Farûk SAKIK
Xelekek sor, xelekek bi xwîne meha gulanê…
Meha gulanê ya ew kesan e ku; derb xwarine, lê neketine.
Ya ew kesan e ku; tevî bedena xwe ya di xwînê de mayî, her li berxwe dane û bê westan ber bi rojê ve meşiyane…
Ew kesên bi zanîn, bawerî û îradeya xwe tirs xistine dilê dijminê gel, xwediyê meha gulanê ne…
Ew kesên bi şeref û kerameta xwe, di şer de ne kirine hewar, situyê xwe li ber dijmin xwar nekirine, xwediyê vê mehê ne.
Yên bi serbilindî têkoşîna xwe meşandine, yên bi gotina; “gelên me, rêheval û dostên me” xatir ji vê jînê xwestine û li sifra rojê rûniştine, xwediyên meha gulanê ne.
Bi xwîn e, meha gulanê…
Meha bi sor a xwînê reng daye…
Di vê mehê de berxwedan û qetlîam hatine jiyîn.
Meha gulanê ew dem e ku, têkoşîna şoreşê li hemberî dij-şoreşê, tevî qetlîaman bi berxwedaneke dijwar jiyaye.
6ê Gulana 1972
3 ŞİTİL Û 3 SÊDAR…
Ev sal bûn; salên ku têkoşîna çînî herî zêde bûbûn…
Di wan salan de rojên tûj û no hatibûn jiyîn.
Lewra ciwanên şoreşger ji olîgarşî û çîna bûrjûva re digotin raweste …
Ciwan li dijî wê pergala genî, bûrjûvaziya hov û dewleta otorîter a êdî veguhezîbû olîgarşiyê, rabûbûn îsyanê.
Bi biryara wê olîgarêiyê sê şitil tên îdamkiri…
Sê egîdan li sûdarê dadiliqînin…
Ew sê şitilên han, di wê kêliyê de pev re vê sloganê diqêrin:
“Bijî xuşk û biratiya gelên Kurd û Tirkiyeyê, bijî şoreş û bijî sosyalîzm! Şoreşger dimrin, lê şoreş qet namrin!”
Yên hatin îdamkirin, rêberên THKO Hüseyin İnan, Deniz Gezmiş û Yusuf Aslan bûn.
Her sê şoreşgeran bêyî tirs û westan şer kirin û mohra xwe li dîroka têkoşîna şoreşgeriya Tirkiyeyê dan.
Ev sê şoreşgerşn dîrok ji nûve dan nivîsandin di dilên gelen de bûn asoyê nûjen.
Wan ji herkesî re nîşan dan ka berxwedan çi ye!..
Ew bûn mînaka rawestîna li hemberî desgthilatdaran.
Wan bi têkoşîna xwe ya di dilê gelan de, tevî faşîzmê, rûyê rastîn ê şoreşgeriya sexte ya çîna navîn jî derxistin holê.
Ew bûn mîlad…
Bûn mînaka bi durustî girêdana bi soyalîzmê re. Bi têkoşna xwe, wan rê nîşşanî jin û ciwanên xwedî keramet dan.
Lewra wan gotibû ;
“emê biçin sêdarê, emê bimrin. Emê weke denîzek, huseyînek û Yusûfekî herin lê pişt re emê bi hezaran Denîz, Huseyîn û Yusuf vegerin” û wisa jî bû.
Niha li çiyayên Kurdistanê, li Bakur û Başûr û li Rojava bi hezaran Deniz, Hüseyin û Yusuf hene.
Li ser navê wan, Denîz, Huseyîn û Yusufên nû ditekoşin, şer dikin û berxwedana şoreşgerî bi biryardarî dimeşînin.
Ala wan a nexiste xwarê, bi sîstema wan dixwest, bi pşkanîna jiyaneke komunal li Rojava pêl dide.
