Qasım ENGÎN
Bêyî ku vîna me Kurdan bigirin Kurdistan kirine çar par û her parek ji welatê me li ser çar hêzên dagirker pareve kirin. Ev rewşa kambax nêzî sed sal bûye ku êşên giran ji me re dane jiyandin.
Erê, bêyî vîna me em perçe kirin lê yekbûyîne me di destên me de ye.
Mixabin bi hezaran salane ku di nava Kurdan de kesatiyên ku ji bo berjwendiyên xwe yên kesatî, malbatî, aşîrtî û her wiha teng û heremî nehêştine ku Kurd bibin yek.
Tê zanîn, di dîroka Kurdan ya dûdirêj de kelekê berxwedaniyên bêhempa her tim di heman berxwedaniyan de kesatiyên pûç û fişe derketine û berxwedana Kurdan bi lêdana di piştê ve lewazkirine û heta gelek caran jî ji ber nêzîkbûyînên wiha bêyom Berxwedan têkçûyîne.
Ev rewşa di dîroka dirêj a Kurdan de bûye xisleteka û heta îro hatiye. Tişta bi êş ew e ku ev rewşa bêyom pirî caran di milê Kurdan de jî hatiye pêjirandin û bûye xisleteka hundirîn.
Ji ber vê jî dema ku Kurd tê gotin yek sekna wan ya berxweder û lehengî tê bîra mirovan, lê ya ku mohra xwe li dîroka Kurdan xistiye îxanet û xwefiroşî bûye. Loma îxanetkarî û xwefiroşî di dîroka Kurdan de cazîb bûye û bi hezaran kesên ku bi dil bûne xwefiroş her li cem hêzên serdest û sed sala dawî jî li kelekê serdestên mêtinger de cihê xwe girtine derketine.
Lêkolîn kirina îxanet, xaîntî û xwefiroşî ne mijara meye. Lê em dizanin ku bi Enkîdoyê ku ji bo berjewendiyên xwe bûye xaîn û erîş biriye ser gelê xwe ev rewş destpêkiriye, bi Matîzawayê ku çavê xwe berê textê bavê xwe daye devamkiriye û bi Harpagos jî gêhiştiye lutkeya xwefiroşiya qirêj.
Em dikarin gelek analîzên civaknasî û derûnasî bikin, heta em dikarin dahûrandinên siyasî û felsefîk heta aborî jî bikin. Lê rastiyek heye ew jî ew e ku, li hember tevahî îxanetkaran, xaînan û xwefiroşan di dîroka dûdirêj de piraniya gelê me ji ber mervatî-xisimtî, malbatî, heremtî, mezhebtî bêdeng bûye, bêdeng maye heta pirî caran peywendiyên xwe bi kesên wiha re ji ber wan sedeman domandiye.
Erê, her Kurdek di dilê xwe de dijî îxanetkaran e. Ji îxanetkaran bêzar e, aciz e. Lê dema ku mijar bû mijara vekirî û eşkere helwest dayînê, vê nake. Berovajî, pirî caran bêalî xwe bi şermazerkirinê têr dibîne.
Lê em bizanin ku kesên ku rêya îxanatê hilbijartine bêşerm in, rûreş in, bêonur û bêşeref in.
Ma gengaz e ku kesên wiha bi şermazerkirinekê gav paşde biavêjin û şerm bikin!
Bersiv; naxê ye!
Pêwîste ku were zanîn; ”Li vir jiyan, wekî cihên din ên dinyayê nameşe. Li vir şoreşgerî, wekî ku cihên din tê kirin nayê kirin. Li vir şervantiya azadiyê, wekî ku li parzemînên din ên dinyayê tê rêvebirin nayê meşandin.”
Lê mixabin li vir îxanetkarî û xaîntî jî ne wek cihê din yê cîhanê ye. Li vir rewşa xwefirotinê kûrtir û dijwartir e. Ji ber wê jî ger em bixwazin ku ev îxanetkar û xaîn ji rewşa tê de derbikevin pêwîstî heye ku di hemû qadên jiyanê de em li hember îxanetkarên û xaînên ku li cem hêzên mêtingeran de bêhesab cih digirin, bibin xwedan helwestêk tund û wan -ger nayên rêya netewî- di nava jiyana xwe de teşhîr û tecrîd bikin ango biavêjin.






