Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê çareseriya demokratîk pêşengiya xwe bidomîne

04/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Nexweşiya ji ber Koronavîrûsû derketî bandor li dinyayê tevê kir û hê jî dike. Bû rojeva sereke ya dinyayê. Ji qada aborî heta qada civakî hat rewşeke wisa ku qadên jiyanê tevê bihejîne. Gelek derdor dibêjin, wê piştî niha ne weke berê be, herwisa wê pênaseya berî korona û piştî korona bê kirin. Li gelek welatan qedexeya derketina derve hat ragihandin û hin herêm xistin karantînayê.
Mijara ku berhemdarî normal dewam bike bûye mijara nîqaş û rexneyan. Tê gotin divê berî her tiştî tenduristiya kedkar û gel li ber çavan bê girtin. Ji ber tedbîrên hatîn girtin wê bi milyonan mirov karê xwe winda bikin. Li welatên weke Almanya wê tengayiya aborî çêbe. Dibistan tên girtin, gera tûrîstan sekiniye. Bi kurtayî çerxa dinyaya kapîtalîst êdî weke berê nikare bigere. Vê rewşê ka çiqas zerer daya aboriya dinyayê ti kes nikare hesab bike.
Digel van rewşan di polîtîka û pêkanînên dewletan de guhertineke cidî xuya nake. Mînak rêveberiya Şamê ji bo çareseriya pirsgirêkan û afirandina lihevkirineke demokratîk hîç xwe nalivîne. Sirf ji bo sînordarkirina bandora nexweşiyê û xurtkirina desthilatdariya xwe amadekariya xwe didomîne. Îran ne di rewşeke cudatir de ye. Li Tirkiyê jî nexweşî pir belav bûye. Rêveberiya Erdogan ne xwediyê wê hêzê ye ku pêwîstiyên gel pêk bîne û tedbîrên pêwîst bigire. Lê şandina leşkeran ji bo Sûriyê û amadekariya şer didomîne. Weke din bênavber her roj bi balafirên her rojj başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Li Tirkiyê alîkariya ku şaredariyên mûxlefetê dixwaze bide gel qedexe dike û her tiştî ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe dike.
Emerîka ambargoya li ser Îranê didomîne. Bi kurtakî hêzên herêmî û navneteweyî di berjewendiyên xwe û polîtîkayên xwe de israr dikin. Divê em ne li bendê bin ku ji bo gelan ji van hêzan tiştek derkeve. Terse wê tê payîn ku gelek desthilatdaran sûd ji vê nexweşiyê û bikevin nava meyleke otorîtertir de. Ji niha ve hewldanên wisa û mînak hene.
Nexweşî li seranserê dinyayê belav dibe, lê yên herî zêde dikevin binê bandora wê xizan in. Ji xwexwedîkirinê heta afirandina rewşeke tendurist ji bo xizanan kêşeyeke mezin e. Xwegihandina amûrên tibî xizmeta tenduristiyê ji bo xizanan pir zehmet e. Lîderê manewî yê dinyaya katolîk Papa bangî dewletên zengîn kir. Got, deynê xwe ji welatên xizan nestînin. Lê heta niha gaveke wisa nehatiye avêtin.
Rojava jî di navê de gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, di binê ambargo û dorpêçê de dixebite hem li ser piyan bimîne, hem li hemberî nexweşiyê bi ser bikeve. Welatên dinyayê yên herî zengîn ku evqas ketine zorê, wê herêmên weke bakur û rojhilatê Sûriyê çawa li ser piyan bimînin. Li ber çavan e ku aboriyeke wan ya zengîn û çavkaniyên aboriyê nînin. Xizanî û zehmetiya şer bi xwe re anîn rewşê girantir dikin. Lê digel vê rewşa giran rêveberiyên xweser dixebite ku gel li ser piyan bihêle û derfetên heyîn bixe xizmeta gel. Li milekî ku li hemberî nexweşiyê tedbîran distîne, li milekî jî xwedîderketina li kesên mexdûr bûyên didomîne. Tişta girîng ku dike gel dixe nava tevgerê û zanabûna parvekirin û hevkariyê dide. Çi xebat dibe bila bibe karû ku gel ne di navê de be şansê wî yê serkeftinê nîne.
Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û rêveberiyên xweser, divê li milekî tedbîrên pêwîst bidomînin, li milekî jî bi hişekî tendurist bihizirin û bixebitin. Belawelabûn, tirs û panik wê karê heta niha hatî kirin û keda hatî dayîn bêwate bike. Pir girîng e ku gel din ava disiplin û hevkariyeke mezin de jiyana xwe bidomîne û tev bigere. Yekîtî, hevkarî û birêxistinek bidisiplîn enceq bikarin destkeftiyan biparêzin.
Aliyê herî xurt yê gelên Rojava û bakurê Sûriyê, zanabûna bi dest xistî û yekîtiya di n ava têkoşînê de afirandî ye. Ev yekîtî sirf bi propaganda û niyeta baş nehatiye avakirin. Yekîtiyeke wisa ye ku di nava şerê dijwar û têkoşînê de hatiye ceribandin. Divê ev ji bo Sûriyê destkeftiya herî mezin bê dîtin û bê xurtkirin. Di vê rê de çiqas ked bê dayîn dîsa kêm e. Sûriyeke demokratîk û paşroja gelan encew li ser vî bingehî bikeve binê ewlekariyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.