Yên wenda dikin, ne ew sê şitlên şoreşgerê ne, li vêderê tê îlankirin ku yên bi bin dikevin; olîgarşî,dîktatorî, faşîzm û mêtingeriye…
Şerê Çiyayê Nurheq
Beriya îdamkirina wan şoreşgeran, 31ê gulana sala 1971ê ji serê çiyê, nûçeyek belavî cîhanê bûbû. Rêhevalên ew kesên şoreş rakirin çiyan û têkoşîna li dijî zilmê, bi ala sosyalîzmê derxistibûn lutkeya Nurhaqê hatibûn qetilkirin. Ev berxwedêrên han, pêşengên sazûmankar ên TEHAŞKOYÊ, Sînan Cemgîl, Alpaslan Ozdogan û Kadîr Manga bûn…
Lê ala Şoreşê her li ba bû. Bi şîara “şoreşger dimrin, lê şoreş namrin*, xwe gihandibû welatê cîran an go Kurdistanê, û li mekaneke cûda bi berxwdanê dewam dikir.
18 Gulan 1973… ÎBRAHİM KAYPAKKAYA…
Dîsa meha gulanê bû…
Di şeveqa 18 gulanê de, bedena şoreşgerekî bi xwînê sor bûbû.
Ev Şoreger li hemberî Olîgarşiyê, li hemberî faşîm û dîktatoriyê serî hildabû weke yên beriya xwe.
Hatibû girtin û li ser dikê bedena wî ya perçekirî hebû…
Ev egîdê serî netewandibû, bi seatanm bi rojan û bi han li çarmîxê xistibûn…
Weke peykerekî ji xwînê çêkirî, wî daliqandibûn. Bedena wî bi xwîn, destûpiyên wî şikestî bûn. Lê di wî seriyê bi xwîn de baweriyeke zindî û di wê bedena perçekirî de rihekî berxwedêr hebû…
Di rapirsînê de, celadan jê re wiha digotin *tuyê weke bilbilan biaxive, faaliyetên rêxistina xwe bêje û cihê hevalên xwe nîşanî me bide.“
Lê wî egîdê çarmîxê wiha bersiva wan dabû:
“Belaseve xwe newestînin, hûn nikanin tiştekî bi min bidin gotin. Hûn dikanin wicûdê min perçe bikin, çavên min kor bikin û heta seriyê min jî jêbikin, lêbelê ez canê xwe ji dest didim, navên hevalên xwe nadim …”
Ev şoreşgerê can da lê serî netewand, pêşengê TİKKOyê Îbrahim Kaypakkaya bû.
Piştî Denîz Gezmîş û hevalûn wî hatin îdamkirin Îbrahîm Kaypakkaya sonda pêkanîna şoreşê xwaribû. Ji bo tola wan hilde, têkoşîna li dijî dîktatoriya kemalîst, bê navber meşandibû. Wî bi baweriya hilweşandina dîktatoriya kemalîst, û li şûna wê jî damezrandina Tirkiyeya xwediya îktidara karker û rêncberan, li ber xwe dida. Di dema vê berxwedanê de sax hatibû girtin û di 18 gulanê de, li zindana Diyarbekirê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin.
1 GULAN 1977…
Provokasyona herî mezin a dîroka Tirkiyeyê, di yekê gulana 1977 an de, yek ji êrişên bi xwîn ên li hemberî kedkaran bû. …
Bûrjûvaziya Tirk, wê rojê yek ji qetlîamên xwe li dêroka xwe ya qirêj zêde kiribû.
Çîna desthilatdar a Tirk, ji ber hişyarbûn û berxwesnana kedkar û xwendekaran ketibû nava panîkê.
Lewra bi hezaran jin mêrên kedkar rabûbûn ser piyan.
Û ewên desthilatdar wê rojê vê panîka xwe veguherandibûn, provokasyoneke bi xwîn.
Veguherandibûn qetlîamê…
Roja 1ê gulana sala 1977an, qada taksîmê bi xwêna karkeran rengê sor verdigre. Bombe teqiyabûn, ji ser baniyanm ji avahiyên fermî, ji pencereyên otêlan, gule barandibûn ser qadê.
Li vêderê 36 kedkar hatibûn qetilkirin.
Û ji ber wê ye ku ev qad hê jî bi xwên e, hê jî bi rengê sor şîna kedkaran digre.
Ji ber vê ye jî, ev qad her li kedkaran tê qedexekirin.
18 Gulan 1977 û gulanên din …
Rejîma Oligarşik hê ji xwînê têr nebûbû…
Ji bo kuştina ciwanan ketibû kozikê.
