Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gotina pêşiyan neqşa li ser keviran e

15/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
“Hahayên” Erdogan serê wî dixwin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Kurdan ji berê de gotine; Mirov bi zenga ber diranan têr nabe. Marjînalkirina nirxan û di bin sernavên neteweyî de nixumandina rastiyên dîrokî, cewherê bindestiya nûjen a xwe dispêre zihniyeta xweradestkirinê ye. Ev şiklê nêzîkatiya ku her tiştên têne ferzkirinê weke narvîn qebûl dike, bi têgînên li gorî berjewendiyan hatine çêkirin, koletiya behsa mijarê rewa dikin û ji bo rûnişkandina wan jî têkoşîn dikin. Ji bo meşrûkirina êrişa li ser nirxan, qirkirina çandî, serdestkirina hişmendiya pêrewîtiyê û kerrîkirina civakê, keda mezin xerc dikin. Ji bona wê jî fezlekeyên herî mezin bi rengê têgînan têne kirin ku dikare pozisyona xwe li ser hesabê têkoşîna gelan mayînde bike. Dikarin di her dem û mekanî de fironekên xwe yên kaxezî di ser asîmana nirxan re bifirînin. Di bin navê rewşenbîrî û rêçberiyê de bihayên sincî ên gelan bê qîmet dihêlin û bi çêkerên hişmendiya serdest re normalîze û bê wate dikin.
Ji bo hinek qezencên takekesî pêk bînin, daneheva têkoşîna gelan a azadiyê dixin mijara kirîn û firotinê. Bi rêbazên kurtêlxwar û nûkertiyê heqîqetên civakî berovajî dikin. Ji bo vê beşa mirovan ku bi zenga di nav diranan de têr bûne, em dikarin bibêjin ku; ew keda we ya di oxira mehnedana sûcan de, israra we ya şirîkatiya sûc bi xwe ye. Pêwîste ew kesên han di serî de li kokên xwe vegerin û piştre jî hinek ders-mersan bidin insanan hele ka çiqas mirovatiya wan mijara nîqaşê ye?.
Dagirkerên Kurdistanê her “şaşikspiyên” me yên serdar û qehreman bê wate kirine. Di oxira wê de jî keda herî mezin dane. Devsar û devdiriyên me hîna jî nîqaşa rewatiya hestên gel dikin hele ka mafê wan heye yan na?. Dikarin hemû merzelên dijmin, bê nîqaş, weke ziyaret qebûl bikin, lê kêlspîçkên xwe yên hîna jî xwîn li dorê ne, red dikin!. Gelo mirov di nav kîjan cureya zindiyan de dikare vê fesîleyê rêz bike?.
Me bi gotina pêşiyên Kurdan dest pê kir em bi wê jî dewam dikin. Kurd dîsa dibêjin; Astenga herî mezin li derê mala mirov e. Ango her dar bi kurmê xwe ketiye û miriye. Her lebata razber û şênber dema ku cewherê xwe yê exlaqî wenda bike, profesyonalbûna xwe namîne. Dibe ku aliyê pîşeyî û teknîk ve hinek pêşketinên xapînok jiyan bike, lê nikare bibe mala civakê û ne jî mayînde dibe. Bi qedîna sedemên çêker re ew jî diqedin û wek ku çawa nehatibin têne hesibandin. Lê divê mirov rehên xwe ji binî ve hilneqetîne û bi rêbazên xweşibandin û ezberekirinê bêsinciya biyanî neçîne. Ji dara ku bi xwînê têye avdan re nebe kurm. Ancax her keleşêrek “Dîk” li ser sergoyê xwe bangdar be. Yan jî di selika dijmin de hêkek celq e.
Bê guman hemû têkoşîna gelan ji bo parastina nasnameya neteweyî ye. Di vê oxirê de jî mirovatî jiyana xwe dibexşîne û weke kaniya ku diherike canê xwe feda dike. Ji lew re, sedem çi dibe bila bibe, mafê tu kesî nîne vê kaniyê bimiçiqîne û marjînalîze bike. Rêzgirtina ji nirxan re tê wateya rêzgirtina mirov ji kesayeta xwe re. Rastî ew e ku mirovatî bi neheqiyê nayê qezenckirin û wê bi tîrê heqiyê jî têk biçe. Mirov narvîna xwe bi destê xwe dineqişne û pêşeroja xwe diyar dike. Mirovê ku di şaştiyên xwe de bi israr be û li hemberî rastiyan gavan paş ve neavêje, cureyê koletiya herî kirêt e. Ew kes bi zenga di nav diranan de têr nabe û dê bi zenga xwe re birize û biçe çopa mirovatiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.