Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye têkçûna xwe ya exalqî li Idlibê radipêçîne

08/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Diyar e bi Idlibê re, aloziya li welêt û terazûyên hêzê li herêmê bi giştî fîgurekî nû digirin. Êdî tayên berjewendiyên hêzan kurt bûne ku ti alî nikarin rastiya destwerdanên xwe, yên ku di bin sîwana parastina axa Sûriyê de pêk hatine, binixumîne. Ji lew re em dikarin bibêjin; bi şerê li Idlibê, pêşketinên hêzên rejîma Sûriyê li eniyên gundewarên Idlib, bakur rojavayê Helebê û hedefgirtina konvoya leşkerî ya hêzên dagirkeriya tirk re, lihevkirinên Astana bi dawî bûn û şiklê têkîliya hêzan derbasî qonaxeke nû bûye.
Pêwîst e bê zanîn ku bandortirîn hêza destwerdanê li Sûriyê Rûsya ye. Rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê, piştî 2015 û vir de, rûpîvanek mezin ji cografyaya Sûriyê xiste bin kontrolê. Îro jî li Idlibê û tevahî herêmên bakur rojavayê Sûriyê heman hêz biryara şer û aşîtiyê dide. Bi siyasetên xwe yên lihevkirin û itîfaqan ji salên 2016 û vir de, bi itîfaqa bi Tirkiyê re, hêza Rûsya herêmên di bin destê çeteyên Sûriyê de dikirtîne. Di berdêla wê de jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Cerablus, Bab, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî” radestî dagirkeriya Tirk dike. Lê ew itîfaq û lihevkirinên Tirkiyê û Rûsyayê li Idlibê ku xetimî bûn, tenê bi hêza berjewendiyên herdu welatan bi rê ve diçin.
Bi Idlibê re diyar bû ku hişmendiya neo-osmanî ya dagirkeriya Tirk li kelema berjewendiyên global a hêzên mîna Rûsya û Amerîkayê qelibiye. Ew herdu hêzên xwedî proje êdî rê nadin Tirkiyê ku azweriyan derveyê sînorên hegemoniyê pêk bîne. Ji ber vê jî dema ku Enqere li Idlibê berê xwe da Amerîka û gefûgur li hêzên rejîmê xwarin, Rûsyayê bi rêya gurkirina şer û dorpêçkirina xalên çavdêriyê name gihandin Tirkiyê. Van nameyên germ ên Rûsyayê, aliyê siyasî û meydanî ve, di derbarê têkîliyên Tirkiyê-Rûsyayê de fikar çêkirin. Lê rastî ew e ku hinek xalên ku Tirkiyê diviyabû li Idlibê pêk bîne û pabendiyên xwe yên Astana û Sûtçî li beramberî Rûsyayê bicih bîne sedemên aloziya herdu aliyan bûn. Lê dîsa jî em tekez dikin ku nabe em tenê di pencereya aloziya Sûriyê re li têkîliyên Rûsya-Tirkiyê binêrin. Asta bazirganiya di navbera herdu welatan de, stasyona Ek Koyo ya enerjiyê, projeyên gaza xwezayî û S-400 nîşan dikin ku mêzîna têkîliya herdu aliyên navborî ne tenê Sûriyê ye. Lê dibe ku Sûriyê girîngtirîn koşeya têkîliya herdu welatan be.
Bi Idlibê re hat zanîn ku Tirkiyê wek berê nikare li ser nakokiyên hêzan pozisyon bigire. Îro jî herdu aliyên Amerîka û Rûsya zextê li Tirkiyê dikin. Dengeya leşkerî jî ne li aliyê Tirkiyê ye. Taybet piştî ku êdî çapemeniya cîhanî eşkere behsa piştgiriya rejîma Tirkiyê ji komên çete yên mîna DAIŞ û El Nusra, li Sûriyê, Lîbya û rojhilatî behra spî dike. Her wiha bangên rayedarên Rûsya û Amerîka yên vekişîna hêzên biyanî ji Sûriyê ku Tirkiyê jî di nav de ye, zextekî izafî ya dorpêçkirina lebitînîn Tirkiyê li herêmê ye. Vê yekê bandorek neyînî li pozisyona wê ya navneteweyî kiriye. Lê tevî vê jî hikûmeta faşîst a Tirkiyê hewl dide bi siyasetên berê yên tawîzdayînê êrişên xwe yên bi ser herêmên Rêveberiya Xweser ve dewam bike û dagikeriya xwe ji axa Sûriyê re mayînde bike.