Mêtînger derketibûn nêçira şoreşgeran.
Û roja hijdeyê gulana sala 1977an vê carê ji Entabê qêrînek bilind dibe.
Qernefîlên sor, vê carê li quncikeke tarî ya vî bajarê bi navê xwe yê kurdî li Dîlokê vedibin…
Hedefa vê carê Enternasyonalîstê ji gelên Tirkiyeyê Hakî Karer e.
Koma Apocîyan ku navê Şoreşgerên Kurdistanê li xwe kiribûn, li Kurdistanê dest bi faaliyetên xwe kiribûn. Her endamê vê komê ku xwe li dora Rêber Apo komkiribûn digotin, ew lîderê me ye ku dikane Şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bîne. Di hemn demê de jî, her endam weke hawariyan, bi vê baweriyê li Kurdistanê belav bûbûn.
Dewlet dizane li Entabê Heqî Karer berpirsê xebatan e û lewma ji bo Apociyên ku ji bo dewletê bûne xetereyek bisînor bikin an jî pêkan be ji holê rakin dest bi kar dike. Rê û rêbazê vê jî tirsandine û ji bo vî jî dixwaze çend kadroyên li pêş bikuje. Hedefa yekemîn Heqî Karer e. Tetîkkêşên dewletê jî lîderê koma “Stêrkasor” a ajan-provokator Alaaddîn Kapan e. Dewlet bi riya wezîferdarkirina vê komê, pîlan dike ku Heqî Karer bikuje û bi vê cînayetê tir têxe nava dikê gelê Entabê.
Piştî nîqaşeke li ser îdeolojiyê di 18’yê Gulana 1977’an de pêk hat, di encama êrişa koma ajana ya bi navê “Stêrkasor” xwe birêxistinkiribûn, Heqî Karer hat kuştin û bi vî awayî bû şehidê yekemîn ê Apociyan.
Şehadeta Heqî Karer ne ji bûyereke ji rêzê bû. Ev yek di encama plansaziyeke berfireh û pir kûr de derketibû holê. Ev bûyera kuh armanca wê tasfiyeya tevgera Apocî bû, rastî reaksiyoneke mezin a Apociyan hat.
Rêber Apo li ser vê meseleyê dibêje, “eger ew dixwazin me tasfîye bikin, em jî bi pengaveke nû hem bîranîna Heqî Karer bidin jiyandin û hem jî em dest proseyeke mezin a rêxistinkirinê bikin.” Ew dixwaze xeta îdeolojîk-polîtîk û koma nû derketiye holê veguherîne partiyekê û bi vî awayî têkoşîna azadiya Kurdistanê di bin banê vê partiyê de bimeşîne. Rêber Apo di axaftinên xwe de herdem qala vê meseleyê dike û dibêje bernameya PKKê û biryara avakirina partiyê ji bo xwedîderketina li bîranîna Heqî Karer derketiye holê. Ew dide zanîn, “PKK di heman demê de partiyeke şehîdan e. Şehîd damezrînerê hemû tiştan e.
