QASIM ENGÎN
Erdoxan û Bahçelî nevîçirkên Îttîhatî-Terakkiyan in. Ji ber vê jî dema ku derfet dikeve destê wan di tavilê de dibin şopdarên wan.
“Ereban di bin gulebaranê de bihêlin û hewl bidin ji wan xelas bibin; ji ber ku kuştina wan qenciya me ye”, gotinên ku di belgeyek Îttîhatî Terakkiyande di salên 1912’da derbas bûye.
Di dîroka Osmaniyan, Îttîhatî Terakkiyan û Kemalîstan de tê zanîn ku; Ermen, Yewnan, Suryan-Keldan-Aşûr, Çerkez û her wiha Kurd di kirkirinan de derbas kirin e. Lê ya ku naye zanîn ew e ku, di heman demê de Osmanî û Îttîhatî yek jî gelê Ereb û Rewşenbîrên wan di sêdaran de derbas kirin e. Enver Kurd katlkirine, Talat Paşa Ermen lê yê ku ji bo katlkirina Ereban hatiye erkdarkirin jî Cemal Paşa’ye.
Rewşenbîrên Ereb ev nêzîkbûyîna Îttîhatî Terakkiyan ya nîjadperest ditîn û bi hers bibûn. Ev hêrsa di nav Ereban de ku li dijî zext û zilma rêveberiya Cemiyeta Îttîhad û Teraqî bi pêş ket, veguherî bangên têkoşîna aktîf.
Ev hêrsa herî baş xwe di vê danezanê de dida der: “…Ev kesên ku dijminatiya te û zimanê te dikin, ji welatê xwe paqij bikî. Erebên Misilman û Xirîstiyan, li dijî dijminê xwe bibin yek, qet nebêjin ev Erebê Misilman e, ev Erebê Xirîstiyan e. Hûn hemû girêdayî Xwedêyekî ne û ol ê Xwedê ye. Ji ber vê bibin yek… Ey Erebên Misilman, eger hûn bifikirin ku ev îdareya zalim îdareyek Îslamî ye, hûn ê şaşîtiyek mezin bikin. Lewma di pirtûka Xwedê de dibêje, ‘zalim, kafir bi xwe ne’!”
Ji ber ku Îttîhatîyan di berê de plan kirîbûn ku gelên di wan herêman de dijîn di qirkirinan de derbas bikin erîşek mezin birin ser peşengên Ereban. Gelek rewşenbîrên Ereb hatin girtin û di êvara 20’ê Tebaxa 1915’an înfaz kirin. Koma duyem jî bi giştî 21 kes, ji wan 17 Misilman û 4 jî Xirîstiyan in, di 6’ê Gulana 1916’an bi berbangê re hatibûn îdamkirin. Bîryara wan îdaman Cemal Paşayê Osmanî dabû. Ruxme ku dozger vê darvekirinê red dikin bi talîmata Cemal Paşa ev bûyera bêyom li ser rewşenbîr û rûspiyên Ereban tê ferzkirin.
Ev roja ango roja 6’ê gulanê ji ber van îdaman di nava Ereban wek roja şehîdan tê bi navkirin.
Lê pêwîste ku were zanîn dijmintiya nevîçirkên Osmaniyan dijî Ereban hêna jî nesekîniye. Osmanî tam 400 sal li ser erdnîgariya Ereban bi darê zorê hukmkirin. Hemû nirxên pîroz yên Hz. Muhammed şelandin û anîn Stanbolê. Hîlafet ji destê Ereban derxistin û ew jî anîn Stanbolê. Di Şerê Cîhanê ya Yekem de hilweşîn û çûn. Ruxme ku Dewleta Aliye Osmanî hilweşî û çû nevîçirkên wan yên Îttîhatî wek; Erdoxan, Bahçelî û Perînçek xeyalên xwe yên Osmaniyan diparêzin. Çavên xwe li ser erdnîgariya Ereban taybet jî li Rojhilata Navarast û Bakurê Efrîka digerînin.
Erdoxan pir bi vekirî dibêje ku; “Em varîsên dewleteka ku 22 mîlyon kilometre çarqoşe ax dîtine. Hêna nû, li derê hanê de em xwedan 3 mîlyon kilometre çarqoşa ax bûn. Mixabin hinek cihên wê hatin çirpandin. Niha jî em man 780 hezar kilometre çarqoşe ax. Axa li ber difna me jî girtin e…”
Gelo ev 22 mîlyon kilometre çarqoşe axa ku Erdoxan bi lêv dike, kîjan ax û erdnîgariye?
Gelo hatine Suriye, Çûyîna Lîbyayê û şandina çetayan a Yemenê wateya xwe çi ye?
Dema ku di 6 Gulanê de şehîdên beriya 105 salan werin bi bîranîn pêwîste ku Cemal Paşayê demê Erdoxan û Bahçelî jî nayên bîrakirin!






