Medenî FERHO
Serdema desthilatdariya AKPê ya “nekbet”-felaketê ye.
Tirkiyê, 100 salî bi “ata”, “şef” û “reîs” hat rêvebirin. Siyaseta li gorî planên qirkirina gelan, siyaseta inkarê, qanunên tunekirinê û burokrasiya nijadperest hate meşandin. Îro “reîs” û “mûesseseya eskerî û kontra” li ser kar in.
Lê avayiya bi kevirên reş û xwînê hatiye avakirin, ber bi hêrivandinê ve diçe. Divê Kurd û eniya demokrat ya Tirkiyê têkoşîna xwe dijwar bikin..
Ev zihniyet bi “qitaqilî”, bi serketinên eskerî hate ava kirin, têkiliya wê bi îdeolojî û felsefeyekê re nîne. Paşayên Osmanî, bi îdeolojiyeke ne îdeolojî, gelên li Anatolya û Kurdistanê, li paytextan jî muxalifên xwe berteref kirin. Ne Kemalîzm îdeolojî ye, ne Turk-î îslama Îttîhadiyan… Formulasyonên hişk yên siyaseta eskerî ne.
Ji ber vê yekê, sosyal demokratên Tirkiyê, dewşirme Îsmet Inonu û dewşirme Ecevît jî, bi blokên faşîst û komên çete re hevkarî kirin. Sed sal ın ev politike, reng guhertiye lê bingeh ne guhertiye.
Dîroka Komara Tirkiyê çete û kontra ye: Îttîhadî bi kontra dest bi kar kirin, pêşengên Komara Tirkiyê jî heman rêbaz bikar anîn. Di serdema damezrandina komarê de, Topal Osman hebû, paşayê Îttîhadî Sakalli Nuredîn hebû, îro jî çeteyên xançer û polîsên ku li Nisêbînê çek berdana zaroka 8 salî hene.
Cûdatî dem û mekan û nav in. Lê kiryar newrozî ne û em nikarin bi nêrînek ilîzyon li bûyerên wek xeleka zincîrê binêrin.
Siyaset, nijadperestî, îdeal û zihniyeta Komara Tirkiyê ji serdema Enwer û heta bi Erdogan, “qitaqilî”ye, xeyalî ne. Xeyalên Enwer “turan” bû, xeyalên Erdogan jî emperetoriya îslamî ye. Qitaqilî, mêjiyê xesandî ye, tezê wan şûr e!…
Desthilatdariya AKPê du serî ye, Erdogan û Bahçelî, yek emperetoriya îslamîst xeyal dike, yek jî emperetoriya turanîst. Her du jî olê bikartînin, olîgarşiyek hişk-nîjadî ava kirine û pişta xwe dane paşverûtiya cîhanê.
Em ji bîr nekin, faşîzma Erdogan û Bahçelî, tecrid li zindanan û li ser gel zêde kirine. Tecrîd êdî siyaset e, qeyum siyaset e!… Ev polîtîqe her dem li Tirkiyê
serdest e û komar tu caran cemawerî nebûye, dmemokratîk nebûye.
Nijadperestiya îttîhadî, îro jî li Tirkiyê serdest e!..
Di hemû berxwedanên Kurdan de tecrîdek cihê reng heye, di dema pêşengên şoreşgerên Tirk Denîz Gezmîş û hevalên wî de jî tecrîd hebû. Di 12 Îlonê de li zindana Amedê tecrîd hebû. Darbeyên eskeîr teva tecrîd bûn!..
Îro jî, li ser Rêber Ocalan tecrîdek ku menendê wê li cîhanê nîne û bi hevkariya paşverûtiya cîhanê tê meşandin heye.
Bi sed hezaran dîlên azadiyê, siyasetmedar, rojnamevan û aktivîstên mafên mirovan jî bi gefa vîrûsa korona re rû bir hiştine. Ev jî, kuştina di jêrzemînan de, enfal û bikaranîna çekê kimyewî ye.
Ya ku dilê mirov diêşîne eniya Kurd e: Di her serdemê de hin eşîr û partîyên Kurdan , bi dewleta Tirkiyê re, bûne hevkarên stratejîk yên biçûk û bûne maşika nijadperestiya Turk-î Îslam.
Dîroka Turk-î Îslam û dîroka Komara Tirkiyê, bi rêze filmên vî rengî dagirtî ye. Di her serdêmê de, rayedarên Turk-î Îslam, kurdên wek “hevkarên stratejîk yên biçûk” bikaranîne, piştre kuştine..
Îro, rêze-fîlîmên bi vî rengî, li Bakur hene, li Rojava di paratîkê de ye, li Zinî Wertê jî, wek filmekî nû yê metraj dirêj û drametîk dixwazin bikin pratîkê.
Formulasyona Turk-î îslam, her tim bi lîstik û xapadinê hatiye pine kirin. Dibêjin “dijminên li hundir û derve”…. Erdogan û Bahçelî, dijminên “hundir û derve”, ji beyanatan derxistin, li hundir û derve kirine paratîkê. Şerê wan li hundir û derve li Kurdistanê ye, bi heman newrozê dirêjî Libya bûye.
Dîrok neynik e û dema ku mirov li fulyona pişta neynikê dinere, tê dîtin ku: Erdogan û Bahçelî, (xeyalên wan cûda bin jî) di pratîkê de, siyasata Îttîhad û Terakî bikartînin. Lewma ji Bakur dirêjî Rojava, Başûr û Şingalê dibin. Krîpto jurnal û hevkarên stratejîk yên biçûk jî baş bikartînin.
Serdema 1915an, îdeologên wek Ziya Gokalp, siyasetmedarên wek Feyzî Pirinçîzade, li derve jî dewleta Almanya hevarên wan bûn; îro jî, hevkarên starejîk yên biçûk, hem di aliyê îdeolojîk de, hem di aliyê siyasî de, wek “birayên Erdogan” kar dikin û paşverûtiya cîhanê jî destekê dide wan.
Yobazîsma sala sala 1915an, bi “cîhad”ê dest pê kir, îro jî, di yobazisma Erdogan û Bahçelî de “cîhad” heye. Piştî sed salî jî, siyaseta li Tirkiye bi sîstema “reîstî” û “mûesseseya eskerî û kontra” devam dike..
Çareserî çiye: Dive hemû Kurd, saziyên Kurd, banga Ocalan ya ji bo yekîtiya neteweyî bibihîzin, bê merc û demildest gavan biavêjin.






