Idrîs HENAN
Bi destpêka êrişên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku bi dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî re tacîdar bûn, li vî welatî xetên sînorên nû hatin xêzkirin. Her tişt ji hev vekişiya û tegehên li gorî sazûmaniya defakto hatin cibicikirin. Her giyaneke li ser vê axê, bû qurbaniya berjewendiyên hêzên destwerdanê û tevahî axa welêt veguherî labratwarekî ceribandina hemû cureyên çek û cebilxanê. Li gorî pêşiyan; fena gotina ku hatibe vekişîn li vî welatî hat ku çawa dema gotin ji gotinê bikişe, gotin ji eslê xwe derdikeve û vedikişe. Li vir her tişt vekişî bû. Ne kevir, mirov, lawir û ne jî welat welat bû!. Hucreyên welêt jî ketibûn destê hovan. Ji lew re carcaran tiştên ku rû didin, dil xwe li çareseriyan digerin. Lê di bingehê xwe de li kûrbûna kirîzê digerin ku heya jê were Sûriyeyeke bê vîn biafirînin.
Di pêvajoya wan salên di ser zemîna vê xakê re derbasbûne de bi sedhezaran qurbanî çêbûn. Ji hemû aliyan ve welat hate kavilkirin û vekolandin. Ne razberî û ne jî şênberî man. Çand hat qelandin û miletên li ser vê xakê bi hev re jiyan dikirin hatin qirkirin. Dîsa jî tişta sosret ne ev e! Ecêb ew e ku gelek kiryarên ku heyama tevliheviyê afirandine “dizî, telanî, kuştina li ser nasnameyê, revandin, tecawiz, destdirêjî, kavilkirin, kolan û vekolandin û … hwd” bi destê zarokên welêt ên xwefiroş ên bê vîn pêk hatine. Vê jî têrê nekir, ji bo xizmeta zêde ku pileya qezencê ya hêzên destwerdanê bilind bikin, mîna kerên li mayînan dixin, berê wan dane derveyî sînor. Ango mirov çawa dikare mane bide çetetiya ku îro li Lîbyayê diqewime?. Yanê agir bi mala te ketiye û tu jî avê li mala cîranan dikî, ma ne koletiya çavkor a serdemên feodalîzmê be, mirov dikare tu navekî din lê bike?.
Perelelî vê xeta kurtêlxwar a ku her şaneyeke welêt difiroşe, xeta berxwedêr a ku yekparebûna axa welêt diparêze bi vîna yekîtiya gelan li hemberî van projeyên parçeker têdikoşe. Di oxira wê de jî bi hezaran cangoriyên ku xwîna wan bi axa vî welatî re stirandî ne hene. Îro ew kesên ku fedayetî kirine xwedî qamên herî bilind in. Kesên ku li ser serguyên biyanî jî dimirin, qet nayên bîra tu kesî. Mîna keran lê hatine ku ji wan e ew qurbanî ne, lê nizanin ku bihayê wan qurbanî ye.
Di prosesa lêgerîna li çareseriyan hesabê wê xletê nayê kirin, tenê aliyê li ber xwe daye û bi giyana xwe xak û rûmet parastiye vediguhere hevnişînê sereke ku bê wî çareserî jî gengaz nabe. Ev gotin ji rojên destpêkê ve tê dubarekirin, lê mixabin beşek mezin ji ewladên vî welatî ku îradeya xwe radestî ecîndeyên derve kirine, tênagihêjin ku çi bikin jî dawiya wan çikandina li ser “xazûqê osmanî” ye. Ev jî bi xwe sedema bingehîn a dirêjkirina aloziya welêt û hînceta ku deriyê mudexeleyê vekirî dihêle ye. Ji lew re rojane em dibînin ku asta kiryarên hêzên destwerdanê hovtir dibin ku sedemên dagirkeriyên li ser welêt rewa dikin.
Gelek girîng e ku were bîra gelên Sûriyê ku bi yekîtiya hemû pêkhateyan azadî û demokrasî pêkan dibe. Xwîn jî dema ku tewşankî biherike tu cokan nakole. Ne wisa be em ê her heyranê nefeseke azadiyê bin û em ê bibin qurbanên plan û projeyên neyaran.