Ji bona Tirkiyê mayîna li Idlibê meseleyek ku hebûna wê li tevahî Sûriyê dixe mijara nîqaşê ye. Eger hat û hêza rejîmê Idlib xiste bin kontrola xwe, bê guman wê hebûna Tirkiyê ji Efrînê heya Serêkaniyê bibe mijara nîqaşê. Ji lew re jî me dît, tevî qîrqîra Erdogan, Tirkiyê ne diwêrî dengê xwe li hemberî kuştina leşkerên xwe li Idlibê derxîne. Baş dizane çi têkçûneke wê li Idlibê wê aliyê nexşeriya çareseriya siyasî ve jî li derve bimîne. Moskova vê yek dizane, lê ew jî naxwaze tişta li ser hesabê NATO`yê li ser pişta Tirkiyê qezenc kiriye, ji dest bide. Lê hewl dide bi rêya zextên li ser Tirkiyê mezintirîn qezencan li Idlib û tevahî dosyaya Sûrî li beramberî hêzên koalisyonê û Amerîka bi dest bixe.
Hevdîtina Pûtîn-Erdogan a 5 Adarê û civînên 22 Nîsanê û gengeşeyên vê dawiyê li Idlibê isbat dikin ku hîna jî herdu alî bi temamî li hev û din nekirine. Her wiha carek din diyar dibe ku Tirkiyê nekariye piştgiriya xwe ji komên çete re binixumîne. Tevî ku soz dane Rûsyayê ku li dijî terora El Nusra û hemtayên wê şer bike, lê her hal hebûna wê li idlib û tevahî herêmên dagirkirî, bi parastin û piştgiriya heman komên çete pekan bûye.
Li gorî min heya ku aliyên navneteweyî û herêmî bigihin tezekî lihevkirinê, wê dosyaya Idlibê mijara kişîn û qelsbûnê be. Heya demekê gengaze Tirkiyê ji vê rewşê sûdê wergire û hinek êrişan li Bakur û Rojhialtê Sûriyê pêk bîne. Dê hewl bide bi van siyasetên xwe ji nû ve kaxezên hêzan li hev û din bixe. Ji ber vê jî, bi taybet piştî lihevkirina agirbestê ya 5 Adarê, Tirkiyê sewqiyatên xwe yên leşkerî li Idlibê û tevahî herêmên dagirkirî zêdetir kirine.
Li gorî dete û daneyên li ser erdê eşkere ye ku êdî hebsarê şer û pevçûnan girêdayê berjewendiya hêzên hegemonîk ên weke Rûsya û Amerîka ne. Li Rojavayê Firatê Rûsya û li Rojhilatê Firatê jî Amerîka. Aloziya Sûriyê bi vê dengeya hêzê re li vî aliyê welêt komî ser hev bûye. Êdî tu şansê Tirkiyê ya xirakirina vê dengeyê nemaye. Vê yekê aloziya wê ya hundirîn û derve kûrtir kiriye. Eger Tirkiyê di xeta êriş û dagirkeriyê de bi israr be, dê pêşeroja wê li hundir û derve berbat be. Raportên navneteweyî yên mafê mirovan, tendirustî û aborî diyar dikin ku; eger Tirkiyê siyasetên xwe neguhere wê rûbirûyî karasat û aloziyek ji ya Sûriyê mezintir be. Êrişên li ser herêmên Şehbayê, kiryarên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî cewherê aloziya faşîzmê destnîşan dikin. Weke kevneşopiyek paşve rû ya faşîzmê, dewleta dagirker a Tirkiyê hewl dide bi mudexeleyên derve “Lîbya, Sûdan, Somal, Misir, Rojhilatê deryayê spî, Rojhilatê Afrîqyayê,…hwd” kirêzên xwe binixumîne. Ji lew re jî li herêmên dagirkirî ên mîna Efrînê rojane kuştin, revandin, tecawizkirin, teqîn û qirkirina çandî pêk tîne. Hemû jî hewldanên Tirkiyê yên rapêçana têkçûnên xwe yên exlaqî, leşkerî û polîtîk in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.