Sîpan ŞÎNDA
Dayîk, ango kaniya jînê. Dayîk, ango dergûşa evînê. Dayîk, ango dilê mirovahiyê. Dayîk, ango hêvênê afirandinê. Dayîk, ango sebr û tebata vînê. Dayîk, ango çîrok û helbesta hebûnê. Dayîk, ango hembêza kul û kederan. Dayîk, ango serzenda jin û mêran. Belê, di dîrokê de her çend mêr serdest û xurt be, ji aliyê fîzîkî de bi hêz û quwet be, bûyîbe îktîdar û hikumdarî kiribe ji, lê belê hêza jinê, keda jinê, hezkirina jinê, evîna jinê, dilgermî û dilovaniya jinê tiştekî cuda ye. Ew mêrên ku hinde di dîrokê de kirîn himhim û dimdim, hinde dinya vegirtîn û welat, xanedan, mal wêran kirîn, gund û bajar xira kirîn, zilm û zelalet kirîn, her û her dilovanî, dilevînî, dilsozî ji dayîka xwe dîtine. Dayîkan her û her zarokên xwe bi dilovanî û dilnazikî xwedî kirîne. Di pirrê dinyayê de 10’î gulanê weke Roja Dayîkan tê pîrozkirin. Lê li welatê me, ev roj, eve ne jimêjve ye tê zanîn. Di nava civaka Kurd de, di van 15-20 salên dawî de Roja Dayîkan tê pîroz kirin. Ka em binêrin kurte dîroka Roja Dayîkan. Ev roj jibûna dilxweşkirin û mişerrefkirina dayîkan di cîhanê de tê pîroz kirin. Lê li hemî welatan ne de heman rojê de tê pîroz kirin. Kevneşopiya Roja Dayîkan, ji mîtolojiya Yewnana Entîk tê. Li gorî mîtolojiya Yewnana Entîk, Xwedawenda mezin Rhea weke dayîka gelek Xweda û Xwedawendan tê pejirandin û ji bo xatirê wê festîwala biharê tê çêkirin. Romayiyên Entîk ji festîwalên xwe yên biharan jiberiya Îsa 250 salan ji bo xatirê Xwedawend Kîbele çêkirin e. Li Emerîka ji Anna Jarvîs di sala 1908’ê de destpê dike û diya xwe bibîr tîne. Kongreya Emerîka ji vê yekê di sala 1914’ê de bi awayekî fermî dipejirîne. Piştî pejirandina Kongreya Emerîka, êdî pîrozkirina roja dayîkan pitir belav dibe û li gelek cihan tê pîrozkirin. Ya rast pîrozkirina vê rojê ne li gorî dîrokê tê pîrozkirin. Di yekşema duyem ya heyîva Gulanê de tê pîrozkirin.
Belê, di nava hemî civakan de qedr û qîmetê dayîkan bi şiklekî heye. Lê di nava civaka Kurdan de dayîk tiştekî cuda ye. Her çend em civakekî nêrîn ji, bes hebûna dayîka me, hurmeta dayîka me ji bû me nirxekî pîroz e. Ew bistehî û dilgermiya dayîka me dayî me, tu caran babê me nedaye me. Em dikarin hemî tiştên xwe ji diya xwe re bêjin. Lê belê em nikarin hemî tiştên xwe ji babê xwe re bêjin. Dayîk, ne tenê dayîka me ye, ew heval û hogira me ye ji. Tu bi dilovanî û dilevîniya xwe her û her di dilê me de yî DAYÊ. Roja Dayîkan li we hemûyan pîroz be Dayîkên Delal.






