Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wir ya te, vir ya min

08/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne
Share on FacebookShare on Twitter

Piling WELAT

Li Rojhilata Navîn, nêzîkatiya li navgînên siyasetê jî xwe ji bandora baweriyê nikare derxe.
Nêzîkatiya analîtîk, lêpirsînî û meşandina felsefe û mantiqê mixabin hema bêje gelekî kêm e. Li ser esasên nêrîna objektîf, mûqayese û lêpirsînê gîhîştina encamê hema bêje nîne. Bêguman bê bawerî nabe, lê baweriya ku xwe nespêre zanist û ilim, paşerûtiyê bi xwe re tîne. Ev dibe sedem, tespîtên ku xwe naspêrin rastiyê bibin pêşhûkmî û loma ziman jî ji ber van pêşhûkmiyan, xwe ji dûbarekirina papagantiyê rizgar nabe.
Di vê nivîsa xwe de dixwazim li ser pêşhûkmî û nêzîkatiyên sabît ên li Başûrê Kurdistanê derheqê PKKê û hedefên wê de bînim ziman.
Li Başûrê Kurdistana me, PKK ji aliyê hinek derdoran ve weke partiyeke Bakûrê Kurdistanê tê nîşandan, her wiha weke partiya tenê ku temsîla Bakûrê Kurdistanê dike tê tescîlkirin û erêkirin jî.

Bi vê yekê vê du tiştan hedef dikin.
Ya yekemîn bi têgîhiştina wir ya te ya, vir ya min e, Başûr jî dixin bin îpoteka xwe. Li ser ala xwe xerîta hemû Kurdistanê çêdikin, îdîa dikin ku ew al ya hemû Kurdistanê ye, lê di pratîkê de parçebûna Kurdistanê bi awayekî fermî qebûl dikin û vê zîhniyeta parçebûnê meşrû dikin. Hetta mantiqa wê jî çêdikirine. Ev mantiq, rastiya yekparetiya Kurdistanê bi tevahî, rewşa siyasî ya li Rojhilatanavîn, di zikhevbûna têkîliyên herêmê înkar dike.
Gava ku mirovekî normal li meselê dinêre, bi vê mantiqê dikeve heman şaştiyê. Ev mirov, di lêpirsînkirin û serwextbûna mijarê de jî gelekî lewazin û loma bi hêsanî dikevin vê şaşiyê de.
Dibêjin, me Başûr Rizgar kir, bila PKK jî Bakûr rizgar bike? Lê serpêhatiya Şingal û Kerkûkê ji bîr dikin. Hatta ya Mexmûrê jî ji bîr dikin, spaskirina birêz Mesût Berzanî li Mexmûrê ji bo PKKê di dema şerê DAÎŞê de ji bîr dikin, şerê PKKê yê di Kerkûkê de ji bîr dikin.
Mesela dagirkirina Kerkûkê jî ji bîr dikin. Bingeha vê mantiqê jixwe li ser jibîrkirinê hatiye avakirin. Ji bo mejiyên bi baweriyê difikirin lê analîz û lêkolîn li cem wan tûne, hatiye dizaynkirin.
Li gorî vê mantiqê pêwîste partiyek jî ji bo Rojhilat derkeve. Ku derneket jî ti pîlan û perspektîf di vî warî de jî tûnin. Wir ya te, vir ya min. Ev yek tam jî parçebûna ku dagirkerên Kurdistanê nikarîbûn bikin, bi kincên Kurdîtî dan qebûlkirine. Ev mantiq mantiqa hespê trûvaye!
Yek ji pêşhûkmiyên ku di encama nêzîkatiyên polîtîk ên xwe naspêrin zanest û analîzê, yên derbarê fikir û ramanên PKKê yên derbarê dewletê de ne.
Li gorî van derdoran, berovajî partiyên Başûr, PKK dewletê naxwaze. Hetta di weşanên xwe û peyvên xwe de bi mûçikan peyvên siyasetmedarên têkoşîna azadiyê yên weke “dewlet tiştekî paşverû ye” digirin û nirxandinên beriya wê û piştî wê tên ziman jî diqevizin.
Ev derdor ji nişka ve dibin Kurdperwerên herî ûltra, Kurdistanxwazên herî mezin.
Lê….Lê dewleta Tirk a ku sûndxwariyê Kurd û Kurdistanê ye, ji nedîtî ve tên. Yên vê dikin jî heman derdorin. Baregehên Artêşa Tirk ên li dehan bajar û herêmên Başûrê Kurdistanê, dagirkeriya ku dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dike, bomberdimanên ku artêşa Tirk li Başûrê welêt dike û qetilkirina gundiyên Başûrê welêt, ev hemû ji nişka ve ji ber çavan direvînin. Ji nişka ve tenê pirsgirêkekê hedef nîşan didin. Ew jî PKK ye. Mîna ku dewleta Tirk pîr û pak e, dostê Kurdan e.
Ji bo kesên ku hêrs dibin jî nêrîneke din a parastinê amade ye.
Li gorî vê mantiqê, Kurdistana Başûr hîn gelekî xûrt nebûye, lewma neçar e bi dewletên dagirker (cîran) re têkîliyan deyne. Ev têkîliyên ku bi hevkariyeke stratejîk tên çêkirin, bi navê dîplomasiyê tê nixûmandin û xemilandin. Ev dîplomasî ew çend xûrt e ku wê ev desthilatdarî ji bo şehîdkirina rêvebereyên partiya din a Kurd îstîxbaratê bide Tirkiyê û kesekî ku bi kuştina endamekî MÎTa Tirk tê tewanbarkirin jî bi îdamê mehkeme bike. Dev jê berdin, ev hevkarên dîplomatîk, wê herêma min bombe bike û welatiyên min bikûje, wê berpirsên vê jî hebûna PKKê be.
Loma girîng e ku mirov li xwe vegere û peyva ku bi mîlyonan car tê ziman, hembêz bike: Yekîtiya Netewî.
Bi tevî ku em dizanin ev ne tespîteke nû ye jî, heta ku yekîtiya Kurdan çênebe, dujminê Kurdan têk naçe. Li ti parçeyên Kurdistanê, dagirkerekî alîgirê Kurdan nîne!

Yên ku bi êşa Helebce û Enfalê diêşin, bi êşa tevkûjiya Dêrsimê neêşin, darvekirina Qazî Mûhamed ji bîr bike nabe Kurd, nabe Kurdistanî. Bi hêviya yekîtiya netewî zêdetir xûrt bibe…

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.