Zekî BEDRAN
Li bakur-rojhilatê Sûriyê gel xwe birêxistin kir û herêm ji çeteyên DAIŞê rizgar kir. Herwisa dest bi xwebixwebirêvebirinê kir. Di şerê li hemberî DAIŞê de çawa ku tê zanîn bi Emerîka û koalisyonê re tev geriyan. Rejima Beesê ya Sûriyê çawa ku projeyeke demokratîk qebûl nekir, rêveberiyên li bakur-rojhilatê Sûriyê jî qebûl nekirin. Heta ji deste wê hat xebitî tasfiye bike. Dewleta Tir ji rejimê pirtir dijminî kir û êrîş kir. Bi taybetî ji ber dijminiya xwe bi rêxistinên weke DAIŞê û El-Nusra re itîfaq kir. Piştî ku bi destê wan encama dixwest negirt, bixwe ket êrîşê û beşeke girîng ya erdê Sûriyê dagîr kir. Li hemberî Kurdan qirkirina nijadî kir û hê jî didomîne.
Çawa ku tê dîtin herêmên xweser di warê erdnîgarî de jî di binê êrîş û dorpêçê de ne. Weke din li ser Sûriyê ambargoyeke giran heye. Di rewşeke wiha de hem xwebixwebirêvebirin, hem li hemberî êrîşên leşkeri xweparastin, hem di warê aborî de mayîna li ser piyan ne rewşeke hêsan e. Li deverên weke Efrîn û Serê Kaniyê bi sedhezaran mirov hatine koçberkirin. Ji bilî van gelek kamp û koçber hene. Ji perwerde heta tenduristiyê ji bo pêşwazîkirina bi milyonan mirovan pêwîstî bi têkoşîneke pir mezin heye. Li hemberî êrîş û dorpêçê rêveberiyên xweser imze avêtin binê serkeftinên mezin.
Li rex van zehmetiyan niha jî li hemberî koronavîrûsê têkoşînê dikin. Nexweşiyê bi qasî ku aboriya cîhanê bihejîne bandor kir. Qiyasa wê bi krîza 1929an re tê kirin. Li seranserê cîhanê di tevayiya xebat û çalakiyan de tengayî heye. Dewletên xwediyên aboriya mezin ketin zorê. Li Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyê li hemberî vê nexweşiyê têkoşîn hat kirin. Têkoşîna hatî kirin ne li ser bingehê aboriyê bû, ji ber ku di vê têkoşînê de mirovayî li ber çavan hat girtin, bandoreke erênî kir. Biryarên rêveberiyên xweser girtîn gel pêk anîn. Weke din hat gotin, ti kes bêxwedî namîne, tişta heyî wê bê parvekirin.
Li herêmên xweser rêveberiyên dewletan yên navendî yên klasîk tinebûn. Hewl tê dayîn ku sîstema kûmûn û meclisan bê rûniştandin. Bandora vê sîstemê di pêvajoya vê nexweşiyê de jî hat dîtin. Ji taxan heta gundan komûn dikarin xwe bigihînin her deverê. Gel dikare nîqaş bike û pirsgirêkên xwe diyar bike. Rexneyên xwe dike. Gel bi awayekî dikare tevlî rêveberiyan bibe. Ka pêwîstiya kê bi çi heye, pirsgirêkên kê hene, bi riya komûn û meclisan dixin rojevê.
Pirsgirêka rêxistinkirina meclis û komûnan û perwerdekirina gel heye. Mirov nikare bêje sîstem bi her awayî hatiye rûniştandin û gel bi têrayê hatiye zanakirin. Lê digel van kêmayî û pirsgirêkan mirov bi hêsanî bêje ku li Sûriyê û li Rojhilata Navî ev modela herî demokratîk e. Gel bi riya komûn û meclisan bi hev ve tê girêdan. Ti kes li derveyî sîstemê namîne. Di encamê de civakeke rêxistinkirî derdikeve meydanê. Bê civakeke birêxistinkirî sîstem û rêveberiyên demokratîk nayên afirandin. Rewşa Sûriyeye Beesê li holê ye. Destûr nedane gel xwe birêxistin bike. Her tişt bi destê dewletê hatiye kirin. Navendîbûneke pir xurt derketiye holê. Sîstema yek partiye bûye serdest. Ji ber wê ti kes nikare behsa demokrasiya li Sûriyê bike. Sûriye welatekî otorîter û dijdemokratîk bû. Sedema van pirsgirên heyîn ev sîstem bû.
Li Sûriyê xerabbûneke pir mezin çêbû. Bi milyonan mirov ji ciyê xwe bûn. Beşşeke welat ya girîng di binê dagîrkeriya dewleta Tirk de ye. Şer hê dewam dike û hê pirsgirêk çareser nebûne. Digel van tevan, li Şamê yan jî li deverên rejim lê serdest, ti kes nikare rexneyekê li rejimê bike. Gel ma hîç şaşîtiyeke vê rejimê çênebûye? Di xerabbûna vî welatê de hîç para rejimê nîne? Ti kes nikare yek gotinê bêje. Kesên rexne bikin yan wê bên tasfiyekirin, yan wê birevin biçin derve.






