Medenî FERHO
Dîroka mirovahiyê, di çarçoveya nirxên mirovî de nehatiye nivîsandin, nifşê me jî, bi dîroka yekperestî perwerde bûye; lê îro, em, dîrokê dijîn û xwedî felsefeyeke dîrokî ne.
Wek Fernand Braudel dibêje, em dîrokê, “bi lêkolînên di nava çar dîwar û baxşeyên wan dîwaran de” na nirxînin û xweliya çepeliyê li sere xwe nakin û dîlbûnê erê nakin.
Ocalan, dema mînaka Jeanne D’arc dide, dibêje; “Ew ruhê Fransa ye”…
Ev gotin, saf dîroka Fransa ye û em dikarin weke saf dîroka Kurdistanê jî binirxînin. Ji bo ku em saf dîroka Kurdistanê bibînin, divê em derkevin derî siyaseta klasîk. Ev jî, newî dîtina Nietsche ye. Nietsche, ji dîtina Sokrates û Platon dûr dikeve, di riya entellektûeliyek cûda de, li rizgariya mirov digere.
Apo dewam dike; “Welatek tê xwestin. Bê welat em nikarin biaxivin, nikarin gav biavêjin, nikarin azad û serbixwe bijîn.” (1) Ev tabloya agirê şoreşê ye, çavkanî çiyayên Kurdistanê ye.
Baron Te Toot, dibêje, “cihên herî asê, her dem bûne parêzgeha azadiyê”, F- Braudel jî dibêje, “em beriya dîrokê û piştî dîrokê jî dibînîn ku, çiya bûne kargehên azadiyê”. Îro jî em dibînin kargeha azadî û şoşera li Kurdidstanê çiya ne.
Ya herî giring; lehengên ku destanan dinivîsin, ne nûjenî, ne restorasyon û ne jî reformasyonê dikin, direkt û saf şoreşê dikin, saf dîrokê dinivîsin!… Cazîbeya vê saf şoreş û saf dîrokê, mezin e!…
Saf şoreş û saf dîrok, mûşfîk-mü’şevkat û enerjiyek mezin dixwaze. Dema ev xislet di mirovan de kom dibe, lehengiya destanî dest pê dike.
Em dîrokê dijîn û dibînin ku “daxwaziya welatekî”, tofanek derxistiye holê û cîhan pê mijûl e. Bêguman kesên “welatekî dixwazin”, xwediyên wî welatî ne, zarokên wî welatî ne û her bosta vî welatî bi xwîna xwe av dane. Ev welat Kurdistan e û
wek goristaneke mirovahiyê ye. Ji Skenderê Mekedonî û vir ve, bûye qada cenga mirovahiyê, ji bilî çermiksorikan, xwîna hemû gelan li vî welatî rijiya ye. Lewma Kurdistan gorîstanek cîhanî ye û pîroz e!.. Lê faşîzma dewşirme, dixwaze vê pîrozî û nirxê mirovahiyê tine bike.
Ji bo rastiya Kurd û Kurdistanê were dîtin, em du cure dîrokan “mulga” dikin; yek dîroka qelemşorên dewşirmeyan e, duyemîn jî dîroka mîsyoneran e. Belkî em deriyê dîroka mîsyoneran hinekî vekirî bihêlin, lê ya qelemşorên dewşirmeyan, divê bi heft mohran werê kilîtkirin.
Dîroka qelemşoren dewşirmeyan, dîroka 4 suwariyên mahşerê ye, xwîn, agir, xela, êş û azar, kotik û mirinê dibarîne. Îro jî, Erdogan li hespê reş suwar e û “fecaet”, “şedadiyet”, “tehakkumiyet”a tofanî dibarîne.
Lewma em bi gotinên hêsa û xetên zirav nêzîkî dîroka îro nabin.