Şeva Çara
Derbeya leşkerî ya 12 Îlona 1980’yan vê rastiy hinekî din jî zelal kir. Kes nedifikirî li hember kiryarên cûntaya leşkerî ku ji bo hemû destkeftinên şoreşger ji holê rake dihatin kirin, bê deng bimîne. Bersiva vê êrişa faşîst a li dijî şoreşê bi berxwedana mezin a zindanan bersiv tê dayîn. Vê hewldanê, berxwedana zindanê ku yek ji berxwedana herî mezin a dîroka Kurdistanê bû, derxist holê. Riya ku bi pêşengiya Mazlum Doğan, Kemal Pir, Mehmet Hayri Durmuş, Akif Yılmaz, Ali Çiçek, Ferhat Kurtay û şehîdên din diçe ber bi şoreşa Kurdistanê heta dawiyê tê vekirin…
17 Gulan 1982 Amed
Hîn xwîn ji brîna Gulanê tê…
Her ku têkoşîn pêş de diçe û faşîzm ewqas dibe êrişkar û forma xwe diguherîne. Derbeya Leşkerî ya 12’yê Îlonê ev rastiyê baş li ber çavan radixe. Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengin ve Necmi Öner, di zindana Amedê de li hemberê îşkenceyan û daxwaza cûntaya 12 Îlonê ku dixwest gelê kurd di kesayetiya komeke êsîran de bêdeng bike agir bi bedena xwe xistin . Wan bi vê çalakiya xwe, rehên kevneşopiya berxwedanê di ruhê mirovahiyê de careke din zindî kirin. Ferhat Kurtay û 3 hevalên wî çareyeke ku demeke dirêj e lê digerin, dibînin. Her çar heval, di 17 Gulana 1982’an de de di koşeyeke tarî ya Qawişa 31. de agir bera bedena xwe didin û yek ji çalakiya herî mezin a dîrokê lidardixin. Wan wiha bang li girtiyên ku dixwestin agir bitefînin dikirin “avê lê nekin, agir netefînin, ev çalakî ye, ev çalakiya ku em li dijî xwespartinê û îxanetê dikin. Çalakiya Çar Hevalan, wekî navê raperîneke mezin a li dijî faşîzmê û kolonyalîzmê derbasî dîroka Zindana Amedê ya Hejmar 5’an dibe. Çalakiya çar hevalan asta berxwedana zindanê bilind kir, wê riya çalakî û berxwedanên ku wê di mehên bê de bên lidarxistin ronî bikira…
Helbet di Gulanê de ne tenê çar hevalên di zindanê de şehîd bûne şê di vê mehê de gelek şehadet pêk hatine. Û bi vê taybetiya xwe jî vê mehê derbasî dîroka şoreşa Kurdistanê bûye.
Di 2’yê Gulana 1983’an de endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mehmet Karasûngûr û yek ji kadroyên pêşeng ê PKKê Îbrahîm Bîlgîn ku her du jî li Başûrê Kurdistanê xebatê dikirin, di encama şerekî di navbera partiyên kurdan de tên kuştin.
Di vê mehê de Ozan Mizgîn-Gurbet Aydin, bi mebesta sax nekeve destê hêzên mêtinger ên tirk, bombeyê bi xwe de diteqîne û ew jî tevlî karwanê şehîdan dibe. Ozan Mizgîn bi çalakiya xwe baş nîşan dide ku ruhê fedaî di bin dorpêçê de divê çawa tevdigere. Ew di heman demê de, şexsiyetek hunermend a pêşeng e ku li hember mirovên êdî ji rastiyên welat, dîrok, ziman û çanda xwe biyanî bûne, vegera nirxên welatê xwe nîşan dide. Li aliyekî din, Ozan Mizgîn sekneke xurt a li dijî jenosîda çandî ye. Ew, wekî daxwaza azadî û sembola nasnameya berxwedêr a jina kurd ji têkoşîna azadiyê ya jinê re pêşengiyê kir. Îro di her stranên li tê gotin, di her helbesta tê xwendin de şopên şexsiyeta hunermend a kûr a Mizgîn heye.
Di meha Gulanê ya şehadetan de, ne tenê li Bakurê Kurdistanê li Tirkiyeyê, lê li parçeyên din ên Kurdistanê jî ji bo serxwebûn, sosyalîzm û azadiyê şehadetên gelek bi qehremanê pêk hatine.
Li Rojhilatê Kurdistanê Ferzad, Soran, Şîrîn û Ferhat û her çar jî welatparêz bûn, bi serbilindî û bê tirs biryara îdamê ya rejîma Îranê pêşwazî kirin. Di 9’ê gulanê de helwesta berxwedêr a Ferzad, Soran, Şîrîn û Ferhat a di sêdara îdamê de dibe temsîla berxwedana zindanê ya Amedê. Têkoşîna azadiya rojhilat bi bi berxwedan van şehîdan de derdikeve asta herî bilind.
