Sîpan ŞÎNDA
Ji beriya 88 salan, ango di sala 1932’an de, hawar û gaziya Kurdekî bû. Hawara xwe digihand xwedî û xwidanan, cîranan, nas û dostan, dûr û nêzîkan. Bi salan dikir hawar. Dîsa dikir hawar û dîsa dikir hawar. Ewî Kurdî ne ji birça, ne jî ji têhna dikir hawar. Qêrîn û hawara wî ne ji bo wî bû; ji bo ziman û nasnameya wî bû. Ji bo çanda wî bû. Hawara wî, hawara man û nemana gel û netewa wî bû. Hawara wî azadî bû. Hawara xwe digihand Kurdan, digot dengê min bibihîsin û li vê hawarê werin, da ku hûn bizanibin çi dibe. Hawara xwe digihand xwiyanî û biyaniyan, digot ez ji heme û ez li vir im. Hawara wî ji bo man û nemana zimanê Kurdî bû. Ew zimanê ku mehdika wî ya zêrîn pê hatî lorandin. Ew zimanê ku dayîka wî loriyên nazenîn pê jêre digotin. Elle hayê, hayê… Hawara wî Kurdî, ji dol û newalên Çiyayên Kurdistanê diçû li Şamê bilind dibû. Ew hawara çîrok û metelokên bab û bapîrên wî bû ji Şamê dengvedida li cîhanê. Ew hawara zarokên Kurdistanê bû. Ew hawara kemala Ehmedê Xanî bû ku di evîna Mem û Zînê de dengvedida. Ew hawara benda Ristemê Zal bû ku di şevbirkên şevên payîzan yên dirêj de, li kûçke û dîwanxanan de dengê gurmîna gurzan diçû li ber erşê ezîm. Ew hawara Xanê Lepzêrîn bû, li Kela Dim Dimê ji dengê topên şah bilindtir bû û minet bi wan nebû. Belê hawar û sed hawar Kurdino. Heke hûn îro li halê xwe binêrin û halê ku hûn ketine têde fêm bikin, hûnê hingê bizanibin ku ew qêrîn û hawara jiberiya 88 salan ji Şamê bilind bûyî jiber çi bû. Lê mixabin ez ji vê fêmkirinê bigumanim. Jiber ku her Kurd xwe fîlozof dibîne. Jiber wê vê hawarê nabihîsin û hewce nabînin ku bizanibin ka ev çi hawar e. Ew hawar ji bo wan kesên ku îro bûne aşiqê zimanê qatilê xwe.
Belê ji sala 2006’an ve 15’yî Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Bi panel, konferans, naverokên cuda li gelek deveran girîngiya vê rojê tête “ziman”. Lê mixabin Kurd ketine di halekî welê de ku di vê rojê de ji bi zimanê qatilê xwe di panelan de li ser giringiya zimanê Kurdî diaxivin. Ez bi xwe jiberiya çend salan bûme şahidê van tiştan. Di paneleka Roja Cejna Zimanê Kurdî de keçeka Kurd ya “xwenda” axaftvana panelekî bû û bi zimanê qatilê zimanê xwe panel da. Kurdî ji xweş dizanî. Dema ku ez li himberî vê rewşê derketim ji, ez weke “niştimanperwerê îptîdaî” hatim tewanbarkirin. Mixabin Kurd li himberî zimanê xwe ketine di şermeke mezin de. Rûreşiyek welê ye ku nayê fêmkirin. Belê ew hawara Celadet Bedirxan bû. Ew hawara neviyê Mîrê Kurdan bû. “Kurdino, malxirabno, yan bi kurdî biaxivin, yan ji nebêjin em kurd in.” Mixabin, Kurd bi destê xwe zimanê xwe qetil dikin. Erê mizgîniya min li we hûn hemî qatil in! Qatil!






