Tirkiyê.
Dewleta Komara Tirkiye, weke tê gotin di encama şoreşekê de ava nebûye, lê belê weke encameke rizgarkirina bermayîyên Împaratoriya Osmaniyan derkete holê. Loma peyva Şoreşê ji bo avabûna dewleta Tirk ne di cîh de ye. Şoreş ji aliyê gel ve, ji binesaziya gel ve pêşdikeve û pêk tê. Bingehê dewleta Tirk ji aliyê Îttîhat Terakî ve hatiye avêtin. Ev di salên 1912an de weke Îtîhadiyan di Osmaniyan de bûn desthilatdar. Ev pêkhate, bi fesihkirina xwe ya sala 1918an û pê ve êdî di hîmên avakirina Komara Tirkiyê de cîh girtin.
Piraniya endamên wê paşa’ne, ango di dema Osmaniyan de ji bo fermandarên leşkerî paşa digotin, ev peyv heta niha jî ji bo generalên Tirk tê bikaranîn. Di ti welatên cîhanê de, generalên pergala kevin, nekarîne li hemberî pergala ku berê endamê wê bûn, gûhertineke bingehîn ango şoreşekê pêşbixin. Ev yek berovajî xwezaya gûhertinê ye. Loma heta niha jî dibêjin, eger gûhertinek pêwîst be, emê bînin. Loma bi van kiryarên xwe, di hişê civaka xwe de jî têgeheke weke îradeya gel, ava nekirine.
Gûhertinên ku îro tê îdîakirin weke şoreşekê ne û di encamê de Komara Tirkiye pê hatiye avakirin, ne weke daxwazên gel, lê belê ji jor ve, ji aliyê dîsa van bermayîyên Osmaniyan ve hatine anîn. Hewildana hatiye kirin, format e û gûhertineke şeklî ye. Ji nû ve dîzaynkirin e. Cewherê vê forma civakî ji ya kevin ne gelekî bi ferq e. Gelekî bi lez û bez, di nava demeke gelekî kûrt de ev gûhertin pêk hatine kirin. Armanc ji van gûhertinan, meşrûkirin û parastina xakên dagirkirî û mayîndekirina vê dagirkeriyê ye.
Loma Qanûna xwe ya medenî ji Swêdê, Qanûna xwe ya tîcaretê ji Elmanya, Qanûna xwe ya Ceza ji Îtalya, Destûra bingehîn ji destûra bingehîn ya Fransa û Elmanya kopya kiriye. Hetta zimanê xwe yê Tirkî jî, ji Kurdan, Farisan, Ereban, Îtalyanan, Elmanan, Fransiyan bi hezaran peyv anîne û ava kirine. Netewetiyeke çêkirî, bêyî dînamîkên hûndirîn ava kirine. Çand û hûnera xwe gelan kirine ya xwe, Stranên Şerqê (şerkî), bi Tûrkû’yê gûherandine.
Li cîhanê serdema împaratoriya êdî tê girtin û koma ku Mûstafa Kemal pêşengî jê re kiriye di esas de xwestiye destkeftiyên Împaratoriya Osmaniyan biparêze û mayînde bike. Loma ti carî leşkeran xwe ji nava siyasetê nedaye alî, nêrîna wan a li pirsgirêkan leşkerî ye û çareseriyê wan jî leşkerî ne.
Hatina Tirkan ji Asya Navîn bi êrîş, xwîn û dagirkeriyê ye. Li ser navê şaristaniyê ti berhemên wan ên bi ber bi çav tûnene. Di naveroka her dû formên civakî de jî (komara Tirkiye û Împaratoriya Osmanî de) fikrê Sêva Sor ango Kizil Elma esasî ye. Cewherê Sêva Sor jî: ji bo mayîndekirina bicîhbûna xwe, ango mayîndekirina deverên dagirkirî, çareseriya tê pêşditîn berfirehbûn e yanî, berdewamkirina dagirkeriyê ye. Ew jê re dibêjin Fetîh. Loma ji Sêva Sor re sînorên werin dagirkirin tûne ye. Civaka Tirk li ser tirsa bê xak û welat-mayînê hatiye terbiyekirin, ji bo wan, ji xak û niştiman wirditir tiştekî pîroztir û girîngtir tûneye.
Parazvanên van nirxên wan jî mîlîtarîzm e, leşker û polîsin. Lewma hemû çalakiyên leşker û polîsan mafdar tên dîtin. Kuştin, parçekirin, serjêkirin… Gava mijar xak û niştiman be, ev tişt ji bo wan şerbetin.
Xwecîhên hezar salan, xwediyên rastîn ên van xakan Kurdan weke xeteriya herî mezin ji xwe re danîne. Heta bav nemire, mîras ji zarok re namîne. Loma bi fobiya Kurdan, dihêlin ku tim êrîş û zext li ser Kurdan be û bi vê zext û êrîşê hewil didin hebûna xwe berdewam bikin. “Heta Kurd sax bin rehetî ji me re tûneye”, têgîhîştina wan a bingehîn ev e. Ji ber ku di felsefeya wan de pêkve-jiyan, wekwevî û şaristanî tineye. Loma bi kesên weke Atatûrk, bi hezar û sed dek û dolaban, Kurd xapandine û îro tirsa dijîn ji ber zanîna vê rastiyê ye.
Yên li pey Atatûrk in û ji wan we ye Atatûrk tiştekî gelekî baştir dixwest, ji ber bingeha wan a îdeolojîk digîje heman zemînê, di pratîkê de yên berê şerîatxwaz û yên laîkçî yên Kemalîst, li hemberî pêkhateyên derveyî Tirkitiyê xwediyê heman pratîkêne.
Pêkhatiya civaka Tirk gelekî heterojene. Weke qewm Tirkitî heye lê ev qewmitî jî bi saya devşîrmê pêk hatiye. Gelek caran tê ziman, Tirkê esîl kêm in. Ji ber vê nebûna homojeniyê tirsa hûndir a civakê li hemberî hev jî gelekî bilind e. Tansiyonê bilind ê li hûndir, travmayeke din a civakî çêdike. Xwe bi hev-dayîna bawerkirin, gaya her ferdê vê civakê ye.
Loma Komara Tirkiye ya îro û Osmaniya îtîhadî li ser xwîn û dagirkeriyê ava bûye, li ser heman hîmêne. Li ser dagirkerî, tevkûjî û şerê li dijî gelan xwe li ser lingan digirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.