Dîsa, Leyla Qasim’a ku ji bo têkoşîna azadiyê xwe fedea kiriye û navê xwe li mîrateya têkoşîna azadiyê ya jinê ya Başûrê Kurdistanê kiriye, di vê mehê de ji aliyê faşîzma Baas hat îdamkirin. Dema Leyla derdikeve pêşiya celadên xwe, hîn 22 salî ye. Ew di çalakiya xwe ya ku ji bo qirkirina kurdan a bi destê rejîma Saddam bi dinyayê bide naskirin, tê girtin. Piştî îşkenceyên giran, ji aliyê dadgeheke ku di bin kontrola rêvebiriya Bexdayê de ye, cezayê îdamê lê tê birîn. Dema Leyla cezayê îdamê werdigire, li nava çavên endamên dadgehê dinêre û bi ser wan de wiha diqêre: “Mirina min tê wateya şiyarbûna gelê min. Hûn baş bizanibin, bi kuştina min ew ê bi hezaran kurd şiyar bibin. Ji ber ez di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim ez pir dilxweş û serbilind bim”
Leyla kurtedemek beriya îdamê bi dayika xwe hevdîtinekê dike û ji wê re vê dibêje: “Dayika min a delal; xeman nexwe. Ez êdî mirovek doza Kurdistanê me. Ez ji bo gelê kurd û Kurdistanê şer dikim. Duh Saddam tevlî komeke li dora xwe hat vir. Ew difikirî min bixapîne û digot belkî ez ji ya xwe werim xwarê. Heta ji bo ez dev ji têkoşînê berdim mal û milk pêşniyazê min kir. Ji min re got, ez kîjan dibistanê bixwazim dikarin li wir mamostetiyê bikim. Lê min jê re got, ez mirovekî serbilind im, nikarim van pêşniyazên qirêj qebûl bikim û bi gelê xwe re îxanetê nakim. Min got ez fedayiyê doza kurd û Kurdistanê me û bi serbilindî cezayê îdamê pêşwazî dikim. Min dît ku Saddamê ewqas bi heybet, çawa ji ber van gotinên min dîn û har dibe û dibe reben. Dayê, bi mirin amin wê bi hezaran kurd şîyar bibin û ala azadiya me bilind bibe. Dema ez mirim li ber min nekevin. Bila ji keziyên min ala rengîn çêkin…”
Helbet şehîd net tenê ev in; bi sedan şervanê şoreşger ên Kurdistanê û Tirkiyeyê di meha Gulanê de tevlî karwanê şehîdan bûn. Ji ber van şehadetên mezin û berxwedanên qehremanî, gulan wekî mehele şehîdan wekî hercar, îro jî riya têkoşîna şoreşa Kurdistanê û Tirkiyeyê ronî dike û dibe rêberê têkoşîna demokrasî, sosyalîzm û azadiyê. Tevgera Azadiyê, ji ber vê rastiyê gulanê wekî meha şehîdan û 18’yê gulanê jî wekî Roja Şehîdên Gulanê qebûl dike.
Li hember her şehadetê, tevgerên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna sosyalîzm û azadiyê hinekî din jî bilin dikin û ji bo bîranîna her şehidî pengavek didin destpêkirin. Lewma tevgerên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê di heman demê de partî hereketên şehîdan e û dixwazin li ser vê kevneşopiyê bigihîjin asta xeteke cîhanî.
Ew yek bi yek hatin kuştin, li ser çiyayan kom bi kom gule li ser wan reşandin, li sêdaran de hatin xeniqandin, li îşkencexaneyan de bi hovane hatin qetilkirin. Lê wan tu carî stûyê xwe xwar nekir û paş ve gav navêtin. Wan got, “hûn dikarin me bikujin, di kemînan de me qetil bikin û me îdam bikin lê hûn tu carî nikarin ruhê û ramanên me ji holê rakin” û bi vî awayî jî ala rûmetê ya di destên xwe de teslîmî peyrevên xwe kirin.
Wan, qereqolên tirsê yên di heşê gelên Tirkiye û Kurdistanê de hatibûn avakirin hilweşandin; wan, kedkaran û gundiyan ronî kirin, ruhê şoreşê xistin nava dilê xwendekar, jin û karkeran; ew ji bo gelê Kurdistanê bûn tovên ruh, zanîn, wêrekî û azadiyê. Wan ji bo şoreşa Tirkiye û Kurdistanê canê xwe dan û rûmetên giranbuha afirandin. Û wan bi pratîka xwe ya têkoşînê îspat kir ku jiyanek û cîhanek mimkûn e.
Ew bûn baweriya gelên Tirkiyeyê û zimanê şoreşa Kurdistanê…






