Zekî BEDRAN
Eşkere ya ku riya bingehî ya ku Sûriye tê re bigihe aştî û yekîtiyê demokrasî ye. Hat dîtin ku çareseriyên xwe dispêrin dîn, yan zordarî, yan jî miliyetgiriyê aşî û azadî pêk neanîn. Li Sûriyê sîstemeke navendî ya pir hişk hat tevgerkirin. Di encamê de welat teqiya û ber bi şerekî navxweyî yê bixwîn ve çû. Lewre rengên cuda nehatin qebûlkirin, gel nikarî xwe birêxistin bike. Gelek nêrînû nasname yan hatin inkarkirin, yan xistin bine zoreke giran.
Tirkiyê kapîtalîzim û sîstema siyasî ya Rojava ji xwe re neqand. Lê ji ber ku Kurd inkar kirin û bênavber şerê wankir, nikarî derbasî demokrasiye bibe. Li şûna demokrasiye xwe spart miliyetgirî û nijadperestiyê. Ciyê niha hatiyê, dagîkirina Sûriyê û li her derê êrîşa ser Kurdan e. Her ku diçe pirtir ji demokrasiyê dûr dikeve. Heta hilbijartinên li gorî qanûnên wê jî çêbûyîn qebûl nake. Ji 65 şaredariyên HDPê bi hilbijartinê bi dest xistîn, 12 ne tê de yên din tev dest danî ser wan. Bêguman yên mayîn jî wê dest dayne ser wan. Ji ber ku demokrasi nîne, yên ne weke wan dikin dijmin û zordestiyê li wan dikin.
Ku dewlet evqas bibe navendî û selahiyet tev bikevin destê hikumetê, ti faîdeya wê nagihe civakê. Eger faîdeya wê hebûya, wê rejima Bees heta hetayê li serî mabûya. Lê eşkere ye ku ne wisa ye. Heman tişt li Iraqa Sedam hat dîtin. Erdogan jî niha xwe wek dîktatorekî birêxistin dike. Lê nikare pirsgirêkeke tenê ya Tirkiyê çareser bike. Di mijara demokrasiyê de Tirkiyê her tim ber bi paş ve diçe. Aborî xerab dibe, polîtîkaya derve tengav dibe. Sîstema dadê roxiyaye. Her ku diçe gel xizantir dibe û bêrêxistin tê hiştin. Erdogan enceq bi mayîndekirina tirsandin, şer, zordestî û krîzê bikare li ser piyan bimîne. Di hilbijartineke azad de şansê Erdogan yê serketinê nîne.
Eger niha li Sûriyê hilbijartineke serbest çêbe, wê rêveberiya Esed çiqas dengan bigire? Bêguman wê neyê hilbijartin. Ji ber wê naxwaze demokrasi were û mayînde bibe. Eger partî bi awayekî azad bên avakirin û bixebitin, ragihandin azad be kêşeyên welat bên nîqaşkirin, wê Eser nikaribe bi vî awayî welat bi rê ve bibe. Welat bûye parçe parçe. Beşeke girîng di bine dagîrkeriya Tirkan de ye. Lê ti kes nikare rêveberiya Şamê rexne bike. Ti kes nikare bêje ev jî kêmayiyên te ne. Li ciyekî ku azadiya raman tinebe pêşketin û gugertin çênabin. Divê mirov çawa ku bixwazin bikarin xwe birêxistin bikin û fikrê xwe bi azadî bêjin. Wê demê pirsgirêk nakevin ser hev, giran nabin û nagihin asta bihevçênê. Wê pirsgirêk bên nîqaşkirin, ji gel bipirsin û çareserî bê dîtin. Rejima Erdoganê faşist berî çend rojan pênc şaredariyên HDPê yên bi dengên gel hatîn bidestxistin dest danî ser wan, şaredar avêtin zindanê. Em niha bihizirin, gelo tişteke wiha li Ewropa dibe? Ne mûmkin e. Em çiqas Ewropa û sîstema wê ya siyasî rexne bikin jî hin çeperên demokrasiyê bi dest xistîn hene. Hikumet nikare dest dayne ser serokatiyên bi dengên gel hatîn hilbijartin. Eger tişteke derveyî qanûnan hebe mehkeme hene. Lê rejima Erdogan şaredariyên 65 bajar û navçeyan, çawa ku dixwaze dest datîne ser wan.
Halê hazir li bakur û rojhilatê Sûriyê rêveberiya dewletê nîne. Ji aliyê Şamê ve nayê meşandin. Lê gel bi rengekî jiyana xwe didomîne û pirsigêkên derdikevin çareser dike. Wisa xuya dike ku eger sîstemeke navendî ya pir hişk tinebe jî mirov dikarin jiyana xwe bidomînin. Si ser de, bi pêşengiya meclis û komûnan ku gel di wan de ciyê xwe digire, baştir dikarin rêveberiyeke demokratîk ava bikin.
Divê em dubare bikin ku riya yekane ya ku aştî û yekîtiya Sûriyê pêk bîne demokrasi ye. Heta ku sîstemeke demokratîk tinebe şerê navxweyî, bêbawerîbûn û zordestî ji holê ranabin.