Dîroka dewşirmeyên Îttîhadî, derew, nîq, teşqele, lîstik, xapadin, piştre kuştin wêranî û tunekirin e: dîroka Kurdan jî, dilojarê û waweylê ye!… Dîroka Îttîhadiyên ku îro wek Turk-î Îslam derketine holê, di yek xetê de, musawî “telaqreşî, bêexlakî” ye, ya Kurdan xwarûpêçkî (zîkzak) û tîrendek jêr û jor. ketî û bilind, bi nakok e.
Balkêş e, dîroka Ittîhadiyan ji agirê psîkopatî û sosyopatî tê; lê ya Kurdan ji kû tê hîna ne hatiye dîtin û zanîn. Babet û dabaşek dûr û kûr e, pêwistî bi lêkolînan heye. Tenê bi gotina, “kurd aşiqê kujerên xwe ne”, ratsî nayê fêhm kirin.
Kurd sedsal in, di berxwedanek mezinde ne, êş û azar dîtine, bedena wan, cografya wan, bost bi bost hatiye “kewî” kirin. Me di Zin Wertê û Şoreşa Rojava de jî dît ku, mêjiyê Kurdan bi guhertinek entellektuelî ne hatiye neqişkirin.
Di bûyera Zinî Wertê de û berî wê, bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar û gel, dîtinên xwe, di çarçoveya dîrokî, cografî û felsefî de anîne ziman û yekîtî xwestin, banga “nebin maşika destên dagirkeran” kirin.
Em gotina Ocalan, bi kar bînin û bêjin, “Kûrd krawatan girêdidin modern in”, lê mixabin, weke “fosîlên 4 hezar sal berê ne”. Lewma, dîwarek qalind û bilind li pêşiya guhertina entelektuelî heye.
Dîse em vegerin ser gotina F. Braudel, “mirovê bi hêz ku, bi hesten agire mezin difûre” û bi pirsin; gelo voltaja ku kurdan dike du bend, aliyekî dike maşika destên dijmin, eliyekî dike lehengê destanan ji kû tê? Eger çavkaniya vê voltajê yek be, gelo enerjiya ku aliyekî pûç, reben, jar û jan dike, li çi dialiqe û enerjiyek korîk û şikestî derdixe hole?
Cîhanê wateya faşîzmê û kiryarên faşîzan fêhm kiriye û bi gotinên weke, totalîter, otorîter, dîktator, yekdestî, demokrasî tune kirine, edalet kuştine, hiquq û mafan nasnakin û hwd. bi nav dikin. Balkêş e, beşek ji kurdan nabînin, “dîl”bûna xwe erê dikin; dîktatoriya xwe, bi gotineke nermtir, desthilatdariya xwe, bi dîktatorî û dagirkirina cografya Kurdistanê ve girêdidin. Eger dîtator Erdogan Başûrê Kurdistanê dagir bike, gelo wê dîktatorekî, yan jî desthilatdariyeke ji bilî xwe qebûl bike?
Lîdertî bi çîrokên trovato çênabin!.. Lîdertî, bi kombinasyona mirovan, pere û hêza mêjî çêdibe; bi hêza popular kultur û popular edebiyatê çêdibe. Eger, lîderên PDKê, dixwazin bibin dîktator, yan jî bibin xwediyê Kurdistanê bila bibin, lê wek dîktatorên cîhanê, wek desthilatdariyên cîhanê, dive li welatên xwe xwedî derdikevin, nebin amurê destê dîkttaor û faşîstên dagirker.
Dîktator, yan jî desthilatdarên ti welatan, bi dîktatoriya weletekî ku welatê wan dagir bike û kiribe, nikare hukumraniya xwe bidomîne. Li dijî diyalektîkê ye.
Ji ber ku welatê dagirkirî, tabloya Guernîca ye, tiştekî saxlem, li ser piyan û avakirî nine. Hingî desthilatdarî û dîktatorî jî nine!…
…………………………
1- Dîrok di Roja me de Veşartî ye, Em di Destpêka Dîrokê de Veşartî ne; rp.232